Ronî ELÎ
Çi bû ev ..
Birûska di sînga jinebiyan de bû
An
Þelpeyê seybê
Li cerga caniya tîmar nekirî bû ..!
Bi niçniça keskesora
Di memikên aso yê de
Bersiva Þivanê helbestan
Di rewrewa Segan re
Deng vedida
Û digot :
Min .....
Deriyê koza Xalxalokên evînê
Sparte dergevanê Þevê
Berî ku
Topa Berbangê
Xelata kujeriyê
Ji Qîlên seydayê Ejdeha
Werbigrê
Çibû ev ..
Talîzoka Bayekî dîn bû
An
Dînekî
Di argûnê nanpêjekê de
Çivîkên berê Biharê
Hilqetandibûn
Û di gewriya Yareke dilkoçer de
Siloganên Þeyd û dilketinê
Vemirandibûn
Di dema ku
Fermana pûþtiyê
Dinav teþk û giyanê
Welatekî nifir lêketî de
Di destên tolazên kolanan
Û sextebazên di hembêza canfiroþan de
Bi Þûrê Elah û Ekber
Hatibû lidarxistin
Û bi kar xistin
Çibû ev ..
Xençera di nameya Çavên kenok de bû
An …
Geþteya karwanê di devê deryan de
Ku ji bihna welatkî beravêtî
Kulmek ax
Bi giyanê mirinê re
Kiribû hevbeþ û heval
Da di þewata bîranînan de
Rondikên hêviyan ziwabike
Û bi lorîna hey welato re
Hevîrê penaberiyê
Ji Axa þewitî
Bide ber lêvên kuzirî
Û landika paþerojeke bê deng
Di kolanên tî de
Li ser milên xûz
Bi halan û lîlanan
Bihejîne … Bihejîne û ………….. Bihejîne
1462015