|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Diyalog…alava birêvebirina hemerengiya civakê |
Ebdilbaqî ElîPirjimarî ȗ hemerengî wek xemleke civakî çawa tê birêvebirin? Gelo ger ku cîhan birengekî tenê ba wê çawa bihate dîtin? Ger mirov bi yek regez ,yek reng ,yek ol ,ȗ yek ziman ba wê jiyan çawe birêve biçwane? Komelgeh ȗ civak lașekî mezin ,fereh ȗ têkele ,mirov ,teba ,balinde , ȗ her tiștê zindî ,xwedan can ȗ dijî bi du regezan ( nêr ȗ mê ) çêbȗne. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Ziman, ziman û ziman |
Tengezar MarînîTiþtek di zimên de heye, pir seyr e, ew jî eve: dema mirov li welatê xerîbiyê, rastî dengên zimanê xwe tê, yekser li dor xwe dinere û ber bi wî mirovî ve diçe. Mîna yekî pêbawer xwe nêzîkî xwedanê wî dengî dike. Ziman ji mejî û hiþ re girintir e ji giringiya roniyê û dîtbîniyê ji çev re. Zimanzanekî elman î bi navbang, Wilhelm von Humboldt (1768-1835) dibêje: "Welatê rastteqîne ziman e. Ew bêrîkirin diyar dike". Ziman, hem mal e, nasname ye, hebûn e û dil e. Em dinerin, êrîþa li dijî kurdan bi sivikatiya bi zimanê wan dest pê dike. Bizava zimanjibîrkirinê bi metodên zanistî û plankirî têne bi rê ve birin. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Çirûskin Ji Ramanên Osman Sebrî |
Rûxweþê ZîvarEger em hiþê kurdî di dîroka kevn û nû de têxin bin hûrbîneke çavgeþ, emê bibînin ku ``Osman Sebrî`` ne tenê xebatkarekî mêrax û torevanekî dilêr bû, lêbelê, ew ramangîrekî sebirxwe û azaser bû jî û yên wek wî di warê ramanê de bi wêrekî nivîsandine di dîroka me de pir hindikin. Vaye dema ku piran ji me, ger em nebêjin me tevan, hiþên xwe li pirêzên xelkê bê pirs û guman diçêrandin û yê tevî jîr ji me, þerê kolegîriya kesan dikir, hîngê, erê hîngê di wê rewþa kambax û tarî de, Osman Sebrî ne tenê bi xurtî þerê kolegîriya ji kesan re dikir,lêbelê, wî bê dudilî þerê kolegîriya ji ramanan re jî dikir, digot``raste, dema kolîdar ji welatê me bi derkevin, welat serxwe dibe, lê kurd aza nabin, azadiya gelekî bi xelasbûna wî ji kolegîriya ramanên biyanî ye``. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN |
Konê Reþ Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paþ xwe hiþtiye û berê xwe daye Qahîre.. Li Misrê wek rikeberekî dijî siyaseta Sulatan Abdulhemîdê/2an, ji bo pêþketina Kurdan kar û xebat kiriye û di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku di rojek wek îro 22.4.2024an de, berî 126 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weþandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe þûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..). Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Qahîre/1898. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: ZABÊL, EZ ERMENÎ ME! |
Þîlan DoskîHer laperekê ku diqulipînim…metirsî, eþkence, gef û sêdare, çavên min bi xwendina tîp û risteyên bi jan bi nemirovaniya dîrokê re dibin karwanî… Serkîsê Kêvo(Hilûç) biþkojên hêviyên temenê ciwaniya wî ku bi þûrê Osmaniyan li ser dêmê jiyanê hatine werandin, wek bi hezaran Ermenî berê xwe dide rêya revê. Ew ji germiya himêza Dayik û Bab, Xûþk û Bira dibe mêvanê newal û çiya, deþt û latan… Çavên wî bi komên kesên serjêvekirî, komên jinên ji paxilên xwe ve hilawîstî, mêr û jinên ko pêyên wan hemûyan bi mîxan nalkirî, komên zarokên bê dest û bê pê, xilmaþ dibûn. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Ji Ristezara Elindê 98. |
Mizgîn HeskoAvrêl. Nîsan. April. Bihara navîn Bi Ferensî: Avril. Bi Yûnanî: Aphrodite. Avrêl yan jî“ Nîsan „ ku bixwe meha çaremîn ji salnameya zayînî ye û li gor bav û kalên me, ew Bihara navîn e. Tekez û li gor wan, di salê de, çar demsalên hene û her demsalek,xwedan sê mehên xwe ye û wiha rewþa bayî û pileya germê di her mehekê de, cudatir ji ya dinê ye û bandora vê yekê li ser zevî û demên kesixandina rezî û çandiniya tovî pir balkêþ e. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Dilopek rehnî li ser Gardiyan ya nivîskar Bûbê Eser |
