Emer îsmayilSerfiraziyeke mezine ji mere ku îro em bi serbilindî radiwestin pêžberî bîreweriya 41 sal di ser barkirina girintirîn xebatkar û pêžewa di çerxê 20an de û mezintirîn žan û pêženg di raperîn û žorežên kurdî yên nûjen di tevaya gelê kurd ya kevin û nû de , ji ber ku ew bi xwe verêj û berhemê ezmûn û rêbazeke žoržgêr û kudperwer bû , tevlî xwedan kesatiyeke taybetmend û navnas di warê serdarî û serweriya ležkerî ji alîkî ve û ji aliyê dî ve rêzan û rêberek têgihižtî û çeleng bû di beryar û nerînên çarenûsî yên ku di delîv û rûdanên teng û zehmet de distandin ,ew nerîn û bûyerên dîrokî yên ku îro em serê xwe pê bilind dikin û
berhemê wê xebatê li ber çav dibînin , belê evê dibistana žorežgêrî
hižt ne tenê bandorê xwe di raperên û žorežên berdewam û li pey hev di
kurdistana Iraqê de bilîze , lê ew sînor derbaskir û piždarî di žorež û
bûyerên di seranserî kurdistanê de ,
di vî warî de diyare daxwazî û
pîrozbahî , ked û karê wî ji bo pêkanîna yekîtiyê di navbera herdû
parçên parta demoqratî kurdî li Sûriye di sala 1970 , lê dema mirov
vegerê li ser pêvajoya wî ya serkeftî ku mîna destaneke lehingî navê xwe
di singa dîrokê de tomarkir .
Bê guman wê netenê mêranî û çelengiya
500 mirovî bidê diyarkirin , lê belê ew bi xwe mêrxasiya ewê çavkaniya
zelal û resen , gurbûna hest û helawistên wî yên netewî û mirovatî û
girêdan û evîna wî bi xaka welat û gelê kurd ve , û sergihayî û
hûrnaziya wê rêbazê dide ron û ežkera kirin , ewê yekê hižt û pižtî
têkçûna komara Mehabadê di sala 1946an de dilsarî bêhêvîtî cihên xwe di
dil û canê wê negirt û serkêžiya karwan û berevaniya wî ji êrîžên
ležkerê ( Iran , Iraq û Tirkan bikin ) êrîžên wan di 9 cengan de
žikandin , dawîyê gihandin ber ava çemê Arasê , di vê pêvajoya dîrokî de
ya vekêžayî 650 k,m . di dema 52 rojan de hate birrîn , dema sîstema
žahînî li Iraqê bi egera žoreža 14 Temûzê di 1958 de hate žikandin û di
žûn wê de sîstemeke komarî hate avakirin , ewê sîstema komarî programek
ji bi çareserkiina gelek girêbend û pirsan pêžkês kir û yek ji wan
bendên giring di wî programî de ku di destûra sala 1958an de hate
diyarkirin çareserkirina pirsa kurdî bû û hate danîn ku kurd û ereb di
vî welatî de hevpižkin û mafê netewî yê gelê kurd wê werê parastin , di
encama van nûbûn û guhertinan de Barzaniyê nemir vegera kurdistan Iraqê û
dîsa kar û xebata xwe ya rêzanî û ramyarî berdewam kir . lê nerîn û
karê wî di ber mafê gelê wî de bûn cihê diltemgî û nrazîbûna rijêmên
deshilatdar û ew yeke bûne egerê destpêkirina žoreža Ilûnê di sala 1961
an de , ku ew žorež lêvegerandinek bû li ser wê siyaseta zordar û
žofînîtî ya ku dijî hêvî û omîdên gelê kurd û mafê wî yê rewa bû , û
dadmend dihate çekirin û girêdan .
Belê berevaniya gelê kurd ji
erebkirin û wêrankirinê hate kirin , û nasnameya wî ya ntewî hate
parastin û daxwaziya wî ji bo pêkanîna azadiyê û wekhevî di civaka Iraqê
de hate bilid kirin û žorež bû singerek û dîwarekî asê di singa
zordaran de , û berevaniya gelê kurd kir û tevî pîlanê dijmina ron û
ežkera kir û êrîžî wan herifandin , bêçar man û peyama 11 adarê morkir ,
ew rêkeftin bi xwe naskirinek fermî bû bi gelê kurd û her çawa bibê
kevwarek cebû ku ew kevwar mafê rewayê gelê kurd bû .
