Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Daxuyanî: Daxuyaniya þermezarkirina tawan destdirêjiyên Turkiye û Îranê ser Rojava û Baþûrî Kurdistanê


Ev çend rojin ko dewleta Turkiye û artêþa xwe ya xwînrêj, çendîn êrîþên hovane û li serhev bi dironên bomberêj kirî û bi firokeyên cengê dibin ser gelek ji bajar û herêmên Rojavayî Kurdistanê, ko dam û dezgehên jêrxaneyî û xizmetguzarî dikin armanc, bi taybetî wîstgehên av û elektrîkê, zeviyên derhênana gaz û petrolê, ko gelek ziyanên mezin gihandine wan, û ew ji kar xistin, zehmetî û giraniyên bêtir ji ên berê xistine ser jiyana xelkê, barên wan girantir û girantir kirin e, herweha bi dehan þehîd û birîndar ketin, jin û zarok jî di nav wan de hene .

Bixwîne...

Daxuyanî: Destdirêjiya Tirkiyê jêrxana bingehîn û saziyên giþtî armanc dike


Careke din ji aliyê hêzên artêþa Tirkiyê ve, êrîþên leþkerî li ser jêrxana bingehîn û saziyên giþtî, wekî stasyonên elektrîkê û saziyên neftê û xizmetguzariyê li Parêzgeha Hesekê bi taybetî navendên neft û gazê yên (Siwêdiyê, Rimêlan, Tirbespiyê ...) hatin pêkanîn
 
Dewleta Tirkiyê li ser pêkanîna tawanên hovane li dijî gelê me û herêmên me ranewstaye, bi rêya bombebarankirina navendên bingehîn û xizmetguzariyê û eletrikê û navendên sivîlan bi awayekî berdewam, ku êrîþên wê ji havîn û payîza par ve didomînin, ku di çend rojên borî de 80 sazî û dezgehên sivîlan hatine bombebarankirin.

Bixwîne...

Daxuyanî: Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriya (YNRKS) bomberankirina Turkiye Rojavayî Kurdistanê serkone dike


Artêþa Turkiye ya dagîrker, ev sê rojin, û bê rawestan, gelek deveran li Rojavayî Kurdistanê bordûman dike, çendîn dam û dezgehên jêrxanî dike armanc, weke xelekin nû ji zincîra wan tawanên giran ên ji sala 2017-2018 ve heya niha pê radibe, ji wan deveran:
- bajarê Kobanê.
- westgeha elektirîk li Qamiþlo.
- sayloya genim li Qamiþlo.
- aþê rojhilatî li Qamiþlo.
- Çend bîrên petrolê.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî ji civîna Yekem a Komîta Navendî ya Partiya Pêþverû


Di dîroka / 13 / 12 / 2023an de komîta navendî ya ku ji kongirê Þazdemîn a "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" hatiye hilbijartin civîna xwe ya Yekem li darxist.
Civîn di heyameke hevaltî û bi berpirsiyariyeke bilind karnameya karê xwe gotûbêj kir û ev xal li xwe girtin :
- Pêþindana biryarên kongir û gotobêjkirina wê di pêþketin û pêþxistina karê rêxistinî di hundir desteyên partîzanî de , û li gor resenên rêxistinî û pirensîbên dîmoqratî yên ku tizûka navxweyî û biryarên kongir pesend kirine.
Herwiha tekezî li ser regezên lêpirsînê hate kirin ji bo parastina partiyê ji diyardeyên neyênî yên ziyanê dighînin rêxistinê û rewabûna partîzanî.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniya dawî ya kongireya Þazdemîn a Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê


Di dîroka (8-9-10 / 12 / 2023an) de "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" kongireya xwe ya Þazdemîn di bin van siloxanan de li darxist :
- Demoqratî ji Sûriyê re û mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re.
- Danûstandin di navber sûriyan de þêweyê herî li pêþe ji çareserkirina qeyrana Sûrî re.
- Parastina aþtiyaneya jehjiyatî û xurtkirina pirensîbên jiyana hevbeþ di Sûriyê de.
- Erêkirin bi rêjîmeke ne navendî ku taybetmendî û hemerengiya netewî di herêmên kurdî de li xwe bigire.
- Biryara kurdî ya serbixwe girînge ji bo lihevkirin û yekrêziya helwesta kurdî .
- Biryardanek distûrî bi nasnameya netewî ya gelê kurd li Sûriyê.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniya Partiya Pêþverû di bîranîna (39) saliya koçkirina hevalê Cegerxwîn de


Di 22 / 10 / 1984an de xebatkarê hêja û helbestvanê mezin mamoste Cegerxwîn endamê komîta navendî ya partiya me li derveyî welêt li xerîbiyê koça dawî kir , lê li ser daxwaz , raspêrî û weseka xwe çendekê wî anîn bajarê Qamiþlo û di hewþa mala wî de hate veþartin.
Hevalê Cegerxwîn siyasetmedar , partîzan , û kaniya helbesta kurdî bû , û bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe di xebata netewî ya kurdî û karê partîzanî de berdewam bû , Herwiha ji bo zengînkirina pirtûkxaneya kurdî wî Heþt dîwanên helbestan û hin pirtûk li ser rêzimana kurdî û Dîroka Kurdistanê nivîsandin û ji gelê xwe re hiþtin.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniya Partiya Pêþverû di bîranîna Çarem de ji koçkirina Mamoste Ebdilhemîd Derwîþ


Daxuyanî ji bo nerîna giþtî

Di dîroka /24 / 10 / 2023an de bîranîna Çarem a koçkirina xebatkarê cefakêþ heval Ebdilhemîd Derwîþ sekreterê "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê"
Dema ku em heval Ebdilhemîd Derwîþ bi bîra xwe tînin yekser em xebatkarekî tekoþer û dilêr bi bîra xwe tînin , xebatkarekî buhara jiyana xwe terxî gelê xwe kir û bi dirêjahiya salan di xebata netewî û niþtîmanî û karê partîzanî de berdewam bû. Herwiha di rêveçûna xebata xwe de rastî gelek êþ û azaran hat ji girtin û iþkenceyên hovane ji aliyê desthilatên nijadperest û destekên wan di Sûriyê de. Lê belê ma berz û serbilind heya roja dawiyê ji jiyana xwe. Û di vê tekoþîn û xebata dirêj de mamoste Hemîd bi siyaseta xwe ya rêyalîst û helwestên xwe yên wêrek û zelal hate naskirin.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî ji Nerîna Giþtî re


Ev zêdetirî Du salane partiya me di qeyraneke rêxistinî re derbas dibe ji ber sedema ne pabendbûna hin hevalên komîta navendî bi rewabûna partîzanî û biryarên komîta navendî , û tevî hemû hewildanên ku ji aliyê serkirdayetiya partiyê de hatine kirin da ku ew hevalina ji kiryarên dubendiyê vegerin , herwiha ked û hewildanên ku partiyên kurdî kirine û bi taybetî "Yekîtî Niþtimanî Kurdistan" û rewþenbîr û kesayetiyên serbixwe da ku yekîtiya partiyê biparêzin lê zor mixabin ev ked û hewildan neçûn serî û ew heval berdewamin di lêxistina yekîtiya partiyê da bi rêya sepandina hin mercên ku dûrî þêwazên partîzaniyê ne , û tevî erêkirina komîta navendî ji wan mercan re bi armanca li darxistina kongirekî yekgirtî lê mixabin wê bendê hemû hewildan pûç kirin û rijdin li ser parçebûnê.

Bixwîne...

Daxuyanî: Bîranîna qirkirin û fermana Þingalê


Komeleya Kurdî-Elmanî li herêma Schleswig-Flensburg di bîranîna qirkirin û fermana Þingalê de ya ko berî neh salan bi destê xwînmijên Daiþê bi serê Kurdên Êzîdî pêk hat, pirotesto û þermezar dike.
Di evê bîranînê de em wekû komele bang li cîhana azad û dewletên xwedan biryar dikin û em dibêjin: Êdî ev stem û komkujiyên ko li dijî miletê me dibin birawestînin.
- Sersaxî ji bo malbatên pakrewanan
- Têk biçe hizirên tundrew û bi taybetî yên Dewleta Islamê li Îraq û Þamê (Daiþ) û wekîniyên wê.

