Nunerê Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur , Dr. Musa KAVAL , di rojên 15-16 10.2007 de li Bruxelles birek hevdîtinan li Parlementa Ewropa pêkanîn û bi taybetî li ser xalên jêrî xebat hate kirin :
- Hevbediyê bal kiþande ser armancên rasteqîn yên Dewlata tirk û diyar kir ku Dewleta tirk li behanan digerhe heta pircaran bi xwe behaneyan diafirîne û dikete stuhê PKK. Armanc rastî ewe ku êrêþê bibe ser Baþûrê Kurdistanê û statuyê Kurdistana Federal têk bibet. Lewma Tirkiye îro dora du sed hizar leþker û curên din ji hêzên teybetî li ser tuxubên Baþûrê Kurdistanê komkirîne.Herwesan humu curên dezgehên cenga (Harb) modern jî bi cihkirîne. Gelo ma beraqlaneye, ma mumkune ku ev qas leþker û hêzên cekdar û melzemê cengê , li dijê pênsed yan bêjîn hizar gêrilîyayên PKK hatibin komkirin li ser van tuxuban !
Armancek din a Dewleta tirk ewe ku Hukmeta Kurdistana Baþûr mecbur biket da hêzên Pêþmerge li dijê PKK bi karbîne, þerek dijwar û durûdirêj dinavbera Kurdan de de bidete çêkirin. Bi vî awayî Tirkiye di xwaze ku kurdan bi hev bite kuþtin û tebîetê arêþê (lirizê) bidete guhurandin anku arêþa xwe û PKK bikete ya PKK û ya Kurdên Baþûr, herwesan Tirkiyê bi vê yekê dixwaze ku hezên çekdar û ewlekariya Kurdistana Baþûr bi PKK ve bidete meþgulkirin da ku di encamê de, meydan ji bo teroristên Al-Qaide û yên din vala bimîne da bikarîn herêma Kurdistanê jî wekê herêmên din yên îraqê bêistîqra bikin.
- Hevbendiyê herwesan diyar kir ku eger Dewleta Tirkiye êrêþê bikete ser Kurdistanê, tehlîke heye ku bê îsîiqrariyek mezin li Rohelata navîn biqewume û bandurek nerînî li Ewropa jî biket.
- Bi milyonan Kurd li her parçeyên Kurdistan û li Ewropa dikarin li dijê vê yekê rawestin û leþker û muesse û bercewendiyên Tirkiye protesto bikin. Ev yeke dikare bibe sedemê qetloamên mezin. Vê deme ku Dinya ji Tikiye dixaze ku cenosîda erminyan nasbike , tehlîke yek ku ew cenosidek nu bike.
Hevbendiyê ji Yekatiya ewropa , Serokatiya Parlementa Ewropa û ji serkên hemo Grobên siyasî (Muhfzekar, Sosyal demokrat, Liberal, Kesk, Çep) xast ku hemo îmkanan heta yên tuntirîn bi kar binîn da nehêlin ku Tirkiye êrêþê bibe ser baþûrê Kurdistanê . Herwesan Hevbendiyê ji wan xwast ku li ser Tirkiye zext bikin da ew pirsak gelê kurd li Tirkiye careser biket û ev çareserî jî bes bi naskirina mafên gelê kurd mumkun dibe.
Di vê çarçevê Hevbendiyê Nameyek gihande serokatiya desgehên bingeyîn yên Yektiya Ewropa wek serokatoya Parlementê ewropa , serokê Komisyuna Ewropa, Berpirsyarê Bilind yê Ewlekariya Yekitiya eropa û serokên grobên siyasî li Parlementa ewropa.
Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur.