Xweziya Bi Dilê Te
Dîrok: ÇáÓÈÊ 20 ÃÈÑíá 2024
Mijar: Nûçe




Tengezar Marînî

Rojeke bi serê xwe bû,
roja min tu dîtî,
ji bo yek dilopa baranê:
neynikê demên teng,
demên kurt, ji axê re vala kirin.


Sal çûn û hatin,
xewna min
di bîrdankan de asê ma..
Kesek nema dizane, çi bû.
Ronahî zirav bû, zuha bû
hîna çirûskên tûj hene
Rûyê welatekî þahîk dikin
Asîman..
bi ser te de hate xwarê

Neynik giþtî bû,
çavek bi kurtahî dinihêrî
qeremên min li hev ketin,
cênîka min lêxist,
dirêj-kurt
dirêj

Ji niþka ve,
ewran sîmfoniyeke operalî
ji lerzînên mêjî nîgar kir.
Awira te bêriya semaya
Ser lêvên min kiribû

Te pir tiþt dizanîn,
çawa pirça min weþiya,
lerza bê, lêdana dilê min
bi dûkêl û mija spêdê re
di nav leylanê de
beriya hespê derya diyar bibe.

Tu lîstî,
tu li bilindahiyan ewrên bê ba perwerde dikirin
Hilkiþiyayî,
carinan li ber pêlên germê,
ji nerazîbûna kêvir,
dilþikestî,
li dora dûmana cixareyê dizîvirî..






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6149