Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Helbest u pexþan: Ramîsanek


Brahîm Mehmûd

Çi du dilan dighîne hev?
Ramîsanek
Çi du dilan ji hev dûr dixe?
Ramîsanek
Çi jiyanê bi rê dike?
Ramîsanek
Çi karê rojane bi ber dike?
Ramîsanek

Bixwîne...

Helbest u pexþan: PEYALA ELENDÊ



Xemgîn Remo

Ez ne poþmanim
Ku min rîsê dilîniya
Bi teþiya evîna te diristin
Û mirîdê du çavên te bûm
Ey þêxa vînê .....
Di cîhanek mijokî de
Hevendekî gandêre
Di kûr geliyên bi saw de
Þopdar û bîndarê miska te bûm
Te jî bi tîrên xwe
Her xwîn dirjand ji birînê ...

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Evîna Payîzî



Inge Dreyer/Îngê Direyer
Wergerandin ji Elmanî: Tengezar Marînî


Ewr giran in
Li daristan û ser rêyan.
Gul û belge
Li ser baranê digirîn
Cîîhan xemê dikișîne
Belê hemî bextewerî
reviyan
û bi hev re di nava min de —
der bû
Hinavê min
bi germahiya te
hate dagirtin?
Her tișt baș e.
Ez li nik te me.

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Dûr



Brahîm Mehmûd

Dûrî min bikev daku hez te bikim
Daku bêriya te bikim
Daku te berdim xeyala xwe
Daku bizanibim ku kî ye

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Hîn di rê de.



Mizgîn Hesko

*Ji bo bîranîna komkojiya Ermeniyan.

Wê gavê...
Perên pelatînkan
Di paþila mijê de!

Ji janê û ta destên janê
Mijê...
Tevnên bêdengiyê ristibûn...?!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Weke hev ne weke hev



Brahîm Mehmûd

Gula darê   ji bo min ne kuleke
Dar kula mine
Lê dema ki gul rû geþ dibe
Dizanim ku dar li ser xwe ye
Geþbîn dibim

Rûbar li ber min dibawiþke
ji xwe piþt raste
ku avrêjiya  wî misogere
dikeve xweneke þêrîn
di himêza dada kaniyê de

Bixwîne...

Helbest u pexþan: KESERÊN BUHARÊ



Þêrîn Sado. Parîs

Dema siruþt bi hatina
Bûhara nû ve
Girnijî
Kirasekî gulgulî
Li bejna bilind
Hejî
Xuncên þahiyê
Di damarên dil de
Vejiyan
Û ji gulþana
Hest û nestan

Bixwîne...

Helbest u pexþan: QÊRÎNA XEYALÊN PÛÇ



Xizan Þîlan

bextewariya min
mîna avhewaya demsalan e
carna
diqefilim û dicirifim
germ û diþewitim
nerm û hiþk dibim
sar û dicemidim
carna
þîrîn û tehl dibim
ciwan û kal dibim
bi hêrs û sakîn dibim
dilteng û bêhnfireh dibim

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Rastiyek




Brahîm Mehmûd

Ez dikenim bi te re
Asoyekê lihevhatî
Bide min
Daku asîmanekî bilindî bilind dime te
Hemî steyrikên wî
Bi navê te ronî dibin

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Di payîzê de



Klaus Grothe
Wergerandin Ji Elmanî: Tengezar Marînî


Payîz jidil e.
Û dema pel diweþin,
Dil jî dikeve nav xemgîniyek bi êþ de.
Hêwan bêdeng e,
Û têperî baþûr bibin
Dengbêj, lal, mîna g di gorê de.

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Ferman



Brahîm Mehmûd

welatê  ku xwîna min bike av
min Kewsera wî navê

welatê  ku dengê min neke
min zimanê wî navê

welatê  ku li min nenêre
min asoya wî navê

Bixwîne...

Helbest u pexþan: TAVIYA VÎNÊ



Xemgîn Remo

 
Bi hatina hechecûka re
Yekem taviya vîna te
Li beyarê dil baranê lê kir ...
Dar jîna min nû ciwan bû
Þax bi kulîlka xemilîn
Dîsa buharê destpê kir ...

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Pirs in sivik



Brahîm Mehmûd

Jêre dibêje:
Dilê te kevire
Gelo çend kevir li dilê wî ketine?
Çend þev çavsorî wî kirine?

Jêre dibêje:
Loo tu guh nade min
Gelo ew guhdarî li çi dikir?
Çi guh dûrî  dil dike?

Bixwîne...

