Narîn Umer
Rahêþte..
Deftera
bîranînên wê
çavan du
xunav
lorandin
gava xwend
Hevalo..
ez ketim xefka
sîbera te de
derveyî
sînûran
dûrî sêncên
Zar û Zimana de
ne bin sihka
Niþtîmaniyê de
lêêêê..
pêlên Evîniyek
dilsoz
zan di dilê min de
dema te ji min pirsî
bi Zarê tirsê:
Canê ma tu Kurdî?!
Ji wê Rojê ve
min Gerdûn
gevast di nava
supasiyên zelal de
çimku ez
Di Malzarokek
kurdî de
Afirandim
sipartî
Himbêzek kurdî
kirim
Landikek kurdî
Bi lorî lorî
hejandim
Baweþînek resen
bi bayê
Zaroktiyê re ez
Baweþandim
Pênûsa çavênwî piþtîÇend dilop
weþandin
Baxek ji dilê
kenxweþ
Efirand û
Got:
Wisa evîniya
min û te za
Wisa dimîne.