Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Berhemên Nû: Hejmara (21) a Kovara Þermola Derket


Hejmara (21) a kovara Þermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weþandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Þoreþa Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ye, ji pêþekiya hejmarê:
" Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012’an ve di gelek guhertinan re derbas bûn û ji wê demê de þoreþeke siyasî, civakî û çandî lidar e. Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser mafên rewa yên zimanî û çandî yên hemû gelên herêmê “Kurd, Ereb, Suryan... hwd.”, di nav de jî azadiya weþangeriyê diparêze. Di encamê de qada wêjeyî bi awayê îdarî di forma xwe ya fermî (Rêveberiya Xweser) de hat organîzekirin, di heman demê de derfet ji saziyên wêjeyî yên xwecihî re hat dayîn ku bi berhemên xwe derkevin holê, bi hev re bibin alîkar ku tevgereke wêjeyî ya ciddî li herêmê çêbibe, di encamê de çapxane, weþanxane, pirtûkxane, navendên wêjeyî û wergerê û rojnamevaniya wêjeyî û destpêkirina proseya çapkirin û weþana pirtûkên bi zimanê dayikê, bi taybetî Kurdî û Erebî, derketin pêþ.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko bi berhemeke nû, tête pêþbirî xwîner û hezkiriyên çand û wêjeya Kurdî.


/ Dayikên me, xwedanên deh destan bûn û di þevên reþ û tarî de, Gelawêjên ronîdar bûn û tiliyên xwe ji nifþên nûhatî re, find û þemal vêdixistin. Ji bo wan, ev gulbijêra gotaran diyarî ye./

Wiha Mizgîn Hesko û bi vê berhema xwe a herî nuh, bi gulbijêreke ji gotarên xwe, tête meydana hizirmendiyê. Di berhemê de, 35 nivîsên renge, reng cî digirin û ji wan jî hin bi þêweya lêkolanê ( Lêkolîn) û hin bi þêweya xwendin û nirxandinên wêjeyî û ji mijarên sereke, ên ku di berhemê de, cî digirin: Jin û hebûna wê a taybet. Jin û pirsa wêjeyê. Covid- 19 ( korona û hin mijarên girêdayî Pandemiyê. Kurd û nemaza di warên hizirîn û dan û sitandinê de û hwd.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Tora Medyaya Rûdawê û Çapkirina Dîwana Mele Nûriyê Hesarî


Konê Reþ

 Di roja 1.2.2024an de, li navenda Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê li Qamiþlo, dîwana Mele Nûriyê Hesarî, ji rex kurê wî Abdulwehab ve, ji nivîskar, helbestvan û rewþenbîrên Kurd re hat îmzekirin. Hejaye gotinê ku, Tora Medyayê ya RÛDAWê ev dîwana Mele Nûriyê Hesarî di du cildên bedew de; yek 368 rûpel û ya din 420 rûpel, çap û belav kiriye.
Wek ku diyar e Mele Nûriyê Hesarî zimanzan û helbestvan bû.. Ew di bin bandora helbestên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran de þiyar û serwextî derd, jan û nexweþiyên civaka xwe bû.. Jiyanek bi kul, êþ û keder derbas kir û ji kerba navê xwe kiribû Pirêþan.
Kurtiyek ji jiyan û berhemên Mele Nûriyê Hesarî: Ew ji malbateke xweneda, zana û bîrewer bû. Bavê wî mele bû, diya wî jî keça melan û jineke quranxwenedî bû. Ew di 1934an de li gundê Hesara Kercewsê çêbûye. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsivê kurê Emer e. Tev pirtûkên wî, bi Zimanê Kurdî û alfabeya latînî hatine nivîsandin.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Jimara sifir ya rojanameya Xelat bi zarava kurmancî latînî li Suleymaniyê derçû


Dilþa Yûsûf

Rojnameya Xelat ku bi awayê kaxizî tê çapkirin û ji 36 rûpelan pêktê, jimareya xwe ya sifir li Suleymaniyê,  paytexta Rewþenbîrî ya Herêma Kurdistanê di 27heyva eylûlê 2023 yan de weþand.
Rojnama Xelat bi dîzayneke ciwan û rengareng hatiye çapkirin,  gelek gotar, babet, rîportac û agahiyên giring  ji  her çar perçên Kurdistanê û ji diyasporayê di nav xwede hildigre.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Pertûka min ya nû (Zagros zengilê þaristaniyê…Mûzîk û afirînerî),bi zimanê kurdî ye.


