Konê Reþ
Ezbenî! Va payîz hat û darên wê têne hejandin..
Ew payebûna derewîn ji wan re nema.. û þev bi dûv þevê de rêz dibin.
Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re
vekirî ne.. Lê qet em riçin, geha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav
gul û kulîlkên me de þîn tên, jibîr nakin..
Gul û kulîlk, ji kêrên birrînê direvin..! Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin, pêwiste em bi wan re bikenin..! Ji ber ku zerera wan nîne, rojên wan kurt in û dahola wan vala ye.. Ew mîna gehayê ser bêndera ne, tu carî nikarin bibin mîna darên di hewþa min de.. Tevî wilo jî, pêwîste em bi wan re bi gurnijin û bikenin, li wan guhdarî bikin û baweriya wan bînin ku ew rastin..!
Belê ezbenî bilive pêþ! Li paþ nezîvire.. Jiyan bê rawestandine û her dem dar þipya ne û þipya dimir in..
Ezbenî! Va payîz bi lez û bez êrîþ dike, kirasê daran ji wan dike û rastiya wan þanî me dide.. Dibe sibe an dusibe baran bibare, serpêhatî bibin dengvedan û tevlî xuþxuþa ava çemên ku berê wan li deryayê bibin. Hingê tê ji riçin û gehayê di hewþa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî û di nav lingên te de kom bûye.
Ezbenî! Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake. Lehî û þapa ku ji çiya tê xwarê, zû bi zû razanê ji xew þiyar dike..! Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas meke, piþta xwe bide wan û were em bi hev re bahozekê bi afirînin.. Erê bahozekê û bi hêviya ku yekîtî di asmanê welatê me de þiyar dibe..
Konê Reþ, Qamiþlo, 28.10.2016