Beyaniya roja Sêþembê 13.01.2009an, dezgeha ewlekariya rêzaniyê(siyasiyê) li bajarê Qamiþlê dest daniye ser rewþenbîr û zimanzanê Kurd
Derwêþ ê Xalibê Derwêþ(1945), ew ji mala wî biriye, paþê ew guhestiye bajarê Hesîça û ta niha rewþ û çarenûsa wî ne diyar e.
Herweha, roja Þemiyê 17.01.2009an, birêz Fewazê Kano (1960), û birêz Zekî Ismaîlê Xelîl (1977) ji bal wê dezgeha ewlekariyê ve hatine girtin.
Sûc û gunehê van hersê nivîskar û rewþenbîrên me yên Kurd ew e ku ew guhdanê li zimanê dayika xwe dikin, pê dixwînin û dinivîsin, wî didine xwendin û fêrkirin û mîna evîndarên ziman û toreya Kurdî di civakê de hatine naskirin.
Ma gelo guhdana li ziman û toreya Kurdî gunehkarî û tewan e?. Ma gelo ziman, tore û zargotina gelê Kurd ne parçeyek ji tore û folklora netewiya welatê me Sûriyê ye?!!.Ma gelo parastin û geþkirina ziman û zargotina Kurdî ji çanda mirovatî û ya navnetewî re ne zengînî û dewlemendiye?!!.
Bi navê
Komîta Kovarên Kurdî li Sûriyê, em dengê xwe bilind dikin û dibêjin:
Azadî û serbestî ji çalakvan û xebatkarên zimanê Kurdî re..!
Azadî ji hemî girtiyên nerîn û derbirînê re..!
Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê
19.01.2009