Niha li pertûkxaneya Xanî ye li bajarê Dihokê, nêzîk digihe ber destên xwêneran.
Pertûk du beþin, ji 289 rûpelan pêk hatiye, beþê yekem: Li ser amûrên mûzîkê yên ji demên berî dîrokê li Îrana kevnar, û karlêkirina bav û kalên kurdan yên afirîner di þaristaniyên kevin de, li çiyayên Zagros û welatên Miyaduav û bandorên wan li ser cîranan. Û her weha li dema Exmîniyan û hatina hêrîþên Girîkan bi serbaziya Alêksender ê Mekadonî heta bigihe zayînê. Beþê duyem: Ji zayînê heta piþtî sedsala bîstan, li ser hunerê û mûzîkê di dema Sasaniyan de û hatina hêrîþên Ereban, wergirtin û birina mîratên Sasaniyan. Piþtî wê, dema Ebasiyan û rola afirînên kurd ên mûzîkjen di geþepêdana wê de, û belavkirina behemên wan, li bakûrê Efrîka heta welatê Endelûsê, paþê serdema mîrniþînên kurdan , û dema herdu dewletên Osmanî û Sefewî, beþdarbûn û tevkariya afirînerên kurd di mûzîkê û avakirina þaristaniyê de.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Weþandina Kurteçîrokên bin navê «Sê Rojên Mê» ya nivîskara kurd Nûjîn Qido


Ji nû ji aliyê weþanxaneya (Na) li Tirkiyeyê yekemîn berhema Kurteçîrokan ya nivîskara kurd Nûjîn Qido bi navê "Sê Rojên Mê" derket. Berhem di 80 rûpelan ji sê kurteçîrokan pêk dihêt. Tablu û designa pergehê karê Mîran Ehmed e.

Qido di daxuyaniyeke taybet de di derbarê berhemedê got: "Þê Rojên Mê balê dikiþîne ser êþ û azarên jina rojhilatî ya kurd di nava nakokiyên þer û rûxandinên mezin de".

Li vê yekê Qido zêde kir ku berhem xwe dispêre bûyerine rasteqîn di 2018`an di derbarê sê jinên bi temenên cuda de li bakurê Sûriyeyê. Peyama berhemê ev e, ku neheqiyên civakê li hember jinê bi hemû alavan dihîne ziman. Ev yek tevî hemî hewldanên civakên îro ku bi awayekî þaristanî xwe bihînin holê.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Du berhemên bi kurdî ronahiyê dibînin:


Helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko bi du berhemên din tête pêþberî hezkiriyên helbestê û zimanê kurdî ê wêjeyê.

* Surperiya zîvê sihirdar-
Çapa duyemîn. Tîrmeh 2023
Ji weþanên Na li Izmîrê/ Turkiye/
Berg: Saif Daoud
Hejmara rûpelan: 80 rûpel
Hejmara helbestan: 21  Helbest.
Çapa Yekemîn: Weþanên SerSera. Avdar 2022.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Hejmara Hejdemîn a Kovara Þermola Derket


Hejmara Hejdemîn a kovara Þermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weþandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Diyaloga çandan) e, Ji ber giringiya wê di pêþxistina peywendiyên þaristanî û çandî û nêzîkbûna tê xwestin di navbera gelên herêmê de bi giþtî û karkirina ji bo diyalog û kiryara hevbeþ li þûna dûrxistin, cudabûn û dijminatiya di navbera wan de.
Ji pêþekiya hejmarê: "Bi her awayî, nabe ku tu netewe yan jî komeke mirovî maf bide xwe ku destdirêjiyên dermirovahî li dijî netewe yan komeke din pêk bînin, Lê tiþtê ku di vê çarçoveyê de tekez e, ew e ku nebûna têkiliyê di navbera netewe, gel û civakan de sedema sereke ya van hemû destdirêjiyan e. Em dikarin bibêjin ku nasîn û diyalog rê dide bawerkirina bi hev û mirov ji ramanên tundrew û hiþk dûr dixîne, her wiha berjewendiyên hemû aliyan ku erk û mafên her aliyekî yan her neteweyekê misoger bike, diparêze.

