Selah Beyro
Ji destpêka rizgarkirina îraqê li sala 2003 yan ji yekemîn rijêmên diktatorî û regezperist li seran serî cîhan û roj hilata nave rast li ser destê hêzên hev peyman , pažve mayên rijêma xwînewî karekî bi gemar dijî gelê kurd dikin û bi tundî žerê bendê 140 î, ji destûra îraqê ya ji bal hemî netewe û ayîn û kesayetîyên civakî û rewženbîr ve hatî pejirandin bi dengdana cemawerî ku bihtirî 80% deng bi dest ve anîn dikin.
Îro peya û pažve mayên rijêmê dixwazin astengîyan jêre çêkin bi pižtgirîya rijêmên
kûrdistan
bi dihê salan dagikirin, û bi hewildan ji erebên çewt û regezperist yên ku li ser çanda bese efleqî perwerde biwin mîna hovên dirinde û destê xwe li ser saman û arzî yên welatîyan danîn û çarenûsa xwe bi çarenûsa xwînrêjê bingorkirî û parastinên desthilatên li dorûberê îraqê ve girêdane,ew jî ji bo îraq bimînê çarçîyeke bazirganî û mefayên abûrî li pêžerojê jê wergirn. Ev kesên me destnîžankirin bûne beydeq di destê wan kesên pažve mayî ku ber bi komarên ser sînor ve revîn bi fereman pêkanîna armanca wanî kevne perist ya bi yek partîyê û bi yek serokî ta mirinê.
mixabin bi destê wan paž ve mayan saman û mozxanên komara îraqê li çarçîyên wan welatan hatine firotin û bi wan dirvan Careke dî tirolîsta sînor birîn ji bo kužtina mêr û afret û zarok û welatîyan bi mebesta meyîn û berdewamîya wan çespandinên žoreža be,es li kurdistanê yên bûne sedemê mezaxtina hezarê hezarê milyonê diravên îraqî li ser dema wê desthilata ruxayî.
Îro rijêmên dorûberê îraqê karê xwe ji layekî ve kirine peydakirina nakokîyan di nêv bera kurê gelê îraqê de, ji kurd û ereb û turkûman û kiristînîyan bi hemî corên nakokîyên netewî û ayînî û nijadî,û ji layekî din ve hinek ji wan rijêman bi çekdarî û diyar û hinek bi nehênî û siyasî bi rêya yên mîna Salih Al mitlig û Mežhedanî žerê kurdistanê dikin,bi mebesta dirêjkirina temenê desthilatdarîya xwe, bê goman Mitlig ji palpižtên xwe re sozda bû ku bervanîyê li wan avahî û arzî û firožgih û pirojên ku li kerkûkê û xanqîn û žêxana û žingalê û hinek deverên dinî ji bal diktatorê xwîn rêj û ser birî ve li ser wan erbên regez perist hatibûn dapežkirin bikê.
Li avdara sala 2003 yan medyaên cihanî ragihandin :
erebên li deverên kerkûk û xanqîn û žêxana û žingalê nižtecîdibûn ber bi sînora û deverên erebî ve direvin ,heger gotina Mitlig raste ev deverên me destnîžankirin cihê erebaye ,karê bêjê çima ji wan deveran bê qeyd û merc direvîn??.
Ji dema danîna bendê (58)an,ji yasayê kargêrîya komarê, adgarên wan mendel kirina ji vî bendî û deverên rizgarkirî ji herêma kûrdistanê ye weke nerîna siyastmedaran ji pîtolîya wan bi arîkarîya komarên herêmê li ser pažxistina bendê 140 î.ji destûra bingihî, ji wê rojê ta roja îro yên weke Mitlig bi fermana wan rijêmên dorûber çanda kînê û nagokîyê dibin siha perlemanê îraqê de belav dikin ,û ne bažtirîn rol û reftar di žopînin, dîse em dibêjin :
heger Mitlig û hevalên xwe ne peyayê wan rijêmên nav hatîbin wê ewjî yek ji yên daxwazkirî bin ji bal fermangeha asayiža gižtî ve li îraqa fidral.
Bi tenê em karin bêjine Mitlig û yên di kižtîya wî de bi pažxistina bendê 140 î ,û hilbijartinên li kerkûkê û devrên dorûber xwesteka wan bikarbirinî ye û sûde ji wan nîne û ne berdare .
Kerkûk wê bimînê žarek û bežekî giring ji erdnîgara herêma kurdistanê.