Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Ziman: DEWLEMENDKIRINA ZIMANÊ KURDÎ


Xalid Cemîl Mihemed

1.    Rewþa Zimanê Kurdî
Gelê Kurd, bi dirêjiya dîroka xwe, ji bo jiyan, serxwebûn, nasname û hebûna xwe liber xwe daye û hêj di wê kêferatê de berdewam e û ketiye warekî, ku bi hemû erk û belgeyan mafên xwe yên yasayî, mirovî û neteweyî bisepîne, di nav de jî xebata di ber ziman de, ku ew yek ji bereyên wê berxwedanê ye û ne tenê ji aliyê dijminên gelê Kurd ve, ew ziman hatiye binpêkirin, lê belê bi awayekî berfireh û berbiçav, ji aliyê xwediyê xwe ve jî, hatiye perawîzkirin û piþtguhxistin. Êdî rewþa vê berxwadanê çawa ye, ku Zimanê Kurdî tê de ye û çawa dikare serkeftinê di vî warî de bidest bixe?

Bixwîne...

Ziman: Ji Kêþeyên (pirsgirêkên) Zimanê Kurdî .. Kêþeya Navlêkirina (Elfabê, Alfabe) û Bilêvkirina Tîpên Kurdî. (Xeleka yekem)


Merwan Berekat
 
Ziman giyanewerekî zindî ye, ew jî mîna mirov tûþî nexweþiyan dibe, lawaz dibe û carina jî dimre. Belê ev rastiyeke dîrokî ye, ji ber wê jî zor pêwîst û girîng e, ku bendewarî bi hemû warên jiyana zimên bibe, taku ew ji nexweþiyan were parastin, û li gor demê rola wî hebe. Dema ku ziman bi pirkêþe be û ew kêþeyan netên çareserkirin, wateya wê ew e miletê ku wî zimanî bi kar tîne miletekî paþdemayî ye. 

Bixwîne...

Ziman: Bêje û Wate


Merwan Berekat
 
Ji aliyê zimanzanan ve gelek lêkolîn û bîrdoz ji bo rêxstkirina watezanînê - watesaziyê - (sîmintîk ) hatine kirin, û hin ji wan ev in:
1 - Lêkolîn ji bo jêder û guhartina wateyên bêjeyan: Di hemû
zimanan de û li gor serdemên dîrokî wateya gelek bêjeyan hatine guhartin. Eger mirov li jiyana zimanê mirovahiyê vegere û wê lêkolîn bike, dê baþ bibîne ku rûdawa guhartina wateya bêjeyan rûdaweke normal e, ji ber ku her tim ziman xwe li gor demê nûjen dike û di wê nûjeniyê de wateya hin bêjeyan tê guhartin.

Bixwîne...

Ziman: Zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan, Danerê Elifbêya Kurdî-Latînî


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
 
Birastî hinek kes di vê cîhanê de henin ku, serkaniya bereket û þanaziyê ne. Ev bereket û þanazî ne tenê ya neteweyekî û welatekî ye; belkî ya timê cîhanê û mirovatiyê ye. Herusa mirina wan kesan jî ziyaneka mezin e, ne tenê bona neteweyekî û welatekî; belkî timê cîhanê ziyanê jê dibînin.
Malbata hêja û birûmet a Bedirxaniyan weke çavkaniyeka welatparêz, rewþenbîr û siyasetmedar, yek ji wan malbatên serfiraz û xwedanbandor li Kurdistan û cîhanê ye. Bandor û hîkariya vê malbata qedirbilind di warê dîrok, çand, ziman, wêje, rewþenbîrî, welatperwerî û doza gelê kurd de, pir zêde û gelekî girîng e. Camêrên vê malbata birûmet gelek berhem û çelengiyên kurdan nîþanî cîhanê dane.

Bixwîne...

Ziman: Taybetmendiyên Erênî yên Elifbêya Kurdî-Latînî û Hin Pirsgirêkên Elifbêya Kurdî-Erebî


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
 
Hinek taybetmendiyên erênî ya rênivîsa kurdî-latînî henin ku, dibin sedemê bedewbûn, tekûzbûn, pêþketîbûn û serxwebûna wê rênivîsê. Herwekî nivîskarê hêja Bavê Nazê[1] jî amaje kiriye; hinek ji wan taybetmendiyan û pirsgirêkên elifbêya kurdî-erebî wiha ne:
1- Elifbêya kurdî elifbêyeka fonêtîkî ye, ango her tîpek ji bilî pevdenga (xw)’yê, nîþana dengekî ye. Ji ber vê yekê elifbêya kurdî-latînî baþtir ji elifbêya kurdî-erebî li sewt û dengên zimanê kurdî tê.