Bixwîne...

Berhemên Nû: RAMÎNA “METROYA HELEBÊ” BI KURDÎ DERDIXE


Ji nûtirîn weþanên (Weþanxaneya Ramîna), romana “METROYA HELEBÊ” ye.
“METROYA HELEBÊ” ya romanivîsa Kurd a ji Efrînê (Meha Hesen) e. Ji aliyê lêkoler û wergêr (Xalid Cemîl Mihemed) ve, ji Zimanê Erebî, hatiye wergerandin bo Zimanê Kurdî (Kurmancî) û ji 300 rûpelên mamnavend pêk tê.
Yekemîn çapa romana “METROYA HELEBÊ” bi Zimanê Erebî, li jê navnîþana (مترو حلب), sala 2016yan, ji aliyê li Weþanxaneya El-Tenwîr, li Beyrûtê, hate çapkirin û belavkirin.
PUXTEYA “METROYA HELEBÊ”:
Romana “METROYA HELEBÊ”, behsa çîroka (Sara) dike. Ew keça ku ji niþkê ve jê re tê gotin, xaltîkeke wê bi navê (Emîne) li Parîsê dijî û dixwaze di zûtirîn dem de wê bibîne. Piþtre (Sara) ji Helebê diçe Parîsê, lê dibîne (Emîne)ya tûþbûya penceþêrê, di rojên xwe yên dawî de ye, êdî bîranînê xwe jê re tomar dike û (Sara) jî wan bîranînan di du pirtûkan de dinivîse: “Du pirtûk li cem min hene, di wan de dinivîsim: Pirtûka Xewnan, ji bo ez bawer bikim li Parîsê me. Pirtûka Cengê, ji bo bê bîra min ku ne li Helebê me. Gelek caran, di xewnan de dibînim ez li Helebê me. Lê di xewnên Parîsê de, bi piranî, hest dikim di nav þer de me. Her bi bihîstina terqînekê, nikarim dîmenên ku digirine ser min dûr bixim.”

Bixwîne...

Berhemên Nû: Nivîskarê Kurd Qado Þêrîn, pirtûkek li ser «Mihemed Þêxo» derxist


Xalid Cemîl Mihemed
Ebdulsemed Mehmûd

Nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Qado Þêrîn, pirtûkek bi navê `Mihemed Þêxo - Huner û Jînenîgarî` belav kir.
Hunermendê Kurd, Mihemed Þêxo, ku wek Bavê Felek tê naskirin, yek ji kesayetiyên ku pencemoreke wan a berbiçav, li ser rûpela dîrok, kultûr, huner û dengbêjiya Kurdî hebû û hîn jî heye.
Di çarçoveya bilindnirxandina rola Mihemed Þêxo de, nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Qado Þêrîn, piþtî keda 3 salan ji kar û lêkolînê, pirtûkek bi navê `Mihemed Þêxo – Huner û Jînenîgarî` belav kir.
Di vê pirtûkê de, Qado Þêrîn stranên Bavê Felek û gelek zanyarî derbarê huner û jînenîgariya wî nîþan dane, ew jî bi mebesta belgekirin û ronîkirina çend aliyên girîng, ji jiyana û hunera Mihemed Þêxo ye.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Agirê Sînema Amûdê di bîranîna 62an de


Samî Mela Ehmedê Namî

Nivîskar û helbestvan Mela Ehmedê Namî nivîsek bi awayê roportajeke fireh li ser þewata sînema Amûdê nivîsand û pirtûkek bi navê Agirê Sînema Amûdê amade kir û cara pêþî di sala 1987an de li bjarê Uppsala li Swêdê, bi alîkariya weþanxana Jîna Nû.12, hate çapkirin û weþndin.
Ji bo çapa duwemîn, wa ye kar tê kirin ko di demeke nêzîk de pirtûka Agirê Sînama Amûdê bi þêweykî nû wê bê çapkirin da ko bikeve nav destên xwendevanê zimanê kurdî de.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Pirtûka«Stranek ji dûr ve»