Bixwîne...

Daxuyanî: DAXWIYANÎYA Kongirê 3 yem yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Suriya


Di 29ê tîrmeha salإشa 2023an de, li hola Efrîn li bajarê Qamiþlo,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kongirê xwe yê sêyem bi amadebûna endamên li hindurê welat û bi beþdariya endamên herdu nûneratiyên li Kurdistan û Ewrupa di riya hevgihîniya Zoomê re lidar xist.
Kongir bi rawestana xuleyek bê deng li ser giyanên pakrewanên kurd û hemî pakrewanên azadî û pênûsên azad li gel sirûda netewî Ey reqîb û piþtî hilbijartina komîteya birêvebir,kongir dest bi kar û barên xwe kir.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî ji nerîna giþtî re


Di Çardehê heyva Cehzeranê de bîranîna (66) saliya damezrandina partiya me "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" ye , ku di sala1957an de bingeha wê li ser destê van nemiran (Osman Sebrî , Hemzê Niwêran û Ebdilhemîd Derwîþ) hatibû danîn , piþtî hevalên Helebê (Reþîd Hemo , Þewket Henan , Mihemed Elî Xoce , û Xelîl Mihemed) tevlî wan bûn dîroka Çardehê Cehzeranê hate rêçavkirin.
Piþtre Diktor Nûredîn Zaza peywendiyê bi wan re dike û dibe serokê partiyê , herwiha helbestvanê mezin Cegerxwîn û Þêx Mihemed Îsa jî tevlî wan dibin û bingeha yekem komîta navendî ji partiyê re danîn û destnîþan kirin.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniya YNRKS Derbarî roja rojnamegeriya Kurdî û derbasbûna 125 salan li ser damezrandina wê


    Ji dehên salan ve, û li seranserî Kurdistanê, bi her çar parçeyên xwe ve, salane, roja bîst û dudwê meha Nîsanê wekû Roja Rojnamegeriya Kurdî, hatiye destnîþankirin û bi navkirin, ew jî weke rêzgirtinekê û bilind nirxandinekê ji wî karê gelekî hêja û dîrokî re, yê ku Mîr Miqdad Midhet Bedirxan pê rabibû, bi derxistin û weþandina yekemîn rojnameya Kurdî, û bi zimanê Kurdî, bi navê Rojnameya ”Kurdistan”, li bajarê Qahîrê, paytexta Misrê, di roja 22.04.1898an de; û li piraniya bajar û herêmên Kurdistanê belavkiribû, digel ku, di wê serdemê de derfet gelekî kêm û hindik bûn, û rewþ û merc jî gelekî sext û zehmet bûn, rê û alavên ragehandin û çûn û hatinê jî gelekî hindik û bi zehmetî bûn, û gelek dem dixwarin; di wê serdemê de, firoke kêmbûn, posta bi lez tunebû, ne Radyo, ne televizyon, ne Internêt, ne jî E-Mail û Feysbûk û hemerengên wan ên din, nebûn.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî ji civîna Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê


Nivîsgeha rêzanî ya "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" civîna xwe li darxist. Di karnameya civînê de hejmarek ji mijarên rêzanî û rêxistinî hene :
Li ser asta rêzanî : Nivîsgeha rêzanî pêþhatên ku di helwesta erebî û herêmî di derbarê Sûriyê de dibin hatin gotûbêj kirin , û hewlên ku dewletên ereb dikin ji bo vegera sûriyê nav kombendên dewletên erebî , û vegera peywendiyên dîplomasî di navbera sûriyê û hawîrdora erebî bi þêweyekî erênî da ku bandora wê ji hemû aliyan ve di jiyana welatiyên sûrî de bike , û da ku bibe dergehek ji birêxistina pirosêseke siyasî li sûriyê , û di vê çarçewê de nivîsgeha rêzanî dibîne ku divê hikometa sûriyê ji aliyê xwe ve nerîn û pirojeyekê ji çareseriya siyasî re li sûriyê di rêya diyaloga niþtimanî ya sûrî sûrî re pêþkêþ bike û nûnerên hemû pêkhatên civaka sûrî têde beþdar bin. Tevî tunebûna lihevhatineke navdewletî di navber hêzên xwedî bandor di meydana sûrî de û bi taybetî Amerîka ji aliyekî de û Rûsiya ji aliyekî din de ,

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî û þermezarkirin ji bo raya giþtî.