Bixwîne...

Ziman: Hin Têbînî û Þirove Derbarê Elifbêya Kurdî De


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
 
1- Herwekî zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan destnîþan kiriye, di zimanê kurdî de teþdîd, yan þide ( ّ  ) tine. Bi gotinaka din tîpek du caran pey hev nayê bilêv kirin. Gorî baweriya me, divê peyvên erebî yên þidedar jî di zimanê kurdî de bêyî þideyê bên nivîsîn.
Weke: Milet, Mihemed, Êzedîn, Cinet.
2- Herusa nîþandeka tenvînê ( ً ) jî di zimanê kurdî de bi kar nayê. Wekî peyveka erebî yan farsî ya tenvîndar were bikaranîn; dewsa tenvînê de, tîpa (N ن) dixebitînin. Mînak:
حتمآ            = Hetmen حه‌تمه‌ن
تقریبآ            = Teqrîben ته‌قریبه‌ن

Bixwîne...

Ziman: Pirtûka ”Dersên Kurdî” ya mamoste Heqî Balte


 Samî Mela Ehmedê Namî
 
Pirtûka DERSÊN KURDÎ, pirtûkeke xwendinê ye, bi pênûsa mamoste Heqî Balte hatiye nivîsandin.
Mamoste Heqî di bin navê ”çend gotin” de van mamostên birêz bi nav dike û dibêje:
”Mamosteyên hêja Ahmed Tîgrîs, Nîzametîn Akkurt, Dersîm Tekeþ, Gabar Çiyan û Yusef Erden bi pêþniyaz û alîkariya bêhempa ev pirtûk têkûz kirine. Ez ji bo alîkariya wan spasdar im.

Bixwîne...

Ziman: Hin ji çewtîyên herî bela ve di zimanê kurdî de


 Hoþeng Nîzar Nûh
 
“Ez ê yan Ezê herim”; “Min ê yan Minê”; “Ehmed ê were” yan “Ehmedê were” û hwd…?
Heke em amraza dema bê ‘ê/dê/yê’ bi cînavk an navdêr ve binivîsin, çi dibe?
Gelo hevokên A. yan ên B. rast in, çima?
A. Ew ê pirtûkê bixwîne.
B. Ewê pirtûkê bixwîne.
A. Wî/Wê yê bigota…
B. Wîyê/Wêyê bigota…

Bixwîne...

Ziman: Kurte Dîroka Elifbêyên Kurdî


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Herwekî tê zanîn, çêkirina rêzê (xet) destkefteka mezin a mirovan e. Gelê kurd jî di vê destkefta girîng de xwedan piþk û par e. Ji mêj ve rûniþtvanên rêzeçiyayên Zagros û Toros nivîsîne û xwandine. Gorî belgeyên dîrokî û baweriya ziman-nasan , kurdan di dirêjaya dîrokê de ji bilî bikaranîna elifbê û xetên aramî, suryanî û yûnanî - ku gelek berhem û belgeyên kevnare yên kurdan bi wan xetan hatine nivîsîn - ev deh heb elifbayên jêrîn jî vejandine, çêkirine û bi kar anîne:

Bixwîne...

Ziman: Zimanê Kurdî


Merwan Berekat
 
Zimanê her miletekî, ji bo wî mayîn, parastin û taybetiyeke netewî ye. Dema miletek zimanê xwe yê netewî ji bîr bike, û zimanekî din bi kar wîne, nasnama wî ya netewî namîne, ew milet dihele û nema wek neteweke serbixwe dimîne, ango em kanin bêjin: Ji berî xaknîgariyê; ziman welatê netewî ye.
Dijmin û xêrnexwazên gelê Kurd her tim hewil kirine, ku nasnama me ya netewî winda bikin, loma jî wan her tim þerê zimanê me kirine û hîn jî dikin, lê zimanê Kurdî her tim li ber xwe daye, pêdar maye û ew pilan beravêtî kirine.

Bixwîne...

