LAZGÎN DÊRÛNÎ
Rabin pevre em li bîraxwe bînin
Sirûda serxwebûnê em bixwînin
Ala rengîn serxwere bi hejînin
Pêþewe QAZÎ MIHEMMED bîr bînin
Rêberê milet bi rêkir ew li pêþ
Karker û cotkar civandin bû ser kêþ
Bûne leheng bûne hêz bûne artêþ
Bûne wek ava kû di çê li ser êþ
Biryara serxwebûnê bû diyarî
KURDÊN dilsoz hemî bûn alîkarî
Dest dane hev li hember wî neyarî
Ew dijminê xwîna KURDA vexwarî
Nevyê ZERDEÞT û MANÎ û MÎDIYA
Ji newal û ji asêgeh û çiya
Serî hildan tev rabûne ser piya
Dijmin ji dengê þoreþê reviya
Komarek serbixwe hingî te çêkir
Navê KURD û KURDISTANÊ te lê kir
Ala rengîn neqþê rojê te tê kir
MEHABADÊ çi paytextek pîrozkir
Li nav KURDA ti þêrî wek lehengî
Li CÎHANÊ çi bi nav û dengî
Li meydana ÇAR ÇIRA þox û þengî
Li nav karwanê þehîda pêþengî
Ew xwîna te fener û ronahiye
Bersiv li himber dijmina dayîye
Te gote wan her KURDEK ew QAZÎYE
Ji KURDA re bû bîr û bawerîye
21/1/2012