Brûsk Þêxo

Min berê jî naveroka wê pirtûkê red kiribû, ku ji aliyê kesên ku xwe wek nivîskar û helbestvan didine diyar kirin, weke yê bi navê Miþeal Osman û hevalê wî Îbrahîm Ebdî, derbarê Mihemed Þêxo û hunera wî de.
Her wiha beriya çend salan min bi Miþeal Osman re pêwendî danî û jê re got ku naverok û babetên pirtûka ku ew dixwaze li ser jiyan û hunera Mihemed Þêxo biweþîne ne rast û durust in, û gelek þaþî tê de hene, û tê de delîl û belgeyên rasteqîne li ser jiyan û hunera Mihemed Þêxo tune ne.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniya Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) derbarê Erdheja li Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê


Bi dilekî pir xemgîn em nûçeyên erdheja ko li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û Sûriyê çêbûye diþopînîn, di evê derbarê de bi navê Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê þilêswîgê (birêveber û endamên) komeleyê em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û em hêvî dikin rewþa birîndaran saxlem û çareser bibe û ew kesên li jêr wêraniyê mane bi lez rizgar bibin..
Hêjayî gotinê ye, evê sibeha 06.02.2023 li bêtir ji 20 bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û Sûriyê erdhejeke mezin bi pleya 7.7  bi pîvana Rexter çêbûye û navenda wê bajarê Mereþê ye, di encamê de hejmara qurbaniyan bêtir ji 1500 kesan mirine û bi hezaran birîndar û bi sedan li jêr wêraniyê mane..

Bixwîne...

Daxuyanî: DAXUYANIYA DAWÎ YA XEBATÊN KONGIRÊ ÇAREMÎN YÊ TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ - SÛRIYA


‏Di 27.1. 2023an de, Tevgera Çaksaziya Kurdî - Sûriya kongirê xwe yê çaremîn li bajarê Qamiþlo bi beþdariya nûnerên hevrêzên tevgerê li derveyî welat (Herêma Kurdistanê – Tirkiye – Ewropa) bi rêya sê platformên serhêl di bin duruþmên jêrîn de lidar xist:
‏- Ji bo avakirina Sûriye weke dewleteke federal û xwedî gelek netewe û ol ji bo hemû gelên wê.
‏- Efrîn,Serê Kaniyê Parçeyeke nayên veqetandin ji herêmên kurdî li Sûriyê.
‏- Mafên gelê Kurd û demokrasiya li welat ji hev nayên veqetandin.

Bixwîne...

Daxuyanî: bîranîna (18) saliya koçkirina Ferhad Çelebî


Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.
Hevalê Ferhad partîzan ,  helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe di xebata rewþenbîriya kurdî û karê partîzanî de berdewam bû , herwiha ji bo zengînkirina pirtûkxaneya kurdî wî dîwanek helbest û hin gotar li ser rêzimana kurdî  nivîsandin û kovara (Zanîn) ji gelê xwe re hiþt.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniya Partiya Pêþverû di bîranîna (38) saliya koçkirina hevalê Cegerxwîn de


Di 22 / 10 / 1984an de xebatkarê hêja û helbestvanê mezin mamoste Cegerxwîn endamê komîta navendî ya partiya me li derveyî welêt li xerîbiyê koça dawî kir , lê li ser daxwaz , raspêrî û weseka xwe çendekê wî anîn bajarê Qamiþlo û di hewþa mala wî de hate veþartin.
Hevalê Cegerxwîn siyasetmedar , partîzan , û kaniya helbesta kurdî bû , û bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe di xebata netewî ya kurdî û karê partîzanî de berdewam bû , Herwiha ji bo zengînkirina pirtûkxaneya kurdî wî Heþt dîwanên helbestan û hin pirtûk li ser rêzimana kurdî û Dîroka Kurdistanê nivîsandin û ji gelê xwe re hiþtin.

