Ala Kurdan di Navbera Bedirxaniyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 07 ãÇíæ 2013 Mijar: Nûçe
Konê ReşDi sala 1847an de, Mîr Bedirxanê Azîzî li Stenbolê, di sirgunê de, tev zarok û neviyên xwe li dor xwe civandin, komkirin û ji wan re got: ( ..Ez di tirsim ku hûn di nav tirkan de zimanê xwe jibîr bikin û ku we ziman jibîr kir, hûnê welatê Botan jibîr bikin. Tiştê ku min ji we divê; hûn di malên xwe de, bi zarok û zêçên xwe re, bi zimanê bav û kalan bi axifin, yê wa neke, ne kurê mine..) Kovara Gurzek Gul: Hejmara 15 / 1992
Di roja 9/6/1999an de, serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina (Ala Kurdan) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ew piroje pejirandin... Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve rengê keske, ji ortê ve rengê spîye û rokek di nav de diçirise û ji jor ve rengê sor e. Bi ragihandina vî pirojeyê pîroz re, gelek bûyer hatin bîra min: Bûyrên ku bi Ala Kurdan ve girêdayî ye û pêre pêre ez li sala 1919an vegerîyam. Ev sala ku Ala Kurdan têde hatiye amadekirin. Di destêka sala 1919an de, di civîneke ( Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê duwem ( Mîr Emîn Alî Bedirxan), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan wek; ingilîzan, fransîzan û yûnaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin. Ew Kurdistana azad û serbixwe Alek jêre divîbû, hingê di wê civînê de Emîn Alî Bedirxan rengên Ala Kurdistanê ku wî amade kiribû ji hevalên xwe pêşkêş kir, hevalên wî jî ew reng pejirandin.. (Eynê vê Ala niha). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin.. Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe aşkere bike, lê nedihat aşkerekirin şerê wê bi dijwarî dihat kirin. Wê Alê jî ji cihê xwe yê veşartî nedihşit ku neyarên wê têr razên.. Tevî vê rewşa xerab, vê Alê sê carî asmanê Kurdistanê xemilandiye û dilê welatiyên xwe xweş û geşkiriye; cara pêşî di sala 1919an de bû, dema şerê Qoçgêrê destpê kiriye, cara din di sala 1929 _ 1930, de bû, di van her du salan de, ev Al ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve di şoreşa Agirî de li ser çiyayê Araratê hatiye bilindkirin, cara din di roja 22/01/1946an de bû, di roja beyankirina komara Demokratik li Mehabadê, de li navtara Çarçira de... Guhertinek biçûk di navbera herdu alan de heye. Di ala Mehabadê de, sembolê komarê di şûna rokê de hatiye danîn, ew sembolê ku ji rokê, du simbilên genim û pênûsekê pêk tê.. Lê mixabin, di van her sê caran de ev Al bi darê zorê hatiye daxistin û bûye qedexe... Di sala 1932an de dema ku Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara xwe (Hawar), li Şamê weşandiye û her wiha ew yekî seroke bû ji civata Xoybûnê û şoreşa Araratê re hingê wî di hejmara 5an de ji kovara xwe (Hawar)ê helbestek bi navê ( Ala Kurdan) weşandiye avêtiye ser: Ala KurdanAlê Kurdan di nav rok Çi bedew û bi heybet Bi çar reng î, rengê te Çi delal û çi xweşkok Xêzek kesk û xêzek sor Nav sipî û nîvek zer Keskesore bi roje Ev li jêr û ew li jor Di hejmara 8an de ji eynî kovarê (Hawar) sala 1932an, birayê wî Dr. Kamîran Bedirxan jî yek ji hîmdarên komela Xoybûnê û berpirsyarekî serhildana Araratê wî jî helbestek belav kir li ser Ala Kurdan: Ronahîya dil û çav Diyarîya dê û bav Pêsîra wê roj û tav Spehîtiya ax û av Ala Kurdan ser bi ser Sor û gewre kesk û zer Qehremanê Ceng û şer Qublegehê mê û nêr Cayegahê can û ser Afîtaba dar û ber Ala Kurdan ser bi ser Sor û gewre kesk û zer Hêvîya xortan û mêr Mihraba mizgeft û dêr Şahê evd û şahê şêr Bi reng û bihne zîv û zêr Ala Kurdan ser bi ser Sor û gewre kesk û zer Tevî xwînrijandina wek çem di şoreşa Araratê de û herifandina şoreşê, Mîr Celadet bê hêvî nebû, dilê wî ma bi ser (Ala Kurdan) ve û Ala xwe jibîr nekir.. Piştî helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê ( Welat, Welatînî û Al) di kovara xwe Hawar ê de, hejmara 9an, sala 1932an de, weşand û têde got: ( Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête milet û welate, Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin, Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe. Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêeçûna leşkerî de divekin pêşiyê. Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandî ne. Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve daçikînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî dine. Ala Kurdan ji jor ber jêr ve, ser hev; sor, sip, û keske, di nava wê de roj diçirise. Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û bi kamiranî bijîn).
Mîr Celadet Alî Bedirxan Piştî van gotinên Mîr Celadet Alî Bedirxan êdî ez nema dizanim çi bibêjim; di pesnê Ala Kurdan û parastina wê de... Tiştê ku ez dixwazim bibêjim eve: piştî 80 salî ji danîna reng û amadakirina Ala Kurdan, piştî bi dehan şoreşên bi xwîn, bi hezaran şehîd.. Va ji nû ve bi saya Bedirxaniyan, şoreşên kurdan, Barzanîyê nemir û bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar, em Ala xwe di asmanê welatê xwe de bilind dikin, serbilind û serfiraz di bin siya wê de dijîn. Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê amade kiribin û danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî û... hwd li ser giriya bin, eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bi darvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbaskirin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka welatê me bilind, li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhiştan dibin rastî û her bijî Ala Kurdan, bijî kurd û kurdistan.
|
|