, Barzaniyê
nemir karî kêža kurdî ji kinarê hundirî û herêmî yê teng û winda derxînê
û bikê mezintirîn pirsa rewa û dadmend di rojhilata navîn de , tevî dek
û dolaban ji alyê rijêmên dagirker ve ên li ser serê wî dihatin girêdan
, û xefk di bin lingê wî de dihatine çepandin , lê nikarîn wî ji riya
wî ya rast derînin û berê wî ji êž û kulên gelê wî bizîvirînin , li ber
ronî û rêdarî û žîretê Barzaniyê nemir û beždarbûna wî di civînên serekî
de , partî di sala 1946an de hate damezrandin , ji serwerî û serkêžiya
partiyê re bi piraniya dengan hate helbijartin û ji her kesî re diyar bû
taybetî û kesatiya Barzanî ku kesatiyeke bi nav û deng bû , pispor û
zanayê dema xwe bû , dikarî nîr û rewža serdemê nasbike û kar û barê
miletê xwe hilgirê tevî hemû grêbendan , riya xebatê qelažt , xwe berda
xwîn û mal û dil û canê gelê xwe de , birîna miletê kurd naskir û kar û
xebata xwe di nav milet de gurr kir , hemî dema daxwaziya mezin ew bû ku
miletê wî hev bigrê û cudahiyê nexe nav rêzê xwe de , çimkî eger
dubendiyek peyda bibê , wê neviyan û asteng peyda bibin wê bibin egera
jihevbûna rêzê žorežê , ji vê yekê herdem daxwaz dikir ku xebatkar û
žorežgêr xwe dûr bikin ji ezezî û xweperistinê , ji ber ku ev rewžê
astengiyê ne , û digot :
( Zerfê îro dixwazit ku em xwe dûr bikin ji enaniyet û xweperistiyê , em bikevin ser rêza serfirazî û bexteweriya miletê xwe ) .
Barzaniyê
nemir pêmayekî sade û resena kurdî ye , kakil û navika dendika pîroze
di malzaroka kurdîniyê de hatiye çandin , bi xwîn û xwihdana wê hatiye
xwedîkirin , jêder bûy û zaye , ev tov li xaka welt belav bûye , di her
gundekî , malekî , dil û canekî de žîn bûye û rehên xwe di kûriya xaka
pîroz de berdaye , û tirh û žaxên xwe li ser vedaye.
Barzanî ji kul û
keserên gelê kurd derbû û jiyana xwe terxankir ji bo mafê vî gelê bêçar
û bindest biparêze , azadiye , wekheviyê jêre pêk bîne , evî gemîvanê
dilsoz û dilpak , gemiya hêviya bi serbilindî ber bi peravekî pižtrast
ve ajot .
Bi rastî mirov çiqas bêjê , mirov nikarê ji bilî dilopekî
ji vê derya kûr û bêbinî bidê dîtin û xuyakirin , 50 sal xebata berdewam
û karê germ bê rawestan tu carî dilsarî ji hêvî û omîdên û ji têkožînê
dûr neket , û karwanê xebatê bi dilgermî ber bi armancê ve dibir , ji
ber vê yekê mirov dikarê bêjê : ev mirov dibistaneke sergihayî û pijayî
di tevî waran de , çi warê netewî , çi ležkerî , çi dilsozî û mêranî û
mêrxasiya žorežgerî de , ya ku tu carî bi dudilê li kêža kurdî
nenihêriye û tu tižt di ser berjewendiya gelê kurd re negirtiye .
Belê
žorežgêrekî navdar û qehreman karî bibê kelemek di devê riya dijmin û
neyaran de û gelek rê li ser rijêmên Iraqê yên kevneperist girtin û
bingihên wan yê zilm û zor hejandin û ji wan re diyar kir ku vîna miletê
kurd tucar ji proje û kiryarên wan bilintirin û kûrtirin , û çetirîn û
bažtirîn bûyerên qurbanî û lehingî nîžan dan heya ku xwedayê dilovan di
roja 1 avdarê sala 1979 an de rewanê wî bi bir , û ji vê cîhnê barkir
pižtî ku di žûn xwe de rêbazek bi xeml û rengîn avakir û hêla , bi vê
çûê gelê kurd bavek hêja û pêžewayek xuya windakir , dawîyê em serê xwe
di ber kar û xebat wî ya merd û domdar ditewînin û bîranîna wî wê di
dilê mede bijî û emê karwanê xebatê li ser rêbaza wî bajon heya mafê
gelê kurd werê çespandin û bicih înan .
Silav li canê Mela Mustefa Barzanî yê nemir û hemî žehîdên kurdistanê