Konê Reþ Di van salên dawî de, gelek ji keç û xortên welatê min, pirsa zarokên Mîr Celadet û Rewþen xanim Bedirxan ji min dikin.. Dixwazin wan nas bikin.. Nexasim kurê wan Dr. Cemþîd nas bikin.. Dibêjin; me navê keça wan Sinemxan Bedirxan bihîstiye ku li Hewlêrê ye, lê em tiþtekî li dor kurê wan Dr. Cemþîd nizanin..? Di vê derbarê de ku isal 2021, 22 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, wî bi we bidim naskirin. Werin, vê panoramaya kurt li dor jiyana wî bixwînin:
Mîr Dr. Cemþîd Bedirxan kurê Mîr Celadet û Rewþen Bedirxan e. Ew di roja 09/11/1939an de li Þamê çêbûye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî li Þamê û Libnanê qedandiye, xwendina dawî (Lîse), li Þamê di xwendengeha Emerîkî û Orthodoxiyê de xwendiye. Di sala 1958an de li ser daxwaza bav berî mirinê ku doktoriyê bixwîne, diya Rewþen xanim wî diþîne Elmanya Rojava ji bo xwendina bijîþkîyê.
Li Elmanya, dest bi xwendina bijîþkiyê dike.. di sala 1968an de bi
pileyeke baþ doktoraya xwe di bijîþkiyê werdigire.. di gelek
nexweþxaneyên Elmanya de kar dike.. nêzîkî du salan jî di nexweþxaneyên
Parîsê de karê bijîþkiyê dike.. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û
vekirina nexweþxaneyeke taybetî li Hewlêrê, di temmuza sala 1970an de
piþtî beyana 11 adarê, seredana baþûrê Kurdistanê dike, da ku
nexweþxaneyeke taybet lê veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema
hikûmeta wê demê, projeyê wî pêre naçe serî û careke din dizîvire
Elmanya. Dema ku þoreþa Barzaniyê nemir destpê dike, ew bi rola xwe
radibe, bi dermanan û pêdiviyên tenduristiyê alîkariyên berçav ji
tevgera Kurdistanê re pêþkêþ dike..
Herwiha Dr. Cemþîd Bedirxan
kar di damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd de li Þamê dike, wiha jî
li Ewropa, dibe yek ji çalakvanên Komeleya Xwendekaranên Kurd, ya ku bi
navê (KSSE) naskiriye.. Hem jî di rêxistina Partiya Demokrata
Kurdistanê, þaxê Ewrupa de kar dike.. Vê paþiyê ji ber rewþeke taybetî
dev ji kar û çalakiyên siyasî berdide û êdî giringiyê dide karê xwe yê
tenduristiyê.
Di salên 1985 û 86an de Dr. Cemþîd Bedirxan bi
nasnameyeke din û navekî din yê veþartî, seredana cîh û warê, bav û
kalên xwe bajarê Cizira Botanê dike. Di encam de, nêzîkî du mehan li
bajarê Þirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê digere û
gelek xebatên lêkolî û hevdîtinan pêk tîne. Lê mixabin, ji ber
bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare zêde li wir bimîne,
vedigere Elmanya.
Dr. Cemþîd Bedirxan di roja 19/09/1975an de bi
keçek Elmanî (Michtield xanim) re dizewice. Du zarok ji wan re bi navê
(Kurd/ Curd) û (Evîn) çêdibin. Kurd û Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr.
kurd Bedirxan; ew jî, wek bavî xwe Dr. Cemþîd xwendina xwe di bijîþkiyê
de diqedîne û niha di nexweþxaneyên Elmanî de kar dike. Evîn jî li
Elmanya xwendina perwerdeyê (Pedagojîyê) diqedîne û kar dike. Vê paþiyê
Evîn û Jiyan Bedirxan rastî hev tên û bi hev re dizewicin.. Hêjaye
gotinê ku Jiyan Bedirxan neviyê Cegerxwîn e.. Dr. Cemþîd Bedirxan di
roja 10/12/1999an de li Brezilyayê koça dawî dike. Zarokên wî Dr. Kurd û
Evîn termê bavê xwe tînin Elmaniya, li bajarê Koblenzê vediþêrin.. Dr.
Cemþîd Bedirxan ji dervî zimanê Kurdî, bi van zimanan jî baþ zanîbû;
Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî.
Yezdanê mezin wî û tev neferên malbata wî bi dilovaniya xwe þa bike, cihê wan buhiþta rengîn be.
Qamiþlo 03/08/2021