Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Gotar: Na ji kuþtina jiyanê re!


Þêrîn Ebdo

Silogan gotinek e, ka kirin û pabendiya mirov bi evê gotinê?
Li bin sîwana evê siloganê "Jin jiyan e" jiyan tête kuþtin, jin xwe dikuje û tête kuþtin!
Li bin sîwana evê siloganê gulên nûpiþkuvî di buhara xwe de têne jêvekirin û xemla jiyanê winda dibe..
Li bin siya þuþtina rûmetê xencera nezaniyê di sînga jînê de tête çikandin..
Seyr e! Em di serdemeke vekirî û pêþketî de dijîn lê hizir, hiþ û ramanên hin mirovan hêj di serdema nezaniyê de çalak in, hêj civaka me di serdema kevirî de dijî.

Bixwîne...

Gotar: Projeyên Tirkiyê yên guherîna demografîkê “Jenosîd û apartîd” e


Ebdûlazîz Qasim

Serokomarê dewleta Tirkiya dagîrker Receb Teyib Erdogan di 3’ê Gulana 2022’an de ragihand ku, Enqere projeyek ji bo “vegera milyonek Sûrî bo bakur û rojavayê Sûriyê”amade kiriye, û ragihand ku proje dê gelekî mezin û berfireh be û li 13 deveran li wan navçeyên dagîrkirî ên”Rojavayê Kurdistanê” bên avakirin.
Di destpêkê de, divê bêjin ku plana Tirkiyê ya dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê ji bo qirkirina gelê Kurd û pêkanîna guhertina demografî ye, û ev yek ji sereketirîn armancên Tirkiye bû her ji destpêka kirîza Sûriyê di sala 2011an de, li ser navê “Herêma Ewleh”, ku ji aliyê civaka navdewletî ve li wê demê nehat pejirandin.

Bixwîne...

Gotar: Girîngiya gelê Kurd li herêmê


Dr. Mahmoud Abbas

  Ligel nebûna dewleteke Kurdî, û berdewamiya girêdana Miletê Kurd ê dilsoz bi rêjîmê welatê dagirkara hatîya ferz kirin, û nekaribûna hêza siyasî ya ku heya niha nikarê ji þiyanên xwe yên mezin û xav sûd werbigirê, an jî jê qizincbikê, wek (demografîk me ya ne kêmtir ji  dimogafiya gelên herî mezin li herêmê. Û dewlemendiya ku bi welatên herî dewlemend ên herêmê re li hev dike. Û erdnîgariya kurdistanê ya berfireh a ku rûbera wê zêdetirî erdnîgariya Fransayê ya, û stûnên çandê yên ku berdewamiya wan li ser kûrahiya dîrokê ye) Em wek gelên din ne ketina ber hêrvandinê de, û çandên rejimên totalîter neketiya cihê çanda kurdîde.

Bixwîne...

Gotar: Saziyên nivîskarên kurd û piþtguhkirina ziman


Qado Þêrîn

Bi texmîna min, li Rojavayê Kurdistanê pênc saziyên nivîskaran hene, çi þerme. Her pênc bi serok û merok in, endam û çalakî û daxwiyanî û xirecir in, hema hema hemû daxwiyaniyên wan bi erebî ne, çi þerme. Hin caran li dij hev derdikevin, wek ku þerekî sar di nav wan de hebe, carinan newêrin þerê navxweyî derxînin medyayê, çimkî wê xelk wan pîs bikin. Gelek caran ji kîna hevûdu re bi çalakiyên þermok radibin. Ez çalak im, dêmek ez heme. Eger ne wisa ye, ka kîjan saziyê pirtûkek, wek nimûne, ji nivîskarekî/ê re çap kiriye, yan jî alîkariya nivîskarekî kiriye? Tune. Wek ku agahdar im, nikarin alîkariya endamê xwe bikin. Êdî hebûna wan ji bo çi ye?

Bixwîne...

Gotar: Ez Û 6mîn KONFERANSÊ FOLKLORA KURDÎ Li ZANKOYA ZAXO!


