Gulistan Awaz
Ez im ez...zarokeke Efrînî me
Zaroktiya winda me…ez
Zaroktiya ku bêwijdaniyan
li bin siya navê Xwedê
bi hovîtî..êþkence kirine…
Ez
Temenekî biҫûk û miþtêþ im
Temenê ku li nav zinar û newalan
Li ser rêҫa penaberiyê
Û li dûrî bêhna aramiyê
Roniya cîhaneke qirêj dîtiye..
Ez
Girnijîna keserekî têrnalîn im..ez
Girnijîna ku bi ҫavine þil
Li ser dêmine þor û terikandî
bi melûlî biþkuviye û jiyan naskiriye...
Ez
Zaroka Avdareke pelweþandî me..ez
Zaroka ku li Buhara duhezar û hejdeh
Ji malzaroka Efrîna birîndar bûye
û navik birî ne….ez im .