Ziman: Biregmatiya Zimanê Kurdî


Nivîskar : Hozan Deham Ibrahîm
2015/2016
Bulxarya, Sofya

Lêkolîn
- Biregmatî çî ye ?
* Di ferhenga Oxfordê de : The meaning beyond the sentence which is not cleared directly to the listener.
* Di kurdî de ( Wata veþartî ya ko ne diyare ji bo kesê guhdar ) .

Bixwîne...

Ziman: Nakokiya Zimanan


Merwan Berekat
 
Nakokiya zimanan û nemaze yên ku di navbera zimanên hevsînor de dest pê dibe ne rûdaweke nû ye, ew gelek kevnar e û beþek ji jiyana zimên e. Wekî çawa di navbera hemû zindiyan de, ji bo mayînê nakokî çê dibe û ew tiþtekî normal e, her weha eger di navbera zimanan de jî nakokî bi þêwakî rewa û siruþtî çêbibe, ew jî tiþtekî normal e. Lê eger ew nakokiyan bi pilan û pîlangerî ji aliyê mejiyên regezperest ve werin kirin, bêguman ew karekî ne rewa û ne jî normal e.

Bixwîne...

Ziman: Ziman û Þaristanî


Merwan Berekat

 Bêguman rola zimên di avakirina hemû warên þaristaniyê de roleke girîng e, û pêþketina þaristaniya miletekî ew jî roleke bingehîn di jiyana zimanê wî de dilîze, wê lomê jî di navbera pêþketina þaristaniya miletekî û pêþketina zimanê wî de pêwendiyeke hertimî heye.
Dema pêþketin dikeve jiyana wêje, raman, felsefe, koltor, warên perwerdekirinê û hemû karûbarên girêdayî bi sistema civakî ya miletekî, bandora wê pêþketinê bi þêwakî erênî li jiyana zimanê wî jî dibe. Pêþketina zimanê her miletekî bi pêþketina wî ya þaristanî ve tê girêdan

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (15)


Deham Ebdulfettah

Rawegoriya Karan bi Kara û Berkarên wan re
Mebesta me ji gotina (rawegorî) yan jî (kategorî)[1] ew e ku nîþandekên jimara kara û berkaran bi þêweyekî rast û durist , li wan  , yan jî li karên wan xuya bibin . Anku , raweya karan li gora jimara kara û berkaran teþeya (forma) xwe , di hevokê de durist bistîne .

Berî nuha ev mijar di pirtûka me de , ya bi navê "Kar di Zimanê Kurdî de"hatiye belavkirin .

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (14)


Deham Ebdulfettah
 
Pêþgira "bi"di navbera Bêje û Bibêje de ……!
 
  Li gelek herêmên welêt raweya fermanî ji karê "gotin"bi þêweyê "bêje"tê xebitandin , li hin herêman jî bi þêweyê "bibêje"tê xebitandin . Derbarî duristî û neduristiya van her dû þêweyan jî gelek caran gotebêj , di nav rewþenbîran de germ dibe . Di vê pêvajoyê de pirs ev e : Gelo , li gora rêzikên rêzimanî , kîjan þêwe rastir û duristir e ?!

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (13)


Deham Ebdulfettah

Watedariya Hin Hevalkarên Cihî Li Gora Paþgirên Pêvebestî
 
Hevalkarê cihî ew nav e ,[1] yê ku hêlekê yan cihekî ji cîhan destnîþan dike , wek "ser , bin , nav , pêþ , paþ , jor , jêr , dûr , nêz , nêzîk , hêl , alî , lay , rex , rast , çep , bakur , baþûr , rojava , rojhilat  . . . . .". Ev hevalkar cihê bûyîna karan didin nasîn  .
          Wek :
          - Zînê pirtûk danî ser maseyê
          - Pirtûk ket bin maseyê
          - Çivîk çûn nav daran
          - Çivîk hat ser darê

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (13)


Deham Ebdulfettah
 

Têveliya di Navbera Raweya "Karker"û "Karkir"de çiye ?!

