kurdyar dirê,î - amûdê
Dema min tu dît
rûyê xweda
diherdû Çavên tede
rû liken min didît
xanimamin
tu li kube … jibîr meke
heye livir evîndarek
tu tim di dil wîde dijî
Þevê pêde dinûse helbestan
û pênûs xamê ji hêsiran dibî
Dema min tu dît
Ji nava dilêmin refên kevokan
Firyane … firîn
Buharek li ber min vejî
Kesk û sor û zer
Þemala gulan têde
Bi ser herdû lêvên tede daweÞî
Roj ji nava dusevan hilat
û li nîva dilêmin rahejî …
Li nava ristên xanê û cezîrî de
Li drmanê
serxweÞiya evîndariya te geryame
zîn û selwa
giryan … û gutin
ey evîndarê jiyanê
hêsiran ji Çavan daweÞîne
av bide dildariyê
bi êÞ û nalînan talan bike
Þev tariyên tenahiyê
Dema min tu dît
Anahîta min himbêz dikir
gote min … hesbike
min go … nikarim
gote min … hesbike
min go … nizanim
gote min … hesbike
min go … hejarim
gote min … ey lawê
cezîrî … xanê û ceger xwînê nemir
bi navê mîdiya hesbike
nagiha bÛme bilbilekî Þeyda
û fîxan hate der
ey xwedana evînê
can … cerg û dilê min bi qurbanin
li bin pêdana heskirinê …!!!