"Stranek ji dûr ve" nav û nîþana pirtûka çîroka ya  yekemîne ya nivîskar Wehîd keleþ ji aliyê weþanxana Ronya ve li Wanê di dawiya sala 2021 derketiye.
Pirtûk ji 26 çîrokên kurt pêktê,kesatiyên di çîrokan de dikevin di bin bandora netewî, heskirin, xizanî û zordariyê de.
Kurte pênasîn
Wehîd Keleþ ji rojavayê Kurdistanê ye, li gundê Quldûman yê dikeve herêma koçera ji dayik bûye, niha li Swêdê dimîne. Berhemên xwe wekî çîrokê kurt, çîrokên zarokan û helbest di kovar û malperan de belav dike, niha çend dest nivîs li ber çapê amadene.

Bixwîne...

Berhemên Nû: HEJMARA HEFTEMÎN YA KOVARA BERNAMEGEH DERKET


Di vê hejmara me de Ýkram Oðuz bi Kurmanciya xwe ya zelal behsa zarokatiya xwe û dengbêjên bavê xwe kiriye, Occo Mahabad mijara damezrandin û pêþketina çapxaneyên kurdan ji do heta îro nirxandiye, Nihat Gültekin bala xwe daye li derdora Çiyayê Elegezê û rewþenbîrê me yê dilnazîk Maksîmê Xemo, Lokman Polat bi pirs û vegotinan di edebiyatê de mijara trajedî, romantîz û erotîzmê hildaye dest.
Di vê hejmarê de gellek gotar, çîrok û helbest li benda xwendin û nirxandina we ye.
Hûn dikarin di vê hejmarê de van nivîsan bixwînin:

Bixwîne...

Berhemên Nû: Xalis Misewer û Pirtûkek Nû


Konê Reþ

  Vê carê jî, mamoste (Xalis Misewer), pirtûkxaneya kurdî bi vê pirtûka xwe ya nû: (Li Rojava Nerînek Rexnesazî li Xwenasîna Netewî di Helbesta Kurdî de), dewlemend kir û cihekî vala têde li gor zanîbûna xwe di rexne û nirxê helbesta kurdî de li Rojava zelal kiriye.. Ev pirtûka wî, ji bilî pêþgotina wî, li ser zîlana van helbestvanên kurd li Rojava digere.. Ew jî evin: Dildarê Mîdî, Diya Ciwan, Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleþ, Rezoyê Osê, Konê Reþ, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Mele Ehmed Namî, Mele Ehmedî Palo, Mehmûd Sebrî, Mihemed Elî Heso, Ferhad Içmo, Ebûdê Mexso.. 

Bixwîne...

Berhemên Nû: Wergera kurdî ya pirtûka “Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî” hat weþandin


Wergera kurdî ya pirtûka “Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî” ya nivîskar Dilþad Murad li Bakur û Rojhilatê Sûrî hat weþandin.
Nivîskar mijara qirkirina di Rojhilata Navîn de bi berfirehî digire dest û qirkirinên bi nav û deng yên li herêmê tên naskirin, ne tenê weke çîrokekê tîne ziman, lê nirxandin û analîzeke zanistî dide vê mijara metirsîdar, ew jî bi pêþkêþkirina nêrîn û analîzeke kûr ji îdeolojiya ku dibe bingeha van qirkirinan, her wiha derewxistina bingehên ku desthilat û rêjîm ji xwe re dikin hincet ji bo qirkirinên xwe derheqê miletan de pêk bînin, destpêkê jî dest bi nîqaþkirin û redkirina bingehên îdeolojiya rêjîmên desthilat di Rojhilata Navîn de dike ku ji xwe re ol û netewperestî dikin amûr ji bo xapandina miletan bi armanca gurkirina þerê di navbera wan de û rewakirina rijandina xwîn û kuþtina mirovan.

Bixwîne...