Raweya "karker"û ya "karkir", her dû jî navinî lêkdayî (hevbend) in , ji navê "kar"û darêjên "ker-kir"(ji karê kirin) saz bûne . Her dû rawe jî navên kara ne (ên ku kar dikin) . Ji hêla wateyê ve her dû nav hevwate ne (bi wateya kesên xebatkar) . Lê bi hûrbînî , hindek cudayî di navbera watedariya her dû raweyan de xuya dibe . Ji hêla bêjesaziyê jî , her dû bêje ji hev cuda ne : 

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (12)


Deham Ebdulfettah


c-Paþkok (paþpirtik):

Gotina "paþkok"navlêkirina Prof . Qenatê Kurdo ye . Lê Qenat ronî nekiriye , ka çima ev kurtebêje (im ,î ,e ,in) paþkok in (eger gotibe jî min bixwe nedîtiye) .Bi dîtina min jî , ev (im ,î ,e ,in) paþkokên nav û cînavan in . Ev paþkokdi raweya rast û resen (bê verês/ tewang) de , li pey nav û cînavan bikar tên û weku alavên girêdanê , ser û pêgirên hevokan bi hev girêdidin , wateyên wan sergihayî (temam) dikin .

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (11)


Deham Ebdulfettah
Bo Çi Nî‏andeka Verêsê "î"Li Herêminan Bikar Nayê !?
Yek ji taybetmendiyên zimanê Kurdî (Kurmancî) yên herî sereke verês (tewang)e  . Bo vê taybetmendiyê jî hin rojhilatnas û zanyarên zimanê Kurdî dibêjin : Zimanê Kurdî (Kurmancî) zimanê veguhztin û verêsê ye .
Di raweya verêsê de ev nî‏andek "î ,ê ,an"digihêjin nav û cînavên berverês  .
          "Î": Digihêje nav û cînavên yekjimar ên nêrza :
          - Ez miro dinasim  .
          - ‏agir ev pirtûk xwend  .
          - … . .

Bixwîne...

Ziman: Zimanê Dayikê, yan zimanê Dayik


Xalis Misewer

Di her peyv û helkeftinên xwe yên ku di mijarên zimên de tênin bi lêvkirin, yan nivîsandin, em kurd dibêjin: Divabe em bi zimanê Dayikê biaxivin yan binivîsin, yan dibên divabe em zimanê Dayikê biparêzin. Gelo ta kîjan radeyê ev peyv yan firêza (zimanê dayikê) ji hêla wateya ibistmolocîk û wêjeyî ve, rast tê wezîfedarkirin û bikaranîn? Ango weke em dibînin, ku kurd di helkeftinên zimên de, resenya ziman mina zimanê dayika biyolocîk didin nasîn, û jê re
zimanê dayikê dibêjin. Lê bêgûman emê di þîrovekirina xwe ya di vê mijarê de bidin xuyakirin ku, ev peyv bi wateya xwey ibistmolocîk û wêjeyî ve, gereke zimanê dayik  yan mak  bê bikaranîn?. Ango em dibînin ya rast ewe ku, ev herdûk peyvên dawî, ji dêvla peyva zimanê dayikêdi axavtin û nivîsandinên me de bêne danasîn.  

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (10)


Deham Ebdulfettah

Hevoka Navdarî , Gelo Di Zimanê Kurdî de Heye ?!

Ji mêj ve ev pirsa giring û balkêþ di serê min de digeriya : Gelo hevoka navdar di zimanê Kurdî de heye yan na ?!
Gelek þarezayên zimanê Kurdî , berî min jî ev pirs ji xwe kirine û her yekî ji wan bersiva pirsê , li gora têgihiþtina xwe daye  .
Em dizanin ku hevoka kardarî (lêkerî) ew hevok e ya ku karek di binesaziya wê de hebe , wek :

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (9)


Deham Ebdulfettah
 
Hevoka Navdarî , Gelo Di Zimanê Kurdî de Heye ?!
 
Ji mêj ve ev pirsa giring û balkêþ di serê min de digeriya : Gelo hevoka navdar di zimanê Kurdî de heye yan na ?!
Gelek þarezayên zimanê Kurdî , berî min jî ev pirs ji xwe kirine û her yekî ji wan bersiva pirsê , li gora têgihiþtina xwe daye  .
Em dizanin ku hevoka kardarî (lêkerî) ew hevok e ya ku karek di binesaziya wê de hebe , wek :

Bixwîne...

