Boniye-suad cegerxwîn
Ji bo ko em karibin nifþekî rihet û durist bi kesayetiyeke sax ava bikin , ji bo ko em karibin bi awakî rast zarokê xwe perwerde bikin ,ji bo ko em pirsgirêkên derûnî bi wan re di pêþerojê de çênekin ,divê em zanibin çawa emê wan ji destpêkê de perwerde bikin ,berî her tiþtî divê em wek dê û bav,bi zarokê xwere heval bin , bi awakî rast û vekirî bi wan re bidin û bistînin ,bi wate ko em alîkariya wan bikin ko bi hebûna xwe bihestin û vî hestî pêþve bibin herû ha hestê ,(EZ) li cem wan tund û bi hêz bikin
rê bidin wan ko xwe bi der û dora xwe ve bidin naskirin wek mînak(ez Nazê me ,ez amedim ,ez karim ,ez sê salî me ,ez naxwazim ,) ji bo ko di pêþerojê de ew bi xwe û bi karê xwe serbilind bin û ji ber xwe fedî nekin, her û ha bela di biryarên xwe de jî serbixwe bin ,wek ko em bi serxwebûna gela re ne , divê em bi serxwebûna zarokê xwe re bin , wek mînak bela zarok bi xwe biryarê bidin ko ewê çiqas xwarinê bixwin,bela ew bi xwe valakin sêniya xwe ,carna kare zêde be ,carna jî wê kêm be ,lê ya herî giring ewe ko wan bi xwe biryar dane ,bela ew lîstikên xwe temîz bikin û oda xwe tikûz bikin ,em tenê karin ji wan re alîkar bin,dîtina xwe ji wan re bêjin , wê demê zarok xwe bi karê xwe serbilind dibînin û kêfxweþ dibin ,bi taybetî gava em pesnê karê wan bidin îdî bi serfîrazî dibêjin ,min ev kar kiriye. Giringe ko em bihêlin zarok xwestina xwe bi kar bînin û ezmûn bikin wek mînak , em bihêlin ko ew bi xwe kevçî bigrin û bi xwe jî bixwin, lê divê em jî gel wa bin,ji bo alîkariyê .ji erkê me ye ko em rê bidin zarokê da zanebûna xwe derxênî ,wek mînak ,bela alîkariya me di þûþtina firaxan de bikin , bela li gel me ew jî kilorê hevîr çêkin da ko gava çêbibin bêjin (ev kilora han , min çêkiriye ) bi vî awî di pêþerojêde bê tirs riya xwe vedike bi taybetî ko em karibin bi dilovanî û bi deyax ji wan re her tiþtî þîrove bikin û bêjin çima divê ev tiþt wilo be ,sedema wê çiye. Ev hin ji tiþtên giringin ko divê em di perwerdekirina zarokan de bi kar bînin , min di pirtûkên xwendina xwe li ser zaroka li swêdê xwendiye her uha ji hin semîner û kursên rewþenbîrî li ser perwerdekirina zaroka ,ko ez lê beþdar bûme, hêvêdarim ko em dê û bav wek miletekî bindest di hundirê mala xwe de azad bin û li ser teoriyên demokrasî zarokê xwe xwedî bikin da em ji gelê xwe re nifþekî rihet û durust amade bikin , her uha cudayetiyê di nav perwerdekirina zarokên xwe de qet nekin ,çi nêr be û çi mê be,zarok tevde wek hevin , tev mêweyê malbatê ne,eger em karibin bi vî awî serkevin ,bê goman emê wek milet jî di awê demokratî k bi serkevin .