Berhemên Nû: „ Were „ tu bi xêr hatî


Elî Cefer

Berhema hevpêþeyê me Dr. Rojnamevan û lêkolîner Ebdilmecîd Þêxo ya bi sernavê  
( Were ) derçû, û wek mêvanekî delal, xwîn sivik hate li deriyê mala me da.  
Berhem ji 52 helbestan, û 104 rûpelan pêk tê, ( were ) jî yek ji wan e. Bi hevokine hindik û rindik,  zimanekî kurdî hêsan û þêrîn Dr. E. Þêxo helbestên xwe hûnandine û pêþkêþî me dike. Em li vir naxwazin li ser naveroka helbestan rawestin, me ev yeka ji hevpêþeyên xwe yên rexnevan re hêþt, bila ew vê berhemê li bêjingê xînin.   
Dema mirov van helbestan dixwîne, hestekî weha li ba peya dibe; ku her helbestek encama serborî û serpêhatiyekê ye, çimkî peyvên wan ji kûraniya dilê wî derketine. Û raste rast di dilê mirov de cihê xwe digrin.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Konê Reþ û Pirtûkek Nû bi Navê: (Ez û Cegerxwîn)


Ev pirtûka çara ye ku Konê Reþ li dor lehengekî ziman û peyva kurdî berhev kiriye.. Berî vê pirtûkê, min sê pirtûkên din, li dor sê lehengên welatê xwe berhev kirine, ew jî evin: Mîr Celadet Bedirxan: (Jiyan û Ramanên Wî), Þam 1992 û Stockholm 1997, Osman Sebrî 1905-1993: (Jînenîgarî û Çend Nivîs û Helbestên Nû), Qamiþlo 2017 û pirtûka Dr. Nûredîn Zaza; (Kurdê Nejbîrkirinê), weþanxaneya Sîtavê 2019.
Konê Reþ ev pirtûka xwe; (Ez û Cegerxwîn), diyarî Kesrayê Cegerxwîn: 1936-2020), kiriye. Yê ku di þeva 26/3/2020an de li Stockholmê, ji ber hala koronayê (Covid-19), canê xwe ji dest daye û li wir hatiye veþartin.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Pirtûka nivîskara kurdistanî Mizgîn Hesko ya nû derket


Nuhtirîn berhema helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko û ji nav weþanên Sersera ronahî dît.
Hêjayî gotinê ye ku ev hejmara 9- an ji berhemên ku Mizgîn Hesko wan dide çapkirin. Di Gulana 2019- an de ew ê berhema xwe Rêgehên keskîn û li ba Sersera dabû çapkirin ku ew jî gurzek ji helbestan bû.

Navê berhem: Nexþeya rewanê bêdengiyê ( Helbest ).
Dema çapê: Avdar 2021.
Tabloya Berg: Jehan Ibrahîm.
Hejmara helbestan: 30 Helbest.
Hejmara rûpelan: 92 rûpel.
Çapxana: Sersera ( Dr. med. Bashar Moustafa).
ISPN: 978-3-96640-144-9.
E-Mail: sersera@sersera.com

               mizginahesko@hotmail.com.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Pirtûka nû ya helbestvan Nizar Yosif «Hêlîna Xewnan» derket


Piþtî pirtûka Bêdengiya Þevê di sala 2019an de, dîse aferên berdewame. Pêncem pirtûka helbestan Hêlîna Xewnan, li weþanxaneya SerSera çap bû, ji bûyî hezkiriyên helbest û wêjeya kurdî va ye em diweþînin.  
Hunermend û helbestvan Nizar Yosif bi hestên corbicor (Evînî û Netewî û Civakî) li pêþberî xwênerên zimanê kurdî dakete meydana çandê.  
*Pirtûk a Hêlîna Xewnan:
Ji 189 rûpelan pêk tê û naverok 61 berhemin.
Pirtûka pêncemîn: Hêlîna xewnan.
Helbestvan: Nizar Yosif.
Lêveger: Nivîskar û helbesvan seyda Cankurd.
Wênekêþ: Seyda Meksîm Îsa.
Amadekirin û derhêner ê Bergê: Seyda Mehmed Ünver.
Derhêner: Seyda Idrîs Omar.
Çapa yekem: 01.2021.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Rojnameya Agirî Hejmar 387 derket


Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giþtî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weþandin.
Hejmara nû 387 ya Rojnameya Agirî bi van çend raport û gotaran derket:
1- Ewlehiya hilweþiyayî / Agirî
2- Sergotar (Veqetiyan, bihevrebûn, heliyan) /Kerîm Perwîzî
3- Peyama Mistefa Hicrî, lêpirsyarê giþtî yê PDKÎ bi helkefta 16ê Sermawezê
4- Parvebûn, sedema windabûnê ye / Nûredîn Sofîzade
5- Yekîtiya Partiya Demokrat, hewcehiyek bona Îranê / nivîsandina Mesûd Mihemed (Beyrût) Wergerandin ji Erebî bo Kurdî: Hêriþ Palan

Bixwîne...

Berhemên Nû: Rojnameya Agirî Hejmar 386 derket


Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giþtî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weþandin.
Hejmara nû 386 ya Rojnameya Agirî bi van çend raport û gotaran derket:
1- Salek piþtî kuþtarê -Agirî
2- Sergotar (Herifîna Îranê) /Kerîm Perwîzî
3- Peyama PDKÎ bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Firset Sofî”.
4- Maka terorîzm a cîhanî /Nûredîn Sofîzade
5- Zinîdkirina rêkkevtina “BERCAM”ê jî bi hewara rejîmê nayê! / Dara Natiq

Bixwîne...

Berhemên Nû: ”Pênûsa Nû” hejmara nû (93) derket


Hejmara 93 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 30 nivîskar û helbestvanan hatiye weþandin.
naverok
Nivîsara sereke:
Çend bûyerên hemdemî/Ebdulbaqî Huseynî
Nerîn û Gotar:
Jînengeriya Dr. Nûredîn Zaza / Bonîye Cegerxwîn ..... Cegerxwînê nemir / Xorþîd Þûzî ..... Bila welatê mero hebe/ Xemgîn Remo ..... Dermanê Zindîbûnê /Mamoste Baqî ..... Pîrozbahiyeke vekirî / Elî Cefer ..... Bîrjenên xewnedar + Dil perestgeha evînê ye/ Mihemedê Seyid Hisên ..... Pirtûka Mizgîn Hesko a nû- 2020.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Agirî hejmara 385 derket


Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giþtî ye, ji aliyê PDK Îranê  her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weþandin.
Hejmara nû ya Rojnameya Agirî bi van çend gotaran derket:
1- Xala dijberê Tehranê - Agirî
2- Sergotar (Kurd û Amerîka)- Kerîm Perwîzî
3- Navenda Hevkarî: “Celal Melekþa” bi sedema azadîxwazî û nivîsînên xwe hezkiriyê tev xelkê Kurdisanê bû".

Bixwîne...

Berhemên Nû: Ji Bexçika Jiyanê. Tazetirîn berhema helbestvan û nivîskareka kurd Mizgîn Hesko.


 Bê guman û heyanî vê gavê em Mizgîn Hesko weko helbestvan nas dikin, herweha wê bi dehan ji Gotarên xwe belavkirine û her berdewa me.
Lê di vê berhema di nav destên me de, Mizgîna helbestvan, bi wêrekiyeke bê hempa beþdarî pêþbirka pirtûkên bi kurdî dibe,.
Weha bi mijarên cuda, ramanên cuda û bi hin ji dîmenên  jînenîgarî, çîrok û çîvanokên rastteqîn ê jiyana xwe Tête meydana nivîsîna bi kurdî û bi awayekî vekirî û hiþkere nerîn, dîtinên xwe li qelem dide.
Pirûka Ji Bexçika Jiyanê, Mijdar 2020 , di riya çapxaxana SerSera - çapa yekem ronahî dît.
Berhem ji 220 Rûpelan pêk tê û 186 ji bexçikên( nivîsên ) reng, rengo tê de cî digirin.
Amadekirina bergê Pirtûkê: Dr. beþar Mustafa.
ISBN- 9783966401302.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Pîrozbahiyek vekirî


