Lê îro roj em bêçare ne ku em li ber vê pirsê rawestin û em hewil bidin bersiva vê pirsa giring bidin:piþtî 112 salan ka rewþa rojnamegeriya Kurdî çawa ye û berê wê li kû ye.
Ger em nexwazin xwe bixapînin û em rast bin bi xwe re rewþa rojnamegeriya Kurdî ne diwarekî durist û saxelm deye,û hîna ew nikare xwe bide naskirin bê ma ew çi dixwaze û rêbaza xwe çawa diþopîne.
Tevî ku divê demê de alavên ragihandin û çapemeniyê pirbûne û derfeteke hêja li cîhanê bela bûye û her kes dikare sûdeyê ji wergire lê mixabin miletê Kurd bi þêweyekî gelekî kevnar û negiþtî danûstandinê bi vê desxistinê re dike.
Yekemîn: Tv ya kurdî ku ew di gerînokeke gelek kenvar û paþketî de kar dike,bêtir ew wek reklamin partîtî û dipesndana serok û partiyên xwe de mijûlin û nikarin ji wê ramanê xwe rizgar bikin ku ew ji boyî berjewendiyên Miletekî ne yê vê partiyê û vî serokê hatine demezirand,nikarin biþêweyekî serbest kar bikin û ew bikarê xwe yî rojnamevanî rabin,lê ji nûçeyê partî û serokê xwe pêve tu tiþtî pêþkêþî temaþevanên xwe nakin.
Rojname ji xwe bicarekê nînin û yên heyî jî belavokên partiyane û ew nûçeyên bihûrtî û genîbûyî piþtî ku merovan ew jibîrkirine dighînin xwendevanên xwe.
Li vir bêtir tiþtê ku roja îro tê xwendin û þopandin jî ew malperê internetin,û mixabin ku malperê internet bûne meydana êl û malbat û kesin gelekî dûr ji nivîsandin û rojnevaniyê.
Bê guman rewþa malperan jî wek ya Tv ya Kurdî ye,her malbatekê û êlekê malpereke xwe yî taybet damezirandiye û bitenê ji bo nûçeyê vê malbat û êlê bighîne,û yên mayî ji van malperan bi þêweyekî bêserûber û tolhiladn û nedurustî karê wan tê kirin.
Ta roja îro malperên kurdî nikarin bejna xwe li ber malperê cîhanî bilind bikin û ew bikevin wê meydana ku nûçeya herî taze ew e ya ku xwendevan û kesan ber bi xwe ve dikþîne,û ew ji wê forma kilasîk û yek regnî derkeve.
Gelo medya kurdî bitevayî dikare raman û daxwazên xwe biþêweyekî zanistî û karsazî bighîne miletên cîhanê û kesayetiya xwe û miletê xwe pêþkêþ bike.Ez bidilxemgînî dibêjim na,tu kes ji bilî me medya me naþopîne û temaþe nake,û em nikarin