Bixwîne...

Daxuyanî: Peyama piþgirtiya Berxwedana Jinên Kurd û Îranî li Dijî Rêjîma Wîlaytî FeQîh


Kampanya Azadî
Roja sêzdehê îlonê, polîsê “exlaq”ê ku berpirsê lixwekirina þerpê ne  li Îranê , ev saziya ku mîna desteya Hisba ya DAIÞê û Komîsyona  “ El-Emir bilmerûf we El-nehî en El-minker” . keça Kurd girt.
Jîna Emînî (Mahsa Emînî) 22 salî, bi hinceta “nepabendîbûna wê bu hîcaba Îslamî” piþtî çend saetan ji desteserkirina wê, di bin îþkenceyê de li yek ji midûriyeta polîsan a paytexta Îranê Tehranê jiyana xwe ji dest da.
Kuþtina Jîna Emînî (Mahasa Emînî), bûyera Frinaz Xosrewanî  bi bîra jinên kurd û miletê Kurd ve anî, Firînaza ku di sala 2015ê de xwe ji qata çaremîn ya hotêlekê li bajare Mehabadê avêt, di dema reva wê ji destdirêjiyeke endamê istixbaratê Îranî, û wê demê protestoyên tund li dijî rêjîma Îranî li çend bajarên Kurd derketin, lê pir berdewam nekirin.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniya duyemîn Konferansê Nûnertiya YNKS li Ewropa


Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa, roja þemiyê 14.05.2022 li salona Avesta ya li bajarê Oberhausen- Almanya, li bin navê “Efrîn Zeytûna Kurdistan e”, bi beþdariya hejmarek ji nivîskar û þandên partî û komele û rêxistinên civakî û kenalên ragihandina kurdî lidar xist.
 Konferans bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê pakê þehîdên Kurd û Kurdistanê, bi sirûda neteweyî “Ey Reqîb” destpê kir.
Nivîskar û rojnamevan Dilbirîn Þingalî bixêrhatina amadebûyan û kenalên ragihandinê kir û piþtre çendîn gotar di merasimê de hatin pêþkêþ kirin, ji wan: axaftina mamosta Sebrî Resûl berpirsê nûnertiya Yekîtiya nivîskarên Kurdistan li Ewropa û axaftina mamosta Cemîl Îbrahîm nûner þanda Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê,

Bixwîne...

Daxuyanî: Bona piþtgirîkirina hewldanên fermîkirina Zimanê Kurdî


Daxuyanî

Piþtî ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ve, ji 3ê heta 21ê çileya 2022ىلاan ji bo helbijartina dersên bijarte yên kurdî bi herdu zaravên Kurmancî û Kurmancikî "Zazakî" hatiye destnîþan kirin, ku xwendevanên polên navendî yên kurd dikarin navên xwe ji bo xwendina dersên Kurdî tomar bikin, di heman demê de ji aliyê sazîyên taybet bi Zimanê Kurdî, mamosta û akdamîsyenên kurd, rêxistinên civaka sivîl û heta hin partiyên Kurdî li Bakûrê Kurdistanê, kampaniyek bona helbijartina dersên kurdî hatiye ragihandin.

Bixwîne...

Daxuyanî: Bihtir ji 100 rêxistin u Komele piþtgiriya Zara Mihemedî dikin


daxuyanî

Roja çarþemê Tîrmeha 2020ê, þaxê yekem ê dadgeha “Þoreþa Îslamî” li parêzgeha Sine bi serokatiya dadwer Seîd Seîdî, deh sal zîndan li çalakvana Kurd Zera Mihemedî birî û cezayê girtîgehê bo 5 salan daxist. meha cotmeha sala 2020.

