Da te bibînim û li ber dilê te, xwe,hiþê xwe,hestên xwe,aþop û nava xwe
Ya bi salan ku jibo dîtina te dikelî rayêxim.
Û ji dilovaniya te
Ji toza þopa lingê te
Ji aramî û tebata mejîfirehiya te
Ji nêrîn sirûþta te
Ji þevên te xwe avabikim esmerê.
Û dema min tu wek wê rastiyê
Ku hemû perî û fireþteyan di welatê xwe de
Winda dike
Û hemû kulilk li ber bejina te stûxwar dibin,dît.
Wê demê hemû peyvên ji ferhenga cîhandîtina te
Derbasî pirtûka giyanxweþiya min bûn.
Min rengê xwe dît
Min hemû þewatên xwe
Hemû demên windayî
Hemû þahiyên derneg mayî di wê dîtinê de dîtin.
Êdî ez li ber dergehê dilê te bûm
Tu dikenî
Û min hemû xuda xwedawend
Di kenê te de jibîr dikirin esmer!..
Lê niha tu bê dengî
Penceraya wê mezelê girtiye
Dengê di þevê de
Ez dibirim bajarê evînê û peyvên Qamiþlokê ez dikirim rêwî li kolanên eþqê
Lal bûye.
Ka ew pirtûkxana te ya nefispiçûk
Ka ew çavên te yê di keviran de gul dipiþkivandin?
Min bêriya te kiriye esmer!
Ji xwe pirtir
Ji wan dîtina pirtir
Ji rojê û heyvê pirtir
Ji wan salên çûyîn pirtir,min bêriya te kiriye!
Dilovanî esmer,dilovanî esmer.dilovanî!..
Niha bê te erdek qeliþî me..
Li benda barana dilovaniya te me Esmerê
Li benda te me tu bêje,rojbaþ,êvarbaþ..Esmerê..