Ziman: Waneyên Rêziman Kurmacî Derket


Pirtûka waneyên rêzimanê Kurmancî ya mamoste û lêkolînerê zimanê kurdî Nezîr Ocek ji aliyê Weþanxaneya Sîtavê ve hat çapkirin. Pirtûk ji 320 rûpelan pêk tê.
Nivîskarê pirtûkê ev zêdetirî danzdeh salan e dersên ziman û wêjeya kurdî dide. Bi tecrûbeya dersdayîna danzdeh salan ev berhem derketiye holê.
Nivîskar berhem li gorî dersdayînê, bi qayîdeyeke pir hêsan amade kiriye. Nivîskar zimanekî gelekî hêsan bikar aniye, xwendekar di fêmkirina mijaran de qet zehmetî nakiþîne.

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (7)


Deham Ebdulfettah

«Lêker» bi wateya «Verb» Navlêkirineke ne duriste !
Ji dema mîr Celadet Bedirxan ve ta vê rojê jî , zimanê Kurdî (Kurmancî) cihê balkêþiya rewþenbîr û zimanzanan e . Di vê qûnaxê de gelek gotinên winda hatine dîtin , gelek ên tozgirtî hatine daweþandin û vejandin… . û bi qasî wan jî , gotinên nûjen hatine dariþtin û sazkirin . Hîn jî ew kar û xebat derbarî jîndarkirina vî zimanî berdewam e .

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (6)


Deham Ebdulfettah

Ev kombêjiya (Awarte) Ji çi hatiye û bo çi  . . ?!
Nîþandekên kombêjiya hemû navên pendî (nas) di zimanê Kurdî (Kurmancî) de ev her dû nîþandek in (an , ên) :
1- (An) : digihêje navên komjimarên nêr û mê di raweya verêsê (tewangê) de , wek :

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (5)


Deham Ebdulfettah

Têgeha Demê di Navbera "Pêþeroj û Paþeroj" de …!
Di nav hemû mijarên zimanê Kurdî (Kurmancî) de mijarek weku vê mijara di nav destên me de , wiqasî giring , aloz û lihevketî nîne . Giringiya mijara me ne ji rol û nirxdariya naveroka wê tê , belkû ji giringiya çareserkirina kêþeya wê tê . Alozî û arîþeya mijarê jî , ne ji têgihiþtin û netêgihiþtina naveroka wê tê , lê ji wê helwesta ronakbîrên kurd û diyardeya navlêkirinên berevajî hev tê .

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (4)


Deham Ebdulfettah

1-Þêwezarê Kurmanciya Bakûr (Bakurr) :
Ev þêwezar pirraniya nexþeya Kurdistanê digire  . Ji Kurdistana Iraqêî li parêzgeha Duhokêî herêma Þêxanî Þingal û Zîbar bikar tê . Ji Kurdistana Iranê , li baþûrê rojavayê deryaçeya Ormiya û di nav hin niþteciyên Tehran û Xurasanê de jî bikar tê . Li hemû herêm û deverên Kurdistana Bakûr (ji bilî herêmên Zaza) û di nav Kurdên niþteciyên Anadolî Istanbolî Izmîr û hin deverên dîtir jî , bikar tê .

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (3)


Deham Ebdulfettah

Ç- Di rûpelên çûyî , bendên "a , b , c"de me têkilî û girêdana çend zimanên dêrîn "Somerî  , Evistayî û Pehlewî"bi zimanê Kurdî re , di ber çavan re derbas kir û me hinekî bandora wan zimanan jî , li zimanê Kurdî berçav kirê Lê di wan rûpelan tevan de jî , me negot , ka rewþa zimanê Kurdî çi bû û çawa bû ?! Gelo zimanekî yekbûyî bû , yan jî (wek nuha) pir þêwezar bû ?!

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (2)


Deham Ebdulfettah

- Evistayî :

Berî nuha me amaje pê kiriye ku zimanê Evistayî navê xwe ji "Evista"wergirtiye . Ev jî dide zanîn ku nirx û buhayê zimanê Evistayî ji nirxdarî û pîrozbahiya Evista bixwe hatiye .
Bo vê çendê jî bandora Evista û zimanê Evistayî li gelên herêmê û zimanên wan bûye .

Bixwîne...

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (1)


 Deham Ebdulfettah

NAVEROK
 
-Gotinek kurt
-Zimanê Kurdî di Navbera Hêvî û Arîþeyan de !
-Kî ne Kurd ?!
-Evistayî
-Þêwezarê Kurmanciya Bakûr (Bakurr)  
-Þêwezarê Kurmanciya Navîn
-Þêwezarê Kurmanciya Baþûr
-Þêwezarê Goranî

Bixwîne...

X

Helbest