ji kengî ve û ji bo çi ez dinivisînim?
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 09 ÓÈÊãÈÑ 2014 Mijar: Nûçe
Konê Reþ Berî pêlekê mamoste Mehmet Tekçe hevpeyvînek bi min re, li dor çîroka nivîsandinê, ziman û edebiyata Kurdî pêk anî. Min jî, ji wê hevpeyvînê, ev pirs bijart û bersiva wê ji bo we belav dikim: P. Ji kengî ve û ji bo çi dinivisînî?
B. Li gor min, nivîsandin
mereqe. Her divê mirovê nivîskar serwext û zana be, ji ber ku bê zanîbûn nabe..
Jixwe wek ku hûn tev dizanin pirtûkxaneya Kurdî di destpêka avakirina xwe deye,
anku feqîr û lawaz e, û wek ku diyar e, serwextî û zanîbûna me ji zimanên din
wek Erebî, Farisî û Tirkî kom bûye..
Belê min di bin bandor û þêraniya zimanê dayika xwe
de hez zimanê xwe kiriye û pê nivîsandiye û min ew serwextî û zanebûna xwe a bi
zimanê erebî bi zimanê Kurdî pêkve biriye.. Tevî qedexebûna zimanê kurdî,
qedexebûna pirtûkên bi zimanê Kurdî û qedexebûna pirtûkên bi zimanê erebî li
dor kêþeya gelê kurd, min hewil daye û bi kurdî nivîsandiye.. Pêre jî min bi
erebî jî nivîsandiye.. Bûguman, bandor Cegerxwîn, Osman Sebrî, Dr. Nûreddîn
Zaza, Qedrî Can û di serê tevan de mamostayên wan Mîr Celadet û Dr. Kamîran
Bedirxan zor mezin e di vî warî de.
Bi gotinek din nivîskarî û zimanhezî
wek werîsê ji du benan hunandî be, yek bêyî yê din nabe.. Û di her tiþtî de
destpêk bi hezkirinê destpê dike û hezkirina durist û aktîv mêraniye.. Sebaretî
nivîsandina min û hezkirina min ji zimanê Kurdî re, dikarim bibêjim ku ji gundê
min Doda destpêkiriye, ev gundê sînorî ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê
dikeve, kesî jê ne bi zimanê erebî û ne bi zimanê tirkî zanîbû û bi demê re di
nav agirê van her du zimanan de dihat þewitandin.. Wiha di nav wê trajîdiya
zimanî de mezin bûm, min xwend û bi giyanekî Kurdperwerî hatim xwedî kirin.. Di
sala 1973 an de min dîwana Cegerxwîn (Kîme Ez!), peyda kir û çend
carekî bi Cegerxwîn re rûniþtim, hingê min jî wek tevayî nifþê xwe, hin caran
bi zimanê erebî dinivîsand.. Lê piþtî ku min Cegerxwîn dît û min jê pirsî Seyda
tu bi erebî bêtir kare his û hestê xwe derîne an bi kurdî..? Beþiþî û li min
vegerand û got: Bi Kurdî.. Ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî
dilê min.. Di sala 1977 an de bo xwendinê çûm Almaniya Rojava, li wir biþahî
çav rojnameya (Roja Welat) ketim, bi Kurdî û tirkî bû.. Piþtî vegera min
di sala 1978 an de, min dest bi nivîsandina Kurdî kir, belê di pileyek biçûk de
bû. Bi hatina ronakbîrên Kurd re ji Sovyêta berê wek: Celîlê Celîl, Ordîxanê
Celîl, Eskerê Boyîk, Eliyê Evdilrehman Tosinê Reþîd.. Þêraniya zimanê Kurdî û
danheva zargotina kurdî bêtir bi min re mezin bû û wê hingê, di rêka mamoste Eskerê
Boyîk re çend carekî helbestên min di rojnameya (Riya Teze) de belav
bûn..
Di
salên 1980î de hin caran berhemên min di kovara (Pêþeng) de belav dibûn,
ewa ku partiya rehmetî Samî Ebdulrehman li sûriyê diweþand.. Belê di sala 1988
an de min bi rengekî aktîv bi kurdî nivîsand û di Newroza 1989 an de min û
hevalekî xwe Kovara (Gurzek Gul), bi Kurdiya Latînî weþand.
Ji bo wan kesên ku bi zimanê
Cizîrî, Xanî û mîr Bedirxanê Botî diaxifin dibivîsînim, ji bo xelkên Qamiþlo û
Amûdê, Amedê û Sêrtê, Zaxo û Duhokê, Ormiya û Mehabadê dinivîsim, ji bo wan
lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welat de rijandine, da ku careke din berfa
li ser çiyayê Agirî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, bi xwînê sor nebe,
dinivîsînim... Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi aþtî û aramî, her yek
ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, li ser Zîna xwe, Xeca xwe stranan
bibêjin û Edûla Temir Paþayê Millî, bê tirs li ser Derwêþê Evdî binihirîne...
Erê, ez ji bo gul, kulîlk û nêrgizên Kurdistanê
dinivîsînim, ewên ku ji zimanê dayka min fam dikin, ewên ku, ez û wan bi yek
þûrî dikevin û bi yek þûrî radibin, ewên ku ne ji wan be ez tune me û hebûna
xwe di hebûna wan de dibînim, ez ji bo wan dinivîsînim.
Konê Reþ, Qamiþlo,
08.09.2014
|
|