Bêwar Brahîm Pêngav bi pêngav … li pey ronahîya azadîyê ,
Qamiþlo , xwezîyan dike gilî û gazî …
Li nav toza oxirên bê dawî ,
Di gel rijandina stêran jî ,
Lê…, ew Stêran ji asmanê xwe narijîne ,
Li ber pêlên mirinê ,
Ew stêrên xwe , dispêre asmanê sermedîyê ,
Hefsarên þînîyên hêsir gerim û
Þivîlek û dolikên rondik zuha …
Li nav çiroskên pertew û ronahîya
Mirinên spehî …
Diçirisin û ronî didin .
* * *
Kat bi kat … , di hembêza hêvîyan de ,
Qamiþlo , reþbînîya mirinê geþbîn dike
Mirinê dixemilîne , xweþik û sbehî dike
Li nava rist û nîgarên dêrîn û kevnar ,
Li ber bêhna avê û xakê …
Rêkên dûr û dirêj ,
Xwe li pêþîya me û dijminan radixînin ,
Lê… derdê me , ronahîya rêkên felat û azadîyê ye ,
Birînên me , yên dev vekirî … dikin qêrîn û hawar ,
Xwezîyên me yên pel çilmisî ,
Pel bi pel … diweþin ,
Bi tenê hêvîyek ronî hûr
Ji piþt asoyan diyar dibe ,
Ku rêka milet ji xezeba qirkirinê paqij bike .
* * *
Dem bi dem … , ji kezeba jiyanên bê mirad ,
,Qamiþlo , þînîyên bê war û hejar …
Dike Gemî , di nav deryayên wefadr û sozdar de .
Li ber rûbarê ava destnimêja Þêx Maþûqê Xeznewî
Kelkela germa havînê , bû buhareke ne mir ,
Mirin bû dilopa dawîn , di pênûsa Seydayê Keleþ de ,
Ew dilop , bû daristaneke rengîn li kêleka vê buhara ne mir .
Ew dilop , bû stêreke ne vemir , di asmanê sermedîyê de .
* Bi navê Navenda PEN a Kurd û bi navê nûnerîya Navendê li Baþûrê-Rojavayê Kurdistanê , em sersaxîyê ji malbata Seydayê Keleþ re dixwazin , û ji hemû dost û hevalên wî re , ji Yezdanê dilovan lav û tika dikin , ku cihê wî buhþta rengîn be .