Di 23ê Gulana 2019an de mamostaya kurd Zara Mihemedî ligel du hevalên xwe bi tohmeta “dijberiya ewlehiya netewî ya Îranê” piþtî serdegirtina baregeha navenda Encûmena Çandî û Civakî ya Nûjînê ku tê de kar dike, hat girtin. organa wê ya îdarî.

Bixwîne...

Daxuyanî: Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya zindankirina Zara Mihemedî riswa û þermezar dike


Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi tundî binçavkirin û zindankirina Mamostaya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî bi destê rêjîma Îranî ya kurdkuj û dagîrker riswa û þermezar dike û daxwaza bidawîkirina tawanên rêjîma Îranî yên dûr ji hemî yasayên mirovî li dijî gelê kurd dike, bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan ên nêvdewletî û herêmî dike ji bo bi fermîkirina Zimanê Kurdî bi hemû zarav û þêwezarên wê ve.

Bixwîne...

Daxuyanî: Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê Konê Reþ û Salihê Heydo Xelat kir


JI BO RAYA GIÞTÎ!
Di sala 2016ê de ango di pêncemîn Kongireya xwe de ku li Qamiþloyê li dar ket, HRRKê biryar wergirt ku xelatekê bi navê (Xelata HRRKê ya Afirandinê) damezirîne, û her salekê vê xelatê pêþkêþî dahêner û afirênerekî kurd bike. Nirxê xelatê 1000 dolarê emerîkî ye, ev xelat serê çar salan bi sponserî û alîkariya welatparêz û karsazên kurd berdewam dike. Di sala 2018ê de xelata HRRKê ya afirandinê bi sponseriya Ekremê Gemo þêwekarê kurd Zuhêr Hesîb wergirt û di sala 2019ê de bi sponseriya Kamîranê Hewran Reþîd Sofî û Mihemed Elî Þakir xelat wergirt. Her wisa di sala 2020ê de bi sponseriya Enstîtûya Kurdî ya Brûkselê Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat xelat wergirt.

Bixwîne...

Daxuyanî: Terorkirina Mûsa Babaxanî tawanek siyasî ye


Duh li Hewlêrê, kuþtina þehîd Mûsa Babaxanî, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Îranê hate ragihandin, ku li roja pêncþemê 05.08.2021 hatibû revandin û di bi eþkencê de jiyana xwe jidest da, termê li hotêlekî li Hewlerê li roja þemê 07.08.2021 hate dîtin.

Di daxuyaniya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê de, destê reþê terorîzma Komara Îslamiya Îranê bi tawana terorkirina wî gunehbar kir, ku destê vê rêjîmê heye di kuþtina gelek rêber û siyasetmedarên kurd de, û kuþtina wî tawanek siyasî ya hovane û mehkûm e, û aloziya siyasî li Kurdistana Îranê zêde dike.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniya dawiyê ya konferansê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya


Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, li roja þemiyê 3/4/2021, yekemîn konferansê xwe li ser tora Online, ji ber ku nikarî rûbirû lidar bixe ji ber rewþa tenduristiyê ya tirsnak li cîhanê ji encama belavbûna bela Korona, ku bi giranî ziyan gehandiye gelek welatên cîhanê, û hin bendên tund li her kesî hatine standin.
Þerê felaketî yê ku rejîmê li ser miletê Sûrî bi giþtî û gelê Kurd bi taybetî sepand, û paþî encamên trajîk yên li pey wê, tevî ku herêmên kurdî rastî çend êrîþên terorîstî û dagîrkirina herêmî hatin, ku bûn sedemên koçbarkirina bi mîlyonên sûriyan, di nav wan de bi sedhezaran mirovên Kurd, ku welatê xwe çolkirin û penaberî welatên Ewropa bûn, ji wan bi dehan kesên nivîskar û rojnamevan, ji ber vê yekê Yekîtiya Nivîskaran xwest ku nûnerayetiyekê ji bo nivîskaran li welatê diyasporayê ava bike, bona rêxistinkirina kar û xebata nivîskaran li gorî îmkanên heyî ji bo pêþkêþkirina xizmetkariyên rewþenbîrî û zimanî, her wisa nivîskaran xwest ku konferansê xwe lidar bixin ji bo timamkirina karûbarên duyemîn kongirê Yekîtiyê yê þeþ salan dereng ket ji ber amadenebûna piraniya endamên wê yên li welatên Ewropî.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniyek bi helkefta koça dawî ya Seydayê Tîrêj


