Bavê Zozanê
Berî her tiþtî ez cejna Newrozê li dost û heval û tevahiya gelê xwe pîroz dikim li welat û li dervî welat .
Lê li Europa li welatê penaberiyê tiþtê herî balkêþ ku merov matmayî jê dimîne ew e ku li va welatan her girûpek her komelek her tîmek her komek her partiyek her saziyek evê cejna pîroz ne di roja wê de lidardixin.
Bi mehna karê milet heye ,dibîstana zaroka heye û gelek eger û çîrokên pûç û vala,çime ez qurban qê li welat karê milet nîne yan jî dibîstana zarokan nebû???
Bi rastî em tev dizanin bê di bin çi zor û setemê de û li hember
çi deselatê milet newroza xwe di 21 avdarê de li dar dixist, ta digha
pêpelûka hin xortan tilîka xwe birîn dikirin qene wek neçûneke rewayî
yan jî rêdaneke yasayî ji rêvebirê xwe yê dewletê re pêþkêþ bikin û ji
cezabûnê xwe biparêzin.
Wisa jî þagirtên dibîstanan yê navendî û
bijor de, afatî li ser destê rahênerê leþkeriyê didîtin, digha
qewtandina wan ji dibîstanê yanî cezakirina mewdanî û pir tiþtê din…
Wisa
jî em dizanin ku ji bo vê cejna pîroz ku di 21 meha avdarê de timî li
welêt li dar diket ,gelek cangorî wisa jî qurbanî wisa jî nemir jiyana
xwe ji dest dan, li ser serê wan pakrewanê hêja Silêman Adê ku di
pêþendana Newroza Þamê de sala 1986an de li ser destê deselata Ba''''''''''''''''s û bi
fîþekên tuxumperesran canê xwe ji dest da.
Hêve ji we hemyan
dikim bê ku ti kesî bi nav bikim,ku vê cejna pîroz nexin rengê dawetan
yan þahiyan çi roj werê bîra we hûn herin bikin cejna Newroz ê ji ber ku
ev cejn hatiya naskirin ji hezarên salan ve ku di roja 21 yê avdarê de
ye ,ne jiyan disekine û ne jî goka zemînê wê xurtir bizivire heger hat û
newroz di roja xwe de lidarket.
Karê me li Ewropa ne giring tire ji karê welat û zarokên welat jî ne kêmtirin ji yên Europa ..
Dost û hevalên hêja:
Li welat me þeva 20 avdarê agirê newrozê vêdixist û roja din 21ê avdarê li çolê me Newroza xwe li dardixist…
Liberketin û alîkariya we cihê rêz û baweriyê ye.