Bavê Zozanê Bi rastî dema navê hunermendê bala Mihemed Þêxo tê gotobêjkirin yek ser deþt û çiyayê Kurdistanê tê ber çavê me, yan jî - ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn – dikeve guhê me
Bêguman merov tar û mar di be di bin wî barê kul û xemên ku Mihemed Þêxo çil salî bi xwîn û rondikê xwe av didan wisa bi bihna wan þêniyan wan kulan wan xeman awazên xwe di hûna û dirêst ,bihna kezeba wî tevlî endekoyên kurdistanê dibû loma me serxweþ dike di wê kelaha xwede..
Mihemed Þêxo deryake bê binîye her kes nikare tê de melevaniyê bike wisa
jî merov nizane ji kude dest pê bike yan jî li kû de raweste..
Jiyana wî mîna ava mezin tev kêferat bû
Serê xwe qet ji dijmin re ne diçimand,
Mihemed
Þêxo xwedanê helwesteke bê hampa bû ,xwe û zarokên xwe terxanî welatê
xwe kiribûn,loma jiyana xwe tev li penaberiyê qedand ta ku gihiþte
Mehabad ê kaniya xwîna þehîdan li rojhilatê kurdistanê.
Carekê ji
hevjîna wî pirsên ma Mihemed Þêxo gelek êþkenca ,girtin û zindan
dîtine,diya Felek got:Mihemed Þêxo di jiyana xwede pêvî girtin û lêdan ê
rastî tiþtinî mestir ji van hatiye...
Dikarim bêjim kû Mihemed
Þêxo Pêþmergê strana kurdî bû wisa jî melhema birîna netewiyetê bû
,guhdarvanên wî ,xwe û herçar parçê Kurdistanê di stranê wî de
didîtin,bihna nexweþan di anî ber wan ,hêviyên kalan xweþ û bihêztir
dikir.
Gotinên stranên wî neqandî bûn lê ewî bi deng û awazên xwe ew gotin û helbest bi þewq û rehnî tir dikirn.
wek hatiye gotin yê mezin û çak zû ji vê cihanê bardike dêmek M.Þ mezin û çak û bê hampa bû…
Mezin jiya ,mir mezintir bû,
Naxwazim dirêj kim M.Þ afsan bû,jiyana wî afsan bû, zewaca wî afsan bû stranên wî afsan bûn.
Di
dawiyê de sersaxiyê wisa jî parastin û serkeftinê bo zarok û hevjîn û
malbata nemir Mihemed Þêxoez ddixwazin,her wiha ez hêvî dikin ji yezdanê
dilovan ku gora nemir M.Þ bike parçek ji buhiþta xweya rengîn.