sûad cegerxwîn
Avdara rengîn bi xoþewistî me hembêz dike ..Bêhna gula bi ser mede difûrîne ,xweza bi rengîn dike ,zemînê bi geya dixemilîne, gulên sor û zer vedjinîne ,dilê keç û xorta geþ dike .Newroze ,cejne ,buhare dema nûjeniya sirûþta welatê me ye ,dema barkirina demên dijware ,dema hatina rojên nûne ,dema vejandina dila ye .Elend dêmên xwe sor dike ,lêvên xwe erxewan dike .Pîroz be ji xweza re ,ji gelê me re ,ji hemî jina re ji hemî gulên buharê re ,ji ciwanên Kurda re ,ji pîr û kala re ,pîrozbe cejna 21ê avdarê.
Bela îro kolanên welatê me bi xort û zerîyan tije bibe ,bela deþt û çiyayên me bidîlanê geþ bibe ,bela firok û firindên asîmanê me ji awazên rûbara serxweþ bibin û ew þevên reþî tarî ji me dûr bibin ,bela armanc û hêvîyên me ji nûve derbibin û Kawa yê hesinker dîsa serê xwe rake ,nîþana azadî yê bilind bike û dergehê aþtî yê li me veke .Idî bese ,bela gelê me bi rojên xwe þa bibe , cejna 21ê avdarê,newroza gelê Kurd li Kurda teva pîroz be ,her sal û her dem bi xweþî bê.