AÞÊ SEBIRÊ ME
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 07 íäÇíÑ 2015 Mijar: Nûçe
Xizan Þîlan
her þev hestên min yên tevzînok di nalîna stranên keserkûr de mest dibin qedera sersem li nav qermîçokên eniya min
konê xwe vegirtiye bêþansiya salên kambax xwe li stûyê þadiyên min alandiye ji asîmanên bihara rengîn xwelî û xubar li ser xewnên min dibarin dilê mesûm li nav parsûyên jihevketî kutekut e alfabeya temen di deftera demsalên piþtxûz de tarûmar bûn kovanên mijkirtî bi qefesa salên westiyayî ve hatine daliqandin çirûskên zanyariyê di asoya ramanên þêlû de direqisin li newalên hinavên min karwanên sebirê derbas dibin ez li bêxewiya þevên kor heyveroniya derûniya xwe me li dengvedena kendalên dirinde derwêþekî gerok im di rêya êþ û xeman de rêwîtiyê dikim li aþê serkeftinê êþkenceya çaxên genî dihêrim mucîzeyên jiyana nependî di wîzewîza bayê dîn û har de kifþ dikim kelkela birînên kezeba xwe bi maçên xunava lêvên yarê dikewînim þûrê zaliman li ber nefsbiçûkî û xweþbîniya xwe ditewînim tenêtiya giyanê xwe yê qefilî bi kirasê hêviyên nîvcomayî dipêçim li nav bagera tirs û endîþeyan xwe li siya xeyalên tewiþî radigirim ji pêsîra rojên bêbext meya kêfxweþiyê dinoþim mîna çîçekên bêhnxweþ di qelþa qolincên zinaran de dipiþkivim û geþ dibim ez ê wek volqanên serhêldêr biteqim û di mêjiyê xêrnexwazan de agir bipijiqînim Xizan Þîlan 2014-04-06 Stockholm
|
|