Îro, 19 sal di ser koça dawî ya Seydayê Tîrêj re dibûrin, Seyda weke îro, di 23.03.2002an de serê xwe danî, û ji nav me bar kir, koça dawî kir, û li gundê Girkeftar, ê ko dikeve bakurî Hisiça, hate veþartin, gelê Kurd li herêmê bi karwanekî gelekî mezin û gelekî dirêj, bi hezaran, pêre çûn heya ser gora wî, û ew roj, li Rojavayî Kurdistanê, bû rojeke bi nav û nîþan ….
Seydayê Tîrêj, di sala 1923an, li gundê Nicim, ê ko dikeve rojavayî bajarê Qamiþlo, ji dayik bûye, ew heþt salî bû, li gundê Sêmitikê Newaf, û li ser destê Mela Ibrahîmê Golî, Quraan û çend pirtûkên ayinî xwendin, piþtre li Amûdê di dibistana fermî de pênc salan xwend;

Bixwîne...

Daxuyanî: Ji Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye


Gelê me li Rojavayî Kurdistanê çavên wan her li guftûgoya Kurdî-Kurdî bûn, û li hêviyê bûn ko di demeke nêzîk de rêkeftin di navbera herdû aliyên guftûgoyê pêk bê, û yekîtiya rêza tevgera Kurdî encam bide, lê ev bûyerên dawî ko li Rojavayî Kurdistanê çêbûn, didin xuyakirin ko pêvajo ber bi rêyeke nebaþ de diçe, û metirsiyê dixe dilê herkesî, nemaze ko çend nûsîngehên partiyên ENKS, bi destên kesin tûndrew ko her çendakî xelkê ditirsînin, hatin þewitandin, û heya niha kes ji wan nehatiye girtin, lê hemû kes zanin û dibêjin ko ev tawanker ser bi PYDê û PKKê ve ne, ji ber ko berî niha jî bi van karan rabûne, û rêvebiriya xweser heya niha deng jê nehatiye, û tiþtek derbarî van kiryaran nekiriye;

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî Ji bo 36 saliya koçkirina seydayê Cegerxwîn


Me, wek Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye,  her sal di vê rojê de, û bi taybetî li bajarê Essen, li Elmanya, me ahenga roja helbesta Kurdî li dar dixist, ko heman roja koçkirina helbestvanê mezin û  behremend, helbestvanê herî navdar li Rojavayî Kurdistanê, seydayê Cegerxwîn e, xwediyê rola fireh û gelekî bi bandor di þiyarkirin û xurtkirina hestê netewî di nav gelê Kurd de, ew bixwe di gelek senger û  çeperan de dixebitî, û têkoþînek bê rawestan dikir, çi di warê wêje û helbestê de, û çi di warê siyasî de, loma gelek caran hatiye zindan kirin, û sergon kirin jî, xweragir bû li himber rêjîmên diktator ên herî dijwar, û herdem di pêþiya xwepêþandanên dijî wan de bû ...

Bixwîne...

Daxuyanî: Hevkarî ya Partiyên kurdistanê li Almanyayê di roja referenduma mezin de piþtgiriya xwe ji bo vîna gelê Kurd dupat dike


Bîst û pêncê vê mehê, sêyemîn salvegera roja dîrokî ye, ya ku tê de gelê me li baþûrê Kurdistanê ji sedî 92 zêdetir deng bi (Belê) da bû ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Îraqê, ku bi keyfxweþiyek mezin bersiva partiyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesûd Bazanî hate dan, bi destnîþankirina 25ê îlona 2017an wekî roja referenduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê.

Bixwîne...

X

Helbest