  Elî Cefer  

 Lêkolîn di dermafê ronakbîr û emekdarên nifþê pêþîn yê wêjeya Kurdî, herweha di dermafê folklor û girîngiya wê taybetî heye. Her lêkolînerek di lêkolîna xwe de roniyê davêje ser xalekê, ku hîn têr û tijî nebûye, yan koþeyeke ku hîn toz û tarî li ser heye. Lewra xwendina van cure berheman zor pêwîste, çimkî mirov bi xwendina lêkolînekê careke tenê nikare hemî aliyan baþ têbigîne. Ji ber vê jî çiqas mirov bixwîne, ewqasî têgihiþtina wî firehtir dibe.

Bixwîne...

Berhemên Nû: KOVARA BERNAMEGEH BI HEJMARA XWE YA DUYEMÎN DERKET


Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh bi hejmara xwe ya duyemîn derket pêþberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de gellek nivîskar bi gotar û helbestên xwe li ber we ne.
Konê Reþ li ser êþ û jiyana Celadet Bedirxan, Occo Mahabad bi nivîsa xwe ya ser helbestvan Qanî, Nîhat Gûltekîn behsa Salihê Biro, Ayhan Erkmen li pey Qedera Hevpar, Îkram Oguz ser Hezkirina ji jîyanê û tirs û xofa ji axîretê û Yaqûb Kurmanc qala Ola Zerdeþtiyê dikin.
Di vê hejmarê de hûn dikarin van nivîsan bixwînin.
- Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de / Konê Reþ
- Helbestvanekî azadîxwaz, welatperwer û sosyalîst: Qanî / Occo Mahabad
- Þikeft / Omer Dilsoz
- Vê Sibehê Sivik Wekî Per im / Mervan Serhildan
- Rivîna Dilê Min / Laleþ Qaso

Bixwîne...

Berhemên Nû: Agirî hejmara nû 384 derket


Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giþtî ye, ji aliyê PDK Îranê  her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weþandin.
Hejmara nû ya Rojnameya Agirî bi van çend gotaran derket:
1- Rejîma Îranê çavkaniya gefê ye li deverê -Agirî
2- Sergotar "Merg û Erk" Kerîm Perwîzî.
3- Peyama pîrozbahiya PDKÎ bo “Misefa Ozçelîk”.
4- Gelo Kurd tenê bes e ji Kurdbûna xwe xwedî derkevin? Nûredîn Sofîzade
5- Çima alaya Kurdan rasî bêrêziyê tê? Dara Natiq
6- Gelo bila xelk li cihê nan kêkan bixwin? Elî Munezemî

Bixwîne...

Berhemên Nû: Hejmara Heftemîn A Kovara Þermola Derket


 Hejmara Heftemîn a kovara Þermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weþandin, derket.
  Dosyaya hejmara Heftemîn “Girîngîya romanê” ye. Ji ber ku Yên vê hunera wêjeyî diþopînin ji girîngî û bandora wê ya mezin haydar in, roman dikare mijar û fikarên cihêreng ên civakê eþkere û ronî bike.
  Di Hejmara Heftemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewþenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beþên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyvîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.
 Hejmara Heftemîn a kovara Þermola bi 188 rûpelan bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Bixwîne...

Berhemên Nû: Pirtûka Gulzara Mela Ehmedê Namî.



 Nivîskar: Samî Mela Ehmedê Namî.

Bi alîkariya: Komeleya Ramyarî ya Swêdî - Kurdî - 12 avdar
Svensk - Kurdisk ideell förening - 12 mars
Hatiye çapkirin.
Hejmara rûpelên pirtûkê 416 rûpel in, ji wan 40 rûpel wêne û pêçanok in.
Pirtûk çapa yekemîn e, di roja 2020.06.11 li weþanxana Apec Stockholm hete çapkirin.

Bixwîne...

Berhemên Nû: KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU `L-ERDYA IBIN HEWQEL DE


Ibrahîm Ibrahîm

Berg: Xelîl Ibrahîm

Çapa yekem: 2020 - Stockholm

Çap: Apec Tryck & Förlag AB

ISBN: ISBN: 978-91-88333-65-0

Bixwîne...

X

Helbest