Konê Reþ Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re derbas dibe. Werin em wî bibîr bînin.. Ku ez û te wî bibîr neynin ma wê kî wî bibîr bîne?! Di baweriya min de, yê ku li kevnê xwe nepirse û di ser guhan re bavêje, zore ku karibe tiþtekî nû û çak ji civaka xwe re pêþkêþ bike.. Em lehengên xwe jibîr nakin..
Di destpêka sala 1918an de Hemza Beg Miksî û Memdûh Selîm Wanlî li Stenbolê yekemîn rojnameya Kurd/ Tirkî bi navê (JÎN), weþandine.. Di destpêka çerxa 20an de, ew yek ji pêþengên rewþenîrên kurdan bû li Stenbolê.. Di sala 1946an de rêveberiya yekemîn dibistana fermî di parêzgeha Hesekî de kiriye..
Roja îro gora wî li gundê Dugirê, nêzîkî
Qamiþlo ye.. Dema ku di roja 05/04/1958an de koça dawî kir, helbestvanê
mezin (Hejarê Mukiryanî), yê ku wê salê wek penaber li Tirbespiyê bû, ev
nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsandiye:
Mamose Hemza Beg!
Rehberê fidakar!
Pir kes ji xew te kirine hiþyar
Raze bi xoþî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Rojî ku welat bijî bibînim
Ez mijde bi xo bo te bînim.
Min bihîst ku dostaniya wî û mamoste Enîs Hina Midêwayî/ 1926, xwediyê
yekemîn pirtûkxaneyê li Qamiþlo bi hev re hebû, ji bo bêtir pêzanînan li
dor vê yekê, min xwe bi mamoste Enîs Hina ve gîhand û çend pirs li dor
Hemza Begê Miksî jê kirin. Wî ji min re weha got: (Hemza Begê dostê bavê
min bû, hêj li Antakyayê an Hatayê bûn hev nas dikirin.. Min jî di rêka
bavê xwe re, ew naskir û dostaniya me bi hev re dirêj kir ta ku çû
rehmetê.. Di sala 1946an de, dema ku Sûriyê serxwebûna xwe ji Fransizan
stand, hingê Wezareta Mearifa li Þamê, Mifetiþiyek Mearifa li parêzgeha
Hesekê di bin çavdêriya Memdûh Selîm Wanlî de vekir.. Ew yekemîn car bû
di dîroka parêzgehê de ku tiþtekî wiha ji bo ilm û zanînê li Cizîrê
vedibe.. Hingî Memdûh Selîm ji bo wan kesên ku qonaxa seretayî bi dawî
anîne, dibistanek amadeyî li Hesekê, di bin rêveberiya Hemza Begê Miksî
de vekir, anku Hemza Beg rêveberê yekemîn dibistana fermî bû di
parêzgeha Hesekî de û û Memdûh Selîm Wanlî Mifetiþê Mearifa bû di
parêzgeha Hesekê de).
Gazinek ji tevgera siyasî û rewþenbî; ta niha
min nebihîstiye kesî ji wan serdana gora vî lehengê kurd kiriye..! Tevî
ku gora wî li gundê Dugirê ye, di bin guhê wan de ye..! Bi tenê Ji berî
çend salan ve partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî),
gora Hemza Beg restore kiriye.. Ez jî, ji dil pasiya wan dikim û di serê
wan de nivîskar Newaf Biþar Abdullah.