Niha li pertûkxaneya Xanî ye li bajarê Dihokê, nêzîk digihe ber destên xwêneran.
Pertûk du bežin, ji 289 rûpelan pêk hatiye, bežê yekem: Li ser amûrên mûzîkê yên ji demên berî dîrokê li Îrana kevnar, û karlêkirina bav û kalên kurdan yên afirîner di žaristaniyên kevin de, li çiyayên Zagros û welatên Miyaduav û bandorên wan li ser cîranan. Û her weha li dema Exmîniyan û hatina hêrîžên Girîkan bi serbaziya Alêksender ê Mekadonî heta bigihe zayînê. Bežê duyem: Ji zayînê heta pižtî sedsala bîstan, li ser hunerê û mûzîkê di dema Sasaniyan de û hatina hêrîžên Ereban, wergirtin û birina mîratên Sasaniyan. Pižtî wê, dema Ebasiyan û rola afirînên kurd ên mûzîkjen di gežepêdana wê de, û belavkirina behemên wan, li bakûrê Efrîka heta welatê Endelûsê, pažê serdema mîrnižînên kurdan , û dema herdu dewletên Osmanî û Sefewî, beždarbûn û tevkariya afirînerên kurd di mûzîkê û avakirina žaristaniyê de.
Bi hîvî me ku min karî be berhemekî ji pertûkxaneya kurdî û kesên bi
van mijaran vê têkildar re pêžkêž bikim, hem jî bi be jêderek ji
lêkolînên firehtir re.
Bergsazî: Mamoste Azad Mustefa Akreyî.
Derhênan: Lêkolîner Idris Omar.
Lêveger: Nivîskar mamoste Omer Resoul.