PÎROZ
Neynikên nijdevanan wîneyên we
Ji piþka nehînê derxistin
Û dengêwe di rewþên awartede
Sarkirin
Peyvên we li xwe digeryan
Çunkî bê vedengbûn
Hiþ û bîranînên we bi çavgirtînkê di lîstin
Lewra wateya hebûnê di
Dilê wede þaxdaye
Venekþin li himber lehya kîn û xwînê
Êdî nema
Rûpelên helbestan di kunê
Dîwarande di girnijin
Nema jîrî di çavên tometande heldibe
Û dîwarê ko xwe dibin siya avahiyan
Viþartiû ket
Vîn: xeleka herî tenge di zincîra
Kiryarande
Dîtin: razeya ko dihêle
Reng hevdû binirxînin
Bi vê razeyê
Giyanên pakrewanan
Di bin endazeyeke
Çiya bilindahiya xwe
Bi wê di pîvin
Bi vê razeyê
Hûn nabin dîlê xweziyên pînekirî