Konê Reþ
 
  Ev sêyemîn care ku diçim Zaxo, Zaxoka Badînan.. Cara yekemîn di sala 2008an de bû, min semînerek li dor Bedirxaniyan di bexçeyê qaymqamiyê de da, cara duyemîn sala 2019an bû, min du pirtûkên xwe bi navê (Beriya Mêrdînê û Kurdênejibîrkirinê), li Zankoya Zaxo imzekirin. Û ev beþdariya min di konferansê navdewletî de li dor folklorê kurdî li Zankoya Zaxo, di rojên 11-12 gulan 2022an de, cara sêyemîn e.
  li ser vê daxwaznameya Centera Kurdî bo Vekolînên Folklorî ji Zankoya Zaxo, di 9ê gulanê 2022an de, ji Qamiþlo min berê xwe da Zaxo: (Silav û rêz mamosta Konê Reþ.. Senterê Zaxo bo vekolînên kurdî li Fekolteya Zanistên Mirovayetî/ Zankoya Zaxo li rêkkevtî 11 û 12 gulana 2022yê dê konfransekê navdewletî li dor folkilorê kurdî gêrît. Lewra em weku Senterê Zaxo bo vekolînên kurdî heweyên hêja daxwaz dikeyn ku li konfiransî amade bibin. Hûn dikarn bi navunîþanê "Folkilorê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" di penelekî da piþikdarîyê biken.
Her sax bin/ Zakho Center Kurdish Studies/19/4/2022).

Bixwîne...

Gotar: Di 90 Saliya Kovara Hawarê de Werim Em Kovarê Nas Bikin!


Konê Reþ

  Mîr Celadet Ali Bedirxan:1893 - 1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehiþtin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawîn ji temenê xwe. Wî jî, di roja 15.5.1932an de hejmara pêþî ji kovara xwe (Hawar)ê bi tîpên latînî, li Þamê çap kir û di nav Kurd û biyanyan de belavkir.. Bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand Kurdan û got:
  (Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke þexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî.. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê..).

Bixwîne...

Gotar: Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev (01.05.1947 - 08.08.2021)


Ebdûlazîz Qasim

Eger em dîroka xwe baþ binivîsin, pêdivî heye ku em rola kurdên Qefqasiya bi tîp zêrîn di nav rûpelên dîroka kurdî de binivîsin, ji ber rola mezin ya kurdên “Soviyeta berê” ji bo hiþyarkirina hest û pêþxistina aqilmandiya neteweyî ya kurdî bi taybetî xizmeta wan ya herî mezin li hemerî pastina ziman û edebiyata kurdî.

Li ser destê kurdên Qafqasiya li ser astê neteweyî yekem hikûmeta autonomî hatiye avakirin û herwisa xizmetek bêhempa ya wan ji bo pêþxistina çand, ziman û zargotin, ferheng û edebiyeta kurdî heye û hêjayê ku yekem bingehên kurdlojiyê û kurdnasiyê li ser destê wan hatine tomar kirin.

Bixwîne...

Gotar: Dr. Kamîran Bedirxan Xwediyê Yememîn Rojnameya Kurdî ye bi Elfabeya Latînî


Konê Reþ

  Wek ku çawa Mîr Celadet Bedirxan xwediyê kovara Hawarê ye ku yekemîn kovara kurdî ye bi elfabeya latînî, wiha jî birayê wî Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan xwediyê rojnameya Roja Nû ye ku yekemîn rojnameya kurdî ye bi elfabeya latînî hatiye weþandin. Kovara Hawarê berî 90 salî, di roja 15 Gulana 1932an de li Þamê hatiye çap û belavkirin, rojnameya Roja Nû jî berî 79 salan di roja 3ê Gulana 1943an de li Beyrûtê hatiye çap û belavkirin.
  Werin, em 79 saliya roja weþana rojnameya Roja Nû ku 3ê Gulana 2022 ye û xwediyê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bibîr bînin.. Evê ku tev jiyana xwe di ber Kurd û Kurdistanê de xerc kiriye.. 

Bixwîne...

Gotar: (Sazkirina cîhana romanî di Romana Kobanî a Can Dost)


Rêber Hebûn

Roman li dor Kobanî dizivîre , behsa dema þerê navxweyî  li sûrî dike , û bandorê wê çaxê  2011 li ser rojavayê Kurdistanê, civakê wê û bi taybet li  ser Kobanî, nivsîkar Can Dost pala xwe dabû li ser bîr di avakirina vê romanê de, berî xwe da zaroktî, malbata olî  û herwiha ronî da li ser bandora reftarên êlî li  civaka wê deverê û nerîna wan ji kesên nenas re , yên nav li wan dikirin  Mihacir, ango bi kurdî Penaber, helbet þêweya nivîsa wî bala mirov bêhtir dikþîne , bi taybet dema ew xwedevan ji xelkê deverê be, bêhtir wê têkeve kûrahiya hestek e dagirtî arezû û nalîn , li ser çawaniya ramandinê, bandora þer  li ser xelkê , têkiliyê ciwanên dilgerm û kêm zane bi hevdû re û herwiha bi xuristiya çaxê, bi berzbûna rewþek e nû  û serpêhatiya desthiladariya kurdî yê nû li rojava de, û dan û standina wê bi partiyên ne ligel ramanê wê û herwiha gelek xalên yên bi vê kêþeyê ve girêdayî.

Bixwîne...

Gotar: HINEK RONAH LI SER ROJNAMEYA (KURDISTAN)


Cemîl Ibrahîm

Roja 24.04.2022an, li Sîwana Kurdan, li bajarê Essen-Elmanya, komîteya çalakiyan ya Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd, simînarek ji bo bi bîranîna roja Rojnamevaniya Kurdî, li darxist, ez yek ji sê bêjeran bûm, ko ew kiribûn mêvan, min di vê simînarê de ev gotar pêþkêþ kir û min ew xwend:
HINEK RONAH LI SER ROJNAMEYA (KURDISTAN)

    Xuþk û birayên hêja,
    amadebûyên birêz
    Ev dem û hemû demên we xweþ û baþ bin

Bixwîne...

Gotar: Rojnameya Kurdistan pêþenga rojnamegeriya kurdî ye


Hiþmend Þêxo

Di serdema pêþketina þoreþa pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêþeng radibe di pêþxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû Tevger , Partî , Komele û rêxistin bi nerîn û siyasetên rastbîn  , helwestên wêrek û çalakbûna ragihandina xwe xurt û li pêþin , Lewre ragihandin þêweyê herî sereke ye di  karê tevgera rêzanî û xebata demoqrat û aþtiyane de.
Rojnamevanên cefakêþ : Silav li we
Di 22 Nîsana 1898 an de û berî bi (124) salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîra li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya Kurdistan derdixe û dûrî xaka Kurtdistanê li derveyî welêt belav dike..

Bixwîne...

Gotar: Dîtinek li mirinê


Rêber Hebûn

Mirin di xwe de  nepeniyê diyar dike, tevî ku carne bi bergê mirov berz dibe, û jiyanê bidawî dike bê agehdarî bi dîmenek e kirêt û pîs, û di nav de rastiya zayînê dibiþkive, ji ber ku mirin piþtê demê diþkîne, û bîrnasê Ferensî Blaîze Paskal 1 di derbarê axaftina xwe de li ser mirinê wisa dibêje :( ti xêr di jiyanê de nîne ji bilî ew hêviya bi jiyanek e din ve, û mirov bi qasî nêzî hêviyê dibe þad dibe jî,û yên  hevsarê baweriya xurt  bi hemdemiyê ve kirin e destên xwe, bê þensî nabe parê wan, û herwiha þahiya wan kesên ne meyldar ji vê yekê re wê nebe)

Bixwîne...

Gotar: Belgehkirina binpêkirinên PKK li Kurdistana Sûrî di nava Pirtûkekê de


Soz Mihemed

Li Kurdistan Sûriyê belgekirina binpêkirinan nayê zanîn ji ber rêgirtina li hebûna rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl ji aliyê PKKê ve, ji ber vê yekê karê belgekirinê û tomarkirina bêtaran mijareke li ber çavaye û nabe bê girtin û dive di çapemeniyê de bên weþandin.
Bi zêdebûna berdewam a hejmara qurbaniyan û revandina zarokan ji aliyê pkkê ve, pêwîst bû ku rola rasteqîne ya belgekirina yasayî ya van binpêkirinan aktîv bibe, lewra çendîn rêkxistinên mafên mirovan hatin damezrandin ku di vî warî de kar dikin, lê karê wan dîsa lewaz e ji ber fiþara pkkê û kefxwarina terror kirina andamê rêxistinan.

Bixwîne...

Gotar: Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û 124 Saliya Rojnameya (Kurdistan)


Konê Reþ

  Mîr Miqdad Medhet Bedirxan di dawiya sala 1897an de ji ber nexweþiyê, ji Stenbolê çûye Qahîre û li wir ji bo pêþketina Kurdan di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku berî 124 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weþandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye:
(Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe þûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..).

Bixwîne...

Gotar: Di nehemîn salvegera xwedalêxweþ Ezîzê Dawê de


Idrîs Hiso - Hewlêr

Di nehemîn salvegera bîranîna koça dawî ya sekreterê Pratiya Wekhevî Ezîz Dawê de ku di 11.04.2013an de bû, hejmarek ji hevalên Wekhevî ji wan jî sekreterê heman partiyê yê niha Nimet Dawûd nivîsandiye dibêje: Di nehmîn salvegera te de, em soza xwe nû dikin ku, em dê berdewam bin li ser xebata jibo bidestxistina mafên gelê xwe di Sûriyeke democrat, firenetew û nasnameyan de…hd
Ez xwedalêxweþ nasdikim, û jibo maweyê bêhtir ji deh salan ez endamê partiya Wekhevî bûm, ez gihþtim pileya endamê þax jî.

Bixwîne...

Gotar: Nivîsa wêjeyî wek navgînek e rûbirûbûnê


Rêber Hebûn

Hevçûyîna berve rizgarkirina xweserî tiþtekî divê pêkwere eger rê teng bû di rûbirbûna sextebûnê û kesên wê, ji ber ku di saya zordariya desthilatiyên serkotker de, çare  li pêþ civakê nîne ji bilî ku yek ji herdûkan bipejirîne, û ewa koletî an serhildanê.
Naxwe nivîsa wêjeyî vala nabe ji metirsiyên ku têne kûrahiyan, û mirova li ser ramandinê bi dîmenan ve dihêvojin, û hestên ku mirov bi zehemtiya rewþ û tengbûna asoya çareseriyê, û herwiha libabûna di nav pêlên hestên wijdanî de ta bibin çirûsînek e heyî li çûna mirov berve rizgarîbûnê, ji ber ku tiþtê tên e di rûbirbûna wî de ji hêza dadgehên  hêrekeriyê û samên wê ne, û wî dihêlin bêhtir bikeve di rûbirûbûna wana de,û di hundirê wî de alavên hevxistinê bilind dibin, ji ber ku hêzên guhertinê bi hemî þêweyên xwe ve û tevî êþ û bêhêviyê li berxwe didin li rex amadebûn û berdewamiya berxwedaniyê ji bo dîtina cîhanek e baþtir di warê sinc û bedewiyê de.

Bixwîne...

Gotar: Siwarên þevê (Ji Zêrîn a keça Sebrî Fxrî re)


Bêwar Brahîm

Zêrîn, wê þeva tund û dirinde jibîr bike, û mijgulên çavên xwe yî nermîn bi xewnên zaroktiya xwe bixemilîne.
Ew þeva ne rengê þevên me bû, ew þeveka revyayî bû ji þikeftên xatirxwestina nêzîk û ne dûr.
Buharên me bi þevên xemlîn û hunguvîn dagirtîne, bi heyvên çarde þevî ronîkirîne, li benda berbanga wan þevan be berxka bavê xwe û  pala xwe bi çenteyê xwendina xwe yî ronak germ bike û hûrik hûrik wê þeva taristan jibîr bike.
þeva girtina bavê xwe bi ken û girnijîna xweyî nermîn li ser kevîkên vê jiyanê bike hêviyeka bi hêz çendî  ev hêvî basikçikestî û lukumî be jî wê ji ser dêmê þev û rojên xwe nemalîne
Zêrîn, li ber sira bayê porê te yî bi hilma azadiyê dagirtî di nav xwe de difûrîne mistên her du destên xwe bi xaka gorbuhiþtiyên bapîrên xwe dagire û bi sira vî bayê re bibarîne.

Bixwîne...

Gotar: Þensa zimanê daykê li Almanya.. Zimanê kurdî wek nimûne.


Cemîle Hesen

Penaberya kurdan ji her pênc  parçê kurdistan Iro li welatê Elmanya bi êjmarek pir giring digihê je 2 milyona kes,   Þensek mezin didê me welat perwer û rewþen bîra go li vî welatê dimukrat go yasa wî amanc û serbest  dikê kû her miletek bi Zimanê xwey netewî an go bi zimanê daykê bi axivê , binvîsê û lêkolîna têde bikê di gel zarokê xwe jî hînî zimanê  xwy þêrîn bikê li cihê penaberya xwede, ji ber kû dest hilata vî welatî ne tinê  derfet didê lê belê piþtgêr û motîve dikê .Ev tiþtên han li welatê mey dagîrkirî tunebûn heta duh, lê Bersifa me çiye himber vê derfeta mezin ? Bê guman pir qels !  bi pîvanên millî welat perwerî wek ziman, maye tenê hêvya Ektîvek teka teka bi serê xwe li vir û wir , hinka Elîf ba çêkirne hinek din dersên zimanê kurdî dane di  korsên amator  de ku cihê sipasyêye , Roman hatin nivîsandin bi kurdî lê  çumkû xwendevan kêm bûn kiryarê wan pirtûka  jî kêm bûn .

Bixwîne...

Gotar: Pirsgirêkên integrasyonê bi civaka Almanî re


Bavê Zozanê

Di roja  27.03.2022 li bajarê Essen-Almanya li hola Sîwana kurdan,Dr Brahîm Mehmûd  ku hatibû vexwendin ji layê rêxistina mafê mirovan li Sûriyê -Maf -simînarek e dewlemend li darxist di bin navê  -Pirsgirêkên integrasyonê bi civaka Almanî re-(Integrationsfragen in der deutschen Gesellschaft)

Dr brahîm Mehmûd bi axaftinek e qeþeng û bi vekolînek e hûrbînî li ser vê  mijarê - dor çar katjimêran axivî wisa jî bersiva hemî pirsên mêvanan  zelal û þirovekir.

Bixwîne...

Gotar: 85 Daliya Rojbûna Yilmaz Guney (1937 – 1984)


Konê Reþ

(..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pîre berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û xeman, evîn û hezkirinê bigihînim hev.. Gelek kes van tiþtan ji hev dernaxînin..)
Yilmaz Guney
  Di yekê Nîsanê de 2022, (85) sal di ser rojbûna lehengê kurd, derhênerê bi nav û deng Yelmaz Guney re derbas dibe.
Yilmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêþkêþ kiriye ta ku em wî bibîr bînin? 

Bixwîne...

Gotar: Mirina du hevalan


Dr. Xelîl Omar

- Tu ji min re nabêjî, gava tu mir te çi dît, te çi nedît? Hemzo ji birakê xwe pirsî.
 - Ma te çi dît Hemzo? Ebaso, tengijî lêvegerand.
- Ez derewan bikim?!.. Piþtî Melkemot, dîna min xwe dît, ber çavên min reþ bû û weke tu min bavêje binê bîrekê û ta roja qiyametê min nema xwe dît. Hemzo rewþa xwe da xuyakirin.
- Mirina min bicarekê bi rengekî din bû. Roja cejna qurbanê bû, piþtî limêja wê, ava serê mirovekî germkirin û melle ew þuþt û bi kefen kir û piþt re ew danîn ser daribestê û me hemiyan berê xwe da  mezel. Piþtî telqînê û fatihê, min jî hêzkir xwe, ta ko bi xelkên re vegerim malê, lê dîna min dît serê min go tiring û li kevirekî ket! Tu nabêje yê mirî ez bûm.

Bixwîne...

Gotar: Gotina YNRKS di bîstemîn salvegera koçkirina seydayê Tîrêj de


Mêvanên birêz: Kat û demên we ronîbin
Di bîstemîn salvegera koçkirina helbestvanê nemir seydayê Tîrêj de, her wê bimîne çirayeke vîketî di dîroka wêjeya Kurdî de, ku ji xwe evan hozanvanên bi rûmet, zimanê me,wêjeya me,folklore me, serpêhatiyên me, þoreþ û serwerên me , di wijdanê gelê Kurde parastin.
Hevalên hêja:
Bi navê yekîtiya giþtî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê em ser saxiyê ji malbata seydayê nemir Tîrêj re dixwazin, her wiha jî Xudayê berz û gewre bihuþta xwey rengîn bike par û piþka wî, wisa seyda bi dilovaniya xwe þabike, ku timî fîxana Bilbilê xwey dil þad li nik hewdê sorgula di bin sîka dara (Sedret elmuntiha)de bibhîze, pêre jî  axaftina xwe bi ewî Qulingê  ku ji refê xwe dûrketî berdewam bikê.

Bixwîne...

Gotar: Seydayê dilþad


Mizgîn Hesko

Bê guman, di dawiya payîza sala 1992-an de, me serdana Hisiçayê û mala Seydayê Tîrêj kir. Beþek ji helbestên min ên bi þêweya kilasîk û bi riya Partiya Demuqrata Kurd li Sûriyê / Alpartî/ gihiþtibûn ber destên Seyda û wî doza dîtina min li hevalên Partiyê kiribû .
Bi dilgermî, rûgeþî û mîvanperweriyeke bê hempa Seyda bi xêr hatin û pêþwaziya me kir û wiha çend demjimêrêrn tije û watedar me li civanê wî derbas kirin.
Seydayê Tîrêj û ji min re li ser rûpelekî ji berhevoka min î helbestan û bi xêzên destan, lê bi tîpên Aramî nerîn û rexneyê xwe nivîsî bû.

Bixwîne...

Gotar: 20 Saliya Koçkirina Seydayê Tîrêj (1923 – 2002)


Konê Reþ
 
Ey bilbilê dilþadî, hela wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bikin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweþtir, ji ney û nay û bilûre..

Karwanê me va bi rê ketî, lê þevreþ û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêka me dûr e..

Bixwîne...

Gotar: Ciwanên Bakurê Kurdistanê di Newrozê de kolan û meydan bi al û sembilên netewî xemilandin


Mahir Hesen

Ciwanin Kurdistana-Tirkî di pîrozkirina Newroza 2022an de, dîsa li bajarê Amed bi niþtîmanperwerî û hez û hestên berz ala pîroz a Netewî  ber bi jor ve bilind kirin û bi wêneyên serwer û rêberên me, kolanan xemilandin. Çend hêja ne ku li ser dest û tiliyên wan bakurê welat piþtî êþ û nexweþiyek dûr û kûr dikene û konê þîniyê diçirîne û dîsa Gulîstan û Gul û daristanên Amed , Mêrdîn, Wan, Þernex, Sêrt û Cizîr  bi barana ji tavên Þoreþiyê têne avdan, û li ser Ciya û deþtên bakurê welat,  li ser lat û zinarên wê, bost bi bost bi tîpên zêrîn navê xwe di nivîsînin û dibêjin va em hene, Omîd û hêvî vegerandin û gelek kêfxweþî belav kirin ji bo pêþerojê.

Bixwîne...

Gotar: Newroz kevintirîn hilkefta mirovahî di Zagirosê de ye


Keyhan Mihemedînijad

Min di vê gotarê de hewil daye bi awayek berfireh li ser gelek mijaran lêkolînê bikim û bi çendîn lêkoleran re hevpeyvînê bikim û di vir de bi rohnî behs bikim. Lê divê em destpêkê li ser vê yekê behs bikin ku Newroz çî ye û li kuderê ve hatiye?
Newroz kevintirîn, mezintirîn û girîngtirîn cejna tev mirovayetiyê di Rojhilata Navîn de e û ev cejne jî, her ji destpêkê ve li Kurdistanê serî hildaye û belavê cîhanê bûye.
Hilkeftek ku bo gelê Kurd gelek girîng e ku her sal li demsala Buharê, dema ku befr dihele û gul derdikevin û hêvî di dilê mirovan de geþ dibe tê cejinkirin û yek ji girîngtirîn hilkeftên dîrokî tê hesibandin.

Bixwîne...

Gotar: Cotbûna ez û din


Rêber Hebûn

Sarter1 meqate dibe ku a din bike dojeh, ji ber ku mirov nikare xwe  ji   pirs û êþên xwe  rizgar bike, li gel wê di hebûniyê de bi derya de diçe,ta a din  
ji takes re kelemek î bibîne ,û bi heman demê zanyar  kedekê dide bin siha çi gotarê an deqekî  ji  kesê wergirtî re radike,ji bo ku kêþeya hebûnî a ku tevahî  rêzên jiyana me kêmxewî dike bi belge bike, nexwe mirov a tekî tenê ye a bijareyên xwe li ber hebûna ragihandî radike, û encamên bijar e û sersaxiyên xwe  li pêþ tiþt û dûxayan de hildigre, û herwekî ku a din ji tevahî berdewamiya jiyana me re kelemek e nimûnî saz dike,lê em jêre dibin deyndar, ji ber ku ewa xeleka giringtirîn  e ji xwenasîna me re û çawaniya em bi destê wê di jiyanê de bibin.

Bixwîne...

Gotar: Rojbûna serwerê kurdan


Gotina YNRKS ku hate xwendin ji layê bavê Zozanê ve, di ahenga rojbûa serwerê doza gelê kurd Mela Mistefa Barzanî ku rêxistina Elmaniya ya partiya dêmuqrata Kurdistan- Sûriya di roja 13.03.2022 li bajarê Essen ê en aheng li darxist.

Mêvanên hêja  amedebûyên  berêz:
Bi navê yekîtiya giþtî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya em vê roja pîroz li xwe û we tevan pîroz dikin.
Roja çêbûna damezerê partî dêmuqratî Kurdistan- Iraq
Roja çêbûna serok artêþa komara Mihabad.
Roja çêbûna endezyarê aþtiyê bi Bexdê re ku di sala 1970 ê de rêkeftina 11ê avdarê wek destkefteke giring bû,ji berhemên þoreþa eylûnê ku mafê Otonomî bo gelê Kurdistanê hate çespandin.

Bixwîne...

Gotar: Sembolê netewî


Nizar Yosif

M.Þêxo hunermendê lehing û astbilind, ku jiyana xwe, berjewendiyên malbata xwe, kesayetiya xwe, ji bû doza welatê xwe terxan kiribûn. Hunermendek mirov, xwedan helwest, bi siyanet û rêzbilindî nêzîkî xelkê xwe û welatê xwe dibû.  M. Þêxo Girêdayê doza welêt û xwedan prensîb bû, lewma gelek tengavî û zindan û binçavkirin ji aliyê hêzên ewlekarî ve didîtin. Ji bilî van, barê birçîbûn û hejarî jî hilgirtin, daku wan bîr û baweriyan û prensîbê xwe bi parêze, reviya, surgûn bî, lerizî, koçber bû, ta rêwîtiya wî li nava refên pêþmergeyên þoreþa baþorê K,rawestiya.

Bixwîne...

Gotar: Di 33 Saliya Koçkirina Mihemed Þêxo de


Konê Reþ

  Bi vê helkefta ku 33 sal di ser koçkirina Hunermend Mihemed Þêxo re derbas dibe, bi min xweþ e ku ez rola wî di parastina ziman û pêþxitina muzîka kurdî de diyar bikim.
  Bêguman rola Mihemed Þêxo di parastina zimanê kurdî û pêþxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê kurdî parast û stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêþde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran þêrîn kir.. Erê bi rêka wî jî, stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt (41sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, þêraniya zimanê kurdî bi rêka awazên xwe yên nû belav bike û xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin..

Bixwîne...

twitter

Helbest

Bîstê Gulanê

KEÇA KURD IM

XWEÞBÎNÎ

Gula min

Reþroj…!

Cejna Newrozê ye

Çi bihuþte !?

Bi boneya bîranîna koça dawiyê yê serokê gelê Kurdistan nemir Mile Mistefa Berzanî