Lê- mixabin- ta nuha jî me nikarîbû em dezgeheke berfireh li ser asta şêwezarê Kurmancî ava bikin . Ji ber vê egerê jî hemû berhemên me yên rêzimanî , ferhengî û têrmolojî di warê keda kesatiyeke yekta de dimînin . Ev jî dihêle ku em beranberî hin bêje û raweyên sazkirî , bikevin gumana duristî û neduristiyê.
Di vê pêvajoyê de em tûşî pirsekê tên .
- Eger gotineke nûjen bergûmana neduristiyê be , gelo helwesta me derbarî wê dê çi be ?! Gelo , me maf heye ku em zêdegaviyan bikin û pêşniyazên xwe derbarî wê gotinê berçav bikin , yan na … .?!
Mijara zimên mijareke netewî ye . Çi pêşniyaza ku sûdekê bide zimên , gerek paşguh nebe !
Gotina berguman a ku em ê vê carê wê vexepirînin gotina "lêker"e ku bi wateya "verb"tê xebitandin .
Li gora têgihîştina min , zimanzanê ku cara pêşîn navlêkirina "lêker"bi wateya (verb- الفعل( bikar aniye mîr Celadet Bedirxan e . Mîr ev gotin di govara "HAWAR"ê de (1932- 1943) xebitandiye . Gelek rewşenbîrên ku rêzimana Kurdî nivîsîye jî , li ser şopa Celadet ew navlêkirin bikar aniye , wek "Kamîran Bedirxan , S .Şivan ,F .Huseyn Sagniç , S .Tan û hinin dîtir jî . Hinek navlêkirinin dîtir jî , ji hêla zimannivîsên me ve hatine xebitandin , wek :
- Cigerxwîn : Kirin
- S .B .Amêdî : Kar , kirin
- R . Kurd : Pîşk
- Q .Kurdo : Fêl (فعل)
[1]- Di şêwezarê Soranî de jî "kar , kirdar , ferman"bikar hatine . Lê nuha , bi şêweyekî fermî "kar"li tevaya Kurdistana başûr tê xebitandin û "lêker"jî bi ş .weyekî giştî li bakur û rojavayî Kurdistanê tê xebitandin .
Bi dîtina min , gotina "lêker"bi wateya (verb , الفعل( navlêkirineke ne cîgirtî ye û bi vê raweya xwe wê wateya destnîşankirî nade .
Li gora rêpîvana dariştinên zimên gotina "lêker"bi raweya "navê kara"(اسم الفاعل) hatiye dariştin , wekî
Ku em bibêjin :
- Ji (kirinê) : kesê ku dike
- Ji (kuştinê) : kesê ku dikuje
- Ji (nivîsînê) : kesê ku dinivîse
……
Ne ku (kar) bixwe ye , lê yê ku kar dike .
Vêca , ka çima "lêker"navê kara ye û ne kar (kirin) e ?!
Dariştina navê kara di zimanê Kurdî de , ji hinek karên derhingêv , bi vê rêbazê saz dibe :
( Binyata dema nuha + paşgira "er"= navê kara )
Binyata nuha jî , bi van pêngavan tê dîtin :
1- Kar di dema nuha de : (Ez dinivîsim) .
2- Avêtina nîşeya dema nuha "di"û paşkokên kesîn (im , î , e , in) : Ez dinivîsim = (Ez … .
nivîs…) .
Dêmek binyata dema nuha ji karê "nivîsîn"(nivîs) e . Bivê pîvanê jî , binyata dema nuha ji her sê corên karan (xwerû , dariştî û lêkdayî) tê wergirtin .
Nimûne :
1- Karên xwerû (sade) :
- Kuştin : Tu dikujî = … . Kuj … .(kuj)
- Firoştin : Ez difiroşim = …. Firoş…(firoş)
2- Karên dariştî :
- Raxistin : Ew radixe = ra … x… . (rax)
- Kişandin : Ez dikişînim = …kişîn…(kişîn)
3- Karên lêkdayî :
- Avdan : Hûn avdidin = av . .d… (avd)
- Jêkirin : Em jêdikin = jê…k… (jêk)
Binyata dema nuha ji hemû cor û celebên karan tê standin . Lê navê kara ji binyata hindek karên derhingêv (ne hemûyan) , bi forma "binyat + er"tê sazkirin .
Nimûne :
1- Karên xwerû :
Kar Binyat Navê kara
- Kuştin kuj kujer (ê ku dikuje)
- Firoştin firoş firoşer (ê ku difiroşe)
- Nivîsîn nivîs nivîser (ê ku dinivîse)
- Dîtin (bînan) bîn bîner (ê ku dibîne)
- ……… .
2- Karên dariştî :
- Raxistin rax raxer (ê ku radixe)
- Hilkirin hilk hilker (ê ku hildike)
- Vekolan vekol vekoler (ê ku vedikole)
- Afirandin afirîn afirîner (ê ku di afirîne)
- ……
3- Karên lêkdayî :
- Rastkirin rastk rastker (ê ku rast dike)
- Fêrkirin fêrk fêrker (ê ku fêr dike)
Karên lêkdayî , yên ku ji pêrbest , cînav û karekî xwerûpêk hatine , wek :
- Ji + wî/wê + kirin = jêkirin
- Di+ wî/wê+kirin = têkirin (dêkirin)
- Bi + wî/wê+kirin = pêkirin (bêkirin)
- Li + wî/wê +kirin = lêkirin
Ev karên lêkdayî jî "jêkirin , têkirin , pêkirin û lêkirin"bi wî hawî navê kara ji binyata wan û paşgira "er"saz dibe :
- Jêkirin : jêk + er = jêker (ê ku jêdike )
- Têkirin : têk + er = têker (ê ku têde dike)
- Pêkirin : pêk + er = pêker (ê ku pê dike)
- Lêkirin : lêk +er =
lêker (ê ku lê dike)
Berçav e . ku raweyên "jêker , têker , pêker û lêker) bi wateya kirdeyên bûyeran hatine , anku kesên ew bûyer kirine , ne ku (kirin) bixwe ne . Li vê gorê ku em bibêjin :
1- Zînê gul jêkirin .
Zînê : jêker e (wê gul jêkirin)
- Gul : jêkirî ne (gul hatine jêkirin )
2- Temo dîwar lêkir
- Temo : lêker e (wî dîwar lêkir)
- Dîwar : lêkirî ye (dîwar hatiye lêkirin)
Bo vê encamê em tekez dikin , ku gotina "lêker", weku navlêkirin (term) , ne durist e ku beranberî "verb"û bi wateya "kirin , kar - فعل"bikar bê .
[1]- Min jî, di pirtûkên xwe yên pêşîn de "lêker" bikar aniye, lê ji pirtûkên "Nav, Cînav" û vir de min navlêkirina "kar" li şûna "lêker" bikar aniye .