Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Em Qencên Xwe Jibîr Nakin: 66 Saliya Hemza Begê Miksî

 


Konê Reþ

  Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re derbas dibe. Werin em wî bibîr bînin.. Ku ez û te wî bibîr neynin ma wê kî wî bibîr bîne?! Di baweriya min de, yê ku li kevnê xwe nepirse û di ser guhan re bavêje, zore ku karibe tiþtekî nû û çak ji civaka xwe re pêþkêþ bike.. Em lehengên xwe jibîr nakin..
  Di destpêka sala 1918an de Hemza Beg Miksî û Memdûh Selîm Wanlî li Stenbolê yekemîn rojnameya Kurd/ Tirkî bi navê (JÎN), weþandine.. Di destpêka çerxa 20an de, ew yek ji pêþengên rewþenîrên kurdan bû li Stenbolê.. Di sala 1946an de rêveberiya yekemîn dibistana fermî di parêzgeha Hesekî de kiriye.. 


Roja îro gora wî li gundê Dugirê, nêzîkî Qamiþlo ye.. Dema ku di roja 05/04/1958an de koça dawî kir, helbestvanê mezin (Hejarê Mukiryanî), yê ku wê salê wek penaber li Tirbespiyê bû, ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsandiye:
Mamose Hemza Beg!
Rehberê fidakar!
Pir kes ji xew te kirine hiþyar
Raze bi xoþî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Rojî ku welat bijî bibînim
Ez mijde bi xo bo te bînim.

  Min bihîst ku dostaniya wî û mamoste Enîs Hina Midêwayî/ 1926, xwediyê yekemîn pirtûkxaneyê li Qamiþlo bi hev re hebû, ji bo bêtir pêzanînan li dor vê yekê, min xwe bi mamoste Enîs Hina ve gîhand û çend pirs li dor Hemza Begê Miksî jê kirin. Wî ji min re weha got: (Hemza Begê dostê bavê min bû, hêj li Antakyayê an Hatayê bûn hev nas dikirin.. Min jî di rêka bavê xwe re, ew naskir û dostaniya me bi hev re dirêj kir ta ku çû rehmetê.. Di sala 1946an de, dema ku Sûriyê serxwebûna xwe ji Fransizan stand, hingê Wezareta Mearifa li Þamê, Mifetiþiyek Mearifa li parêzgeha Hesekê di bin çavdêriya Memdûh Selîm Wanlî de vekir.. Ew yekemîn car bû di dîroka parêzgehê de ku tiþtekî wiha ji bo ilm û zanînê li Cizîrê vedibe.. Hingî Memdûh Selîm ji bo wan kesên ku qonaxa seretayî bi dawî anîne, dibistanek amadeyî li Hesekê, di bin rêveberiya Hemza Begê Miksî de vekir, anku Hemza Beg rêveberê yekemîn dibistana fermî bû di parêzgeha Hesekî de û û Memdûh Selîm Wanlî Mifetiþê Mearifa bû di parêzgeha Hesekê de).
  Gazinek ji tevgera siyasî û rewþenbî; ta niha min nebihîstiye kesî ji wan serdana gora vî lehengê kurd kiriye..! Tevî ku gora wî li gundê Dugirê ye, di bin guhê wan de ye..! Bi tenê Ji berî çend salan ve partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), gora Hemza Beg restore kiriye.. Ez jî, ji dil pasiya wan dikim û di serê wan de nivîskar Newaf Biþar Abdullah.





 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark