Ebdulsalam Darî
Ji malbateke gundî belengaz, helbestvanê Kurd ê nûjen Cegerxwîn sala 1903 z li gundê Hesarê yê ku dikeve Kurdistana Bakur hat dinê . Navê wî Şêxmûse kurê Hesenê Mihemedê Mehmûdê Elî ye. Qey qederê wisa dixwest, ku Cegerxwîn jiyaneke zor û zehmet derbas bike, dema dê û bavê wî mirin û sêwî ma. Vêce ji naçarî bû şivan û paleyî jî dikir .
Lê Cegerxwîn zû bi zû ji vê rewşê derket û berê xwe da zanistiyê, li cem şêx û melan li zanînê geriya, dest bi xwendina feqetiyê kir . Heft heşt salan bi vî awayî xwendin tewa kir û (îcaza) xwe li cem Mele Fethule stand , piştre hinekî meletiya gundan kir . Du bûyerên mezin di herêmê de çêbûn, ev bûyer bûn sedemên guhertinê di kesîtiya Cegerxwîn de, berê wî bi xurtî ber bi niştimanperweriyê de dan: 1- Cenga cîhanî ya yekem û tiştên jê veketin, mîna serxwebûna gelên bindestê Turkan û peymana taybet bo Kurdistana Bakur a ku bi navê (Sêver) tê nasîn û leystikên Turkan dijî wê peymanê . 2- Heriftina şoreşa Şêx Seîd 1925ê z û di pê re çavsoriya ku Tirkan li gelê Kurd kirin. bi kuştina hezarên şoreşgêran. Hema bi sedan ji wan şoreşgêran gihiştin Sûriyê . Ewan şoreîgêran di sala 1927 z de komeleyek bi navê (xweyîbûn) saz kirin. Cegerxwîn tevlî vê komeleyê bû û bû yek ji endamên wê . Di vê demê de Cegerxwîn dest bi nivîsandina helbestê kir û di kovara Hewarê de helbestên xwe diweşandin . piştî serkeftina şoreşa Iraqê sala 1958 z, Cegerxwîn derbasî Iraqê bû û li zankoya Bexdayê di beşê wêjeyan de xwend . Di sala 1963 z, ji naçarî dîsa vegeriya Sûriyê, ta sala 1979 z û di wê salê de berê xwe da Siwêdê û li bajarê Stokholmê cîwar bû . Di 22 çiriya pêşîn de, sala 1984ê z de. li bajarê Stokholmê dilê wî rawesta û çû dilovaniya xwedê. Ez bawer im kesekî mîna cegerxwîn tekê zemanê xwe bû. Bi hiş û ramanê xwe , bi bîr û bawerên xwe, niştimanperwerekî bê hempa, di nêv miletekî nezan û perîşan de, ku bi sedê salan zilm û zordariyê dikêşe. Cegerxwîn ev rasteqînî baş dizanî, ji ber ku gelek bûyerên mezin di Kurdistanê de li ber çavên wî çêbûn, vêce giha encamekê ku, miletê di vê rewşa xirab de bijî , dive mirov bêhnê lê fireh bike, hin bi hin mirov wî bighîne baweriyên zanistî, girêdanekê di navbera wî û doza azadiyê de pêk bîne. Lê carna bê hêvî dibû û digot: (gulek nake buhar). Lê di dema niha de neviyên Cegerxwîn bîr û baweriyên wî di dilê xwe de çandin, û li ser rêça wî gavan tavêjin . Di dawî de em dikarin rastiya vê helbesta wî berbiçav bikin dema dibêje:
Meyger tu binê ez li dinê her wekî fîl im Şûva ko me ajotiye tovê xwe biçînin
Mizgîn li te be me tovê xwe çand û gelekî nêzîk ewê kat bide!
Berhemên Cegerxwîn
Dîwanên helbestan
1- pirîsk û pêt, Şam 1945. 2- sewra azadî, Şam 1954. 3- kî me ez ? Beyrût 1973. 4- Ronak, Swêd 1980. 5- Zendavîsta, Swêd 1981. 6- Şefaq, Swêd 1982 7- Hêvî, Swêd 1983. 8- Aşitî, Swêd 1985.
Çîrokên Cegerxwîn
1- Cîm û Gulperî, 1948 Şam . 2- Reşiwê Darî, 1956 Şam. 3- Salar û mîdya, 1973 Beyrût.
Ziman û Rêziman
1- Gotinên pêşiyan, 1957 Şam. 2- Destûra zimanê Kurdî, 1961 Bexda 3- Ferheng (Perçê yekem )1962 Bexda. 4- Ferheng (Perçê diwen) 1962 Bexda. 5- Tarîxa kurdistan, 1985 swêd.
Cegerxwîn mamostayê gel
Dema Cegerxwîn bû yek ji endamê komeleya Xoybûnê , ew komele jê re bû mîna dibistana niştimanperweriyê, bi vî awayî ket riya kar û xwbatê. Û di vê riyê re têkiliyên wî bi Celadet Bedirxan re çêbûn. Di wê demê de Celadet Kovara Hewar derdixist . Vêce Cegerxwîn helbest ristin û ji kovara Hewar re rêkirin. Helbestên xwe bi Kurdiyeke sade dinivîsand, bi zimanekî hêsan nêzîkayî li giyanê gelê Kurd kir, bi vî şêweyî helbestên wî bûn sirûd ser zimanê Kurdan. Helbestên Cegerxwîn sînor derbas kirin û nizanîbûn ka sînor çi ne û di demeke kurt de helbestên wî li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûn . Helbestvanê me nameyek wî hebû, nameya wî ew bû: Doza azadiyê, wekheviyê, mirovantiyê bû , dijî sitemkar û zordaran. Hevalbendê karker û cotkaran bû. Cegerxwîn bû evîdarê welêt û bi evîndarî ser dinvîsî ji lema dengê wî ji dil derdiket û bandora dengê wî bi xurtî digha milet:
Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar e Belê çibikim di destê dijminê xwînxwar û xedar e Çiqas pesnê giran bêjim nikarim ez bidim zanîn Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û cebbare
Cegerxwîn bû aşiqê Kurdistanê û di çavê wî de bi bedewbûna xwe bûka cîhanê bû:
Welatê min tiwî bûka cîhanî hemî bax û bihişt û mêrg û kanî Şepal û şeng û şox û naz û gewrî gelek şêrîn û rind û pir ciwanî Serî taca Selaheddînê Kurdî enî roje di birca asîmanî
Bi vî awayî pesnê welêt dida, welatekî bi ciwaniya surişta xwe navdar e, her wiha tijî zîv û zêr e:
Welatê Kurda tev xêr û bêre hemî madene tev zîv û zêre Lê çibkim îro maye ji xelkêre
Û di nerîna wî de ciwantirîn welatê rojhilata navîn Kurdistan e:
Gula baxê bihişta rojhilat im Di tarîka şevê rojim hilatim Ji nav sînga demê pijqîme îro Di tarîxê fireh hatim ferat im Hemî jînim dixwazim xweş vejînim Hezar û nehsedî şînbûme katim
Cegerxîn ser rewşa gelê xwe rawesta, êş û azarên wî naskirin, digot du janên milet ên mezin hene, yek nezanî ye û ya dî xizanî ye:
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar xizanî yek, ewê dî her nezanî
boyî vê yekê şerekî dijwar bi nezaniyê re dikir. Û berê gel dida xwendinê ji ber ku ew bawer bû ku xwendin miletekî hişyar çêdike:
xwendin nebî kes naçe pêş peyda dibin pir derd û êş herdem li bin destê neyar em dê bidin xûkî û bêş ev tac û şewket xwendine ev dîn û dewlet xwendine ev ser bilindî xwendine ev dewlemendî xwendine
wiha renge pesindana xortên xwendevan, ew in hêviya milet di riya têkoşînê de li dijî kedxwaran:
Rêçka keşaf û xortan yektî û dilpaqijî em dixwînin da mezin bin ser tijî eql û mejî pêşî her tiştî riya me zanebûn û pêşketin em fidakarê welatin rêçinasê miletin
Cegerxwîn bi serfirazî li nivîskarê dema xwe dinêrî, ewî pênûs û şûr li himber hev danîn, bi dilşadî name ji wan re rêkirin, helbest di pesnê wan de ristin. Bi vî rengî ser Celadet nivîsiye:
Begê min serwerê min ey Celadet Şehê min rêberê min pir edalet Tu binvîse di hawarê selaman Ji min bighîne Kurmanca temaman
Dêmek helbestvanê me gelek rêz û qîmet ji xwedanê pênûsê re digirt. Lewra li ser Osman sebrî hêstir dirijandin:
Erê Osman te agir da dilê min te pir kir derd û êş û hem kulê min Te da destê me carek destê Ristem te zenar û kemer dane milê min
ji hêleke dî ve, helbestvanê me didît ku axa û şêx kelemine mezin in di riya pêşketina milet de, rêçika wan çewt e:
şêxê min destê îdî maçî nakim ez bese kavil û wêran te hiştin ev sera û medrese şêxê ewrûpa binêre wane hasin birne jor em bi xişt û def û dîlan, paşketin tev mane kor
Û her û her bi dijwarî şerê axa û şêxan dikir, ew mina nexweşiyekê di laşê milet de didîtin:
Pir nexoşî , ev du sed sal bû li te jana zirav şêx û axa bûne miqrob ketne laşê tey zere ev çiye ey miletim bê dost û dijmin bê jimar rêçka ko şêx û axa dane ber te tê mere ew bi xwe parsê dikî kengî xwedê wer gotiye ma keramet tizbiye yan tang û top û qunbere xaniyê axê mezin he rdem di ser gundre bilind lîs û hêlîna dizaye wek şikefta sêdere
Doza hişyariyê yek ji karên Cegerxwîn ên sereke bû, bi pesindana milet gazî dikir ku rabe heyfa xwe ji dijminan hilîne:
ser ji xew rake binêre ro ji bircê da dere guh bidêre çarkenarê te bi halan û şere zanibe ey miletim ev dem ne ya razan û xew ev dema gurmîn û ceng û tîp û top û leşkere sed wekî Guhderz û Rustem wan bi te deng dan cîhan ma ne şerme ko tu îro maye bê mîr û sere
Gelek caran li dîroka Kurd vedigeriya daku mêraniya lehengên me yên dîrokî bi milet bide naskirin, boyî milet bide ser şopa wan, bê tirs here şerê neyaran, welatê xwe ji bin destan rizgar bike:
lo lo pismamo çima dey nakî serê xwe carek bilind ranakî leşkerê dijmin li çiyayê jorîn weke xweşmêran ji hev belanakî lo lo pismamo zanim xweşmêrî pismamê Rustem yan Ezdînşêrî
bi keleke germ, bi dilekî birîn hewara xwe dighand gel, ku rabe dakeve meydana şer û xwe ji vê rewşa koletiyê derîne:
Bi ser çiyan ketim ez karê mine bez û rev cî nîne têde rûnim, ne bi roj û ne bi şev cihê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor dijmin îro têdeye , dibêjî min tu derkev vaye buhar bi xêr tê, xwe kar bikin ji bo şer êrîş bikin neyaran wekî mêran hemî tev
Cegerxwîn di demeke kin de bû dengê şoreşê, agirê şoreşê li nig wî roj bi roj gur dibû. Meydana şer ber bi çav dikir, mêrxasiya pêşmergan di şer de dida xuya kirin , bi çelengiya wan lehengan dilşa dibû:
Şoreş destpêkir qêrîn û gurmîn gule barandin li hawîr û xurmîn Li jor firokin li jêr tang û top ji xwînê sor bûne hemî der û şop Lê Kurdên gernas ketin ser çiya di xwazin bigrin axa Mîdiya Êrîşî dijmin dikin weke şêr hawîr dişkênin li jor û li jêr
Welat bê al nabe. Al nîşana serxwebûnê ye, vêce xewneke şêrîn bû ku cegerxwîn ala regîn di destê xortan de bidiya, bi serfirazî bilind kiribana li seranserî welêt:
ala rengîn pîrozî xweş te hildigirim diçim bi meş tu l ser milê xortên ciwan di nav te de yek roja geş ala sê rengî tû bê nav û dengî tû nîşana cengî tû ey xortên Kurdan, silavê lê bikin
Cegerxwîn di helbesta (kî me ez) de digihe asteke bilind di warê nivîsandina helbesta netewî de. Ji ber ku ev helbest mîna dastanekê ye, hizr û bîrên miletê Kurd tê de eşkere xuya ne. Ji hêla dî ve jî, dîroka miletekî kevnar, xwedî şaristaniyek zanistî di rojhilata navîn de ber çav dike. Lewra helbestvanê me bi şanaziyek mezin dibêje (kîme ez):
Ez im ê şikand leşkerê Rêşar Min bi xwîna xwe parastî ev war Di singa dijmin ez bûme kelem Xwe dan ber siya min Turk û Ecem Li ser serê min Sinbil û kulah Serê hespê min Digirt padîşah Ezim ew gernas Ew Selahidîn Bi pirs ji Hetîn Kîme ez ?
Makder: 1- Jînîgariya min, Cegerxwîn. 2- Dengê Cegerxwîn, Bavê Zozanê. 4- Pirîsk û Pêt, Cegerxwîn. 5-Sewra Azadî, Cegerxwîn. 6- Kî me ez, Cegerxwîn.
|