Helbest u pexþan: DILO



Ehmed Tahir

Dilo negrî,nelorîn e
Yarê naz û xwîn þêrîn e
Dêm gewher û por zêrîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo þabe bilîlîn e
Yarê bo te xweþ hêlîn e

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Xweziya Bi Dilê Te



Tengezar Marînî

Rojeke bi serê xwe bû,
roja min tu dîtî,
ji bo yek dilopa baranê:
neynikê demên teng,
demên kurt, ji axê re vala kirin.

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Ez ne ez im



Brahîm Mehmûd

Ez li welatekî geriyam
Kesayetiya min diyar bike
Min ew nedît  

Min  li sînorekî  pirsî
Mrovahiya min bi nav bike
Min ew nedît

Bixwîne...

Helbest u pexþan: SÝBEHÊ


Xemgîn Remo
 
Sibehê tê min bibîne darçinarek
Li xaçerêkên çiya
Di rêya seyrangeha de
Bînvedana rêwiya ....
Sibehê ger tu hat
Tê min bibîne kanî ...

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Asîman


Brahîm Mehmûd

Asîman….
Asîmanê bilind
Asîmanê nizim
Asîmanê dûr
Asîmanê nêzîk
Asîmanê þil
Asîmanê zuha
Asîmanê vekirî

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Min jî bêriya helbestê kiriye.



Tengezar Marînî

Eve jî hin pîj.
Sîber ên teniþtrêkan Sînorên bêdawî ne.
“Pîj ên Bîreweriyên þeveke ji hiþketî”
Hizirkirin,
destpêka lêpirsînê li kilîta xwezindanîkirinê ye
naxwe kî dikare ewqas bi hêsanî
min bavêje himbêza te?

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Helwestek ji mêj ve



Brahîm Mehmûd

Dar  çiquliyek avête min
Gote min:
Sîbera min demûþiye
Xwe ji min dûr bixe

Rêkê xwe li min tengkir
Gote min:
Xwe bide alî
Dûmahiya min poþmaniye

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Diçim Laliþê




Ezîz Xemcivîn

Va ye diçim serdana warê pîroz

Miletê resen, dilovan û dilsoz

Mistek av ji kaniya spî vexwim

Canê xwe mor bikim bi peyman û soz

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Gul, dar, ba



Brahîm Mehmûd

Gul verþiya
Dar keniya
Ba xwe lê gerand

Gul çilmisî
Dar melisî
Ba  jî nawirand

Bixwîne...

Helbest u pexþan: ÇI JIYAN E



Ehmed Tahir

Çi jiyana pîs û gemar
Pîsê milet li me siwar
Me qet nekir qîr û hewar
Ne sinc hene,ne jî wijdan
Ne ol hene,ne jî îman
Pîs bûne bi zar û ziman
Mêrge ji bo gur û keftar
Bûne tajî li cem neyar

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Perî



Alan Hemo

I

Bûye mîtolojiya jiyana min
Ne jê bawer dikim
Ne dihêlim kes li derewê biqelibîne
Li piþt tiþtan maye
Ne dibe tiþt
Û nedihêle tiþt azad bin
Wilo wekî her roj
Bi eynî wateyê xwe vedigerîne
Niza’m tu çawa xwe vedijînî
Te av nadim, -ji zû ve min mey nenoþiye
Û min axa li dora te mist nedaye
Yeqîn rehên te di hestiyên min de biþkivîne
De bela wekî te be Periyê
Ku wekî te be, wê her jî wekî dilê min be.

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Naxwe wisaye!!



Birahîm Mehmûd

Ez nesaxim
Derbasî be

Ez bi kulim ez bi derdim
Derbasî be

Ez bê dengim
Derbasî be

Bixwîne...

Helbest u pexþan: HINASÊN BÊ CAN



Þêrîn Saado - Paris

Wekî dawiya þevê
Li kenarên berbangê
Dema heyv û sitêr
Ji azmanan bar dikin
Belav dibin

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Libek...


Firyal Hemîd

Libek e Gênim
li Zeviyekê
hate çandin

Piþtî bûrîna
 zivistan û beharê, 

Tîna Horê
 simbilên serdandî 
radestî patozê kirin 

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Heyamên çavan



Þêrîn Saado

Di mihraba dîdariya
Herdû çavan
Þevnem
Li ser biskên firiþtiyan
Di meyan
Dema heyamên buhiþtî

Bixwîne...

Helbest u pexþan: BANG



Xemgîn Remo

Ez bangî te dikim
Û banga min li ber ba berbaye ..!
Tu jî dibêje :
--banga ji dev tenê awaze
Û ya ji dil
Bi vedeng û daxwaze ...!!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: NE TIRS E



Ehmed Tahir

Ji min ne tirs e
Li min bipirs e
Xwîna me yek e
Yek rê û ders e
Dilê xwe vek e
Jin min þerm nek e

Bixwîne...

X

Helbest