Rêber HebûnEv pirtûk mirov dikare ji qurzîka nivîsên belgeyî ve lê meyze bike bêhtirî ku lê mîna romanekî binêre , ew ji cûreya nivîsên ku hewil didin rewþa çaxekî bînin ziman, têde tevgerên kurdî ligel çepgiran li meydana jiyana siyasî diyar dibûn, ew dîmena çaxekî tarî ezber dike û hewil dide ku bibe cihê dan û standinê. Nivîskar Bûbê Eser bi xwe girtiyekî siyasî bû, di wê zîndana a bi sernavê Gardiyan de, gelek salan jiyabû, mîna her girtiyekî para xwe ji iþkenc û lêdanê dîtibû, ew nivîs dagirtî þewat ,xemgînî û bê hêvî ne, lê girîngiya xwe ji nifþên nû re û kesên ku doza rastiyê dikin heye, ew girtîgeh dîmeneke ji dîmenên dîroka tekoþîndariya siyasî û xebata netewî a Kurdistanî li bakûr aþkere dike, helbet di wan çaxên heþtî de gelek tevger li seranserî rojhilata navîn derketin , li hember ricîmên mîna Tirkî, Îran, Sûrî, Îraq û Libnanê sekînîbûn, liv û tevgerên wan ne bi qasî xurtbûna wan desthilatiyan bûn , |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Rêyên zanyarî ji tekoþîndariya nijadperestî, koçberîbûn û totelîteriyê re |
Rêber Hebûnji pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e 1- xuristiya sîstemên rojhilatnavînîRojhilata navîn di seranserê neqþeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêþ çavê cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî ve ye, ne li ser xwestek û vîna cemaweran e, li gel wê ew dewletan tundiya kor pêktînin ji bo serkotkirina çi tevgereke gelerî armanca xwe guhertin e, li pêþ newêrekiya van desthilatan û sertiya wan ji kolekirina cemaweran û dûrxistina wan ji þêweyên têgihiþtina jiyanê, dema jehrên xwe yên netewî û ragehî ji gelên xwe re dihêlin bi rêya wê ve fermandariya xwe ji civakê re berdewam dikin carne bi xapandinê ve û carne din bi hêzê ve,li gel wê em dikarin bibêjin ku vexwenderê guhertinê ( dijberiyên çekdar) ne rastbûn bi vexwendina xwe ji guhertinê re, ew têgeha guhertinê tênegihîþtin ji bilî guhertina kesayetan û danîna kesayetên din dewsa yên berê, xemên ên nû tenê berdewamkirina rêbaza pêþiyên xwe yên zorkar (Hilbûna Sûrî) (Îraq piþtî ketina Seddam Husên.) |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Dermankirina bi Peyvan |
HUNER BEHZAD CINÊDÎ Yek ji arezûyên min ên herî nêzî min -di jiyana min a giþtî û taybet de- nêçîra peyv, hevok û wateyan e! Li peyvên kûr, watedar û pîroz digerim. Nêçîriya wan ji pirtûkan, ji axaftinên bavê xwe, ji lavayên dayika xwe û ji rûpelên hevalan dikim. Wan ji devê mirovên normal, ji nav peyarêkên kolanên kevnar, ji þûnwaran, ji pelên ketî...ez wan dinivîsim, ezber dikim, maç dikim, hembêz dikim... Bi wan re direqisim, radikevim û bi wan re dijîm û bi wan dimirim...Belê, ew peyv in! |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Zagros Osman keçek zarok li Biyanistan mezin bû ye, wê yekemîn car ligel Diya xwe serdana Welatê Dê û Bava bike, loma ew þerpesze bû ye, ji Bavê xwe re dibêje: Baba eger hat û ez giham Welêt ditirsim Axa wî li min xwedî derneke ve, Bayê wî guhnede min, Ap û Xal min nasnekin, ditirsim hinek li Nasnameya min bipirsin, hebe xelk rûnedin min, an ku Axa wî þopa Nigê min nasneke, ditirsim li ser Rê winda bibim. Bav gote Zaroka xwe: keça min ev Welat ne mîna ti Welata ye, Welate… Welat.. Welatê me ye ji Gerdonek dîtire, dil mezine ,Asîman bilinde, Sîng firehe, pêdiviyî Nasnameya nabe da ku Te nas bike, Ti qetek ji wî ye, hema ku dengê dilkutkên Te bibhîze wê Te nas bike, tenê Þîrheraman nasnake, dilgiran nebe Karika min, Mih li Berxa xwe dibane, di Welatê xwe de ti carî Tu derbider nabe, li ber Dergehan parsê nake, ew hêlîna Te ye, de here û dema Ti gihiþtê bi Axa wî desmêj bigre, jibo Roka wî limêj bike, Toza wî hilmije, Bûnewer… Ba… |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: DI ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE |
HIÞMEND ÞÊXO MIN DIGOT QEY TU BI ZIMANÎMA TU BI KURMANCÎ NIZANÎ.. CEGERXWÎNDi roja zimanê zikmakî de ez vê pirtûka xwe diyarî hemû mamosteyên "Zimanê Kurdî" dikim. Hînkirina Zimanê Kurdî - Asta Yekemîn Korsa Hînkirina Zimanê Kurdî li Zanîngeha Helebê Di Tebaxa sala 2021an de Zanîngeha Helebê - Amojgeha bilind a zimanan - Beþê zimanên niþtimanî bangek bi derxistin û korsa yekem a fêrkirina Zimanên Kurdî - Ermenî û Siryanî ragihandin. Di vê çarçewê de û bi armanca parastin û pêþxistina "Zimanê Kurdî" min ev pirtûka ji bo korsa zimanê kurdî - Zanîngeha Helebê amede kir. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Ji Ristezara Elindê...1. |
Mizgîn HeskoRist....?! û di warê zimannasiyê ve, dibe ku hevok bixwe be. An jî Bendik e, xêzeke kurt e û hin agahiyan nîþan dide û wan tînê holê. Bi Ingilîzî= Sentence. Bi Almanî = Satz. Di heman demê de, gotina / Ristin/ tê wateya sazkirin, diristkirin, afrandina tiþtekî nuh . Mirov dikare bi teþiyê....rîsê xwe birêse : wiha jî û di dem û dewranên berê de, dapîr û dayikên me, „Hirî „ bi teþiyê ve dikirin û jê/ BEN/ çêdikirin . |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|