|
|
|
|
|
|
|
Mehmûd Badilî
Çavên te dibijin zevîyên genimê min û simbilên rewanê min ji tîna awirên te dişewibin.
Xewnên min li baxên te pelin payîzîne. Tûjin… tîrên dewlemendiya te di mêrga giyanê min de birîneke kûrim li ser eniya te. Li ber çavên te penaberekî berdîwarim û hişyarî li ba te paçikekî bi qirêje. Ba ji bêhna tilîyên te… sotina xwe li bejîbûna sîya min gûr dike. Dareke stûxwarim ji bayê zordarîya te. Çirîskên keskahîya min di mija dilbijandina te de vedimirin. Li asîmanê rewanê te peyvên min ewrên giranin ji alafa xurebûna1 te diçikin. Li asoyên te tilîyên min pinpinîkin ji taya laşê te dişewitin. Li peravên êvarên teyî mest tevna pistepistê dijenînim û bêdengîya min di guhê jiyana te de qebeqebe. Deşta sînga min çêreya kerîyên arezûyên2 te ye çola laşê min gêreya leperûşkên te ye lê di çavên te de hebûna min zixure!. Tu damarên xwe bi xwîna sergeştiya min geş dikî, û geşiya min di gelîyên tarîya te de derbidere. Firişteyên tênegihiştî ji lêvên teyî werimî re hingivê sirûşa3 min dilop bi dilop diwerivînin. Bi kincirên4 hejarîya xwe ve dikişkişim… bi asoyên bînçikiyayî bîngeşiya asîman dirêsim û jiyan çêlkewe di nav pencên te de. Ligorî xewnên te nexşeya cîhanê dipîvim di mestiya westandina xwe de bi çiyayên xwe re diaxivim û çiya… di mijê de radipelike xwe. Daxwazên xwe li pesarên hêvîyê radixim wek sêwîyekî. Tu talanên xwe bi xwêdana min kedî dikî û teşîya mirinê li ser çonga xewnên minî piçûk dirêsî. Li hember nijdevaniya te destê min li ser dilê mine tu ronahîyê di tarîya birçîbûna goşt û xwînê de tevlaş5 dikî, û keleha ezîtîya xwe bi keldûmana keda min ava dikî. Gure… destekî te yê dî... gore û helbest kêle6. ------------------------------------------------------------ 1- Xurebûn : جشع، شره 2- Arezû: الشهوة 3- Sirûş: وحي، الهام 4- Kincir: أسمال، الثياب البالية 5- Tevlaş: اغتصاب 6- Kêl: شاهدة القبـر
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|