DaxuyanîTêkiliyên Kurdan û Misriyan ji demeke berê de,ji kûraniya dîrokê de hene, Mîtaniyên, ku pêþiyên Kurdan in, di (2000 b.z)de li gel Fîrewnên Misirê hevalbendî û têkiliyên zemawendê Girêdabûn.Ev têkiliyan di serdema Selah Dînê Eyyobî de jî berdewam bûn, ta ku di serdema hemdem de, gelek helbestvan, wêjevan û ramanbîr ji nava kurdên Misirê diyar bûn, ku bandora wan li ser wêje û ramana Erebî berbiçav bû. Û heya naka melyonên Kurdan li Misirê dijîn, bi reseniya xwe ya kurdî û bi niþtimanperweriya xwe ya misrî serbilind in.
Bo berdewamiya van têkliyan, komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya
gelan, biryar da, ku vê xelatê vê carê bide rojnamevanê Misirê rêzdar
Essyêd Ebdilfettah Esseyêd, bo helwestên wî yên kurdewarî, bervedêriya
bo gelê Kurd û doza wî ya dedmend, çi di nivîsên xwe de, û çi jî li
konferans û cîvînên herêmî u navdewletî de.
Rojamevan Essyêd
Ebdifettah Essyêd endamê sendîkeya rojnamevanên Misirê ye, gotar
ênalîzeyên xwe di rojname û kovar û malperên Erebî û Kurdî de diweþîn,
wek: Elmusewwêr, El-Fhram El-Erebî, Etteaxî, Kurdistanî Noy, û Pok
Mediya û hinên din.
Ew þarezayê kar û barên kurdî ye, serokê navenda
El-Qahîre bo lêkolînên kurdî ye, ku sala (2013)ê damezirandibû, rêvebirê
weþanxaneya Nefertîtî bio weþan û lêkolîn û wergerê yê, ya ku berî
pêþî, têkliyên çandî yên herdu gelên Kurdî û Misrî û weþandina berhemên
ramaî û wêjeyî yên aferînerên Kurd xem û qisaweta wê ne.
Rojnamevan
Essyêd Ebdilettah Esseyêd, bi boneya raportên meydanî li ser þerê dij
Daîþ li çeperên cengê, li Baþûr û Rojavayê Kurdistanê, xelata sendîheya
rojnamevanan wergirtiye.
Rojnamevan Esseyêd Ebdilfettah Essyêd
beþdarê gelek kongir û konferasên navdewletî bo doza Kurd hatine
girêdan, beþdar bûye. Hinek ji wan:
1. Kongira navdewletî bo doza kurdî, li Balçîka, perlemana Eewropa sala 2016.
2. Civata navdewletî bo guhertina demografî, ku li Efrînê dibe, sala 2018.
3. Mêvan û hevpiþkê çalakiyên ramanî û semînaran li pêþengeha pirtûkan a Hewlê ya navdewletî herdu salên 2017 û 2019.
4. Mêvanê rûmetê yê duwemîn pêþengeha pirtûkan li rojavayê Kurdistanê sala 2018.
5. Gelek caran seredana çeperên þerê dij Daîþ li baþûr û rojavayê Kurdistanê kirî.
Her
weha wî têkiliyên germ li gel wêjevan û rewþenbîrên Kurd, û piraniya
hêzên siyasî Kurdistanî li Baþûr û rojhilat û rojavayê Kurdistanê hene, û
di nav pirtûkên, ku wî lêkirine de, pirtûkek bi sernavê „ Jelal
Talebanî, nerîneke Misrî“ heye.
Rêwresmên rûmetkirina wî dê li El-Qahîreyê bêk bên, û dê bi daxuyaniyeke din were ragihandin.
Almanya, 15. 09. 2020.
Komita xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan.