Demhat Dêrikî
Evîn!Li dûrî te û tu li vir,di nava vê dûrîyê de nejibîrkirineke ji serpêhatiyên welatê kulilikan.Tu li wir û ez li vir,hemû rê û bajarên hiþê min ber bi te ve dimeþin û sirûda navê te bilind bilind dibêjin;em ji te hez dikin Evîn.
Li van dûrîyan Evîn,þev bê te derbas nabin,her þevek navê xewnekêye,her Xewnek navê te ye û di her xewnekê de hemû çemên laþê te ber bi min ve Diherikin,min dibin ji xwe re dibin û çemên laþê min jî çemên te radimûsin Dibin yek û deþta welatê kulilikan dewlemendtir dikin,geþtir dikin ji kulilikên Zayînê. Li vê dûrîyê Evîna ji evînê,wan peyvên te yê li ser kaniya gundê me ku ji Nava lêvên te yê sorgulî derdiketin û dibûn tebata êþên min û ez di nava Xwe de hildigirtim,dixwînim dixwînim û rondikên çavên min ji hesreta Nimêja ji wan peyvan re min dadiqurtînin,dicûn û dixwin! Tê bîra te dema serê min li ser kemaxê te û destên te di nava pora min de Digeriyan û rûpelên evîna me dixwendin û te digot;dema ez têm vir,li ber Vê kaniyê wê demê ez xwe di avê de,di daran de, di giyê de,di bêhna nanê tenûrê De ku her êvar li li seranser gundê me digerê dibînim.Ma ev tinê;ez xwe di van gir û kendalên gundê min de,di awaza bilûra þevanê gund de dibînim û te parêzvanê wan Dibînim. Wê demê ez radibûm,tu jî dibûyî hevala vê rabûnê,destê me dirêjî destê hev dibûn Serê te dikete ser milê min û bêhna te ya sirûþtî derbasî nava min dibû Ez derbasî nava te dibûm û min rojên li xwekirina kirasê sipî dijimaratin. Erê dergûþa nalînên min li vê dûrîyê,bê te jiyana min birîndare,birîna min li vê Dûrîyê xwe dikolê dikolê kûr kûr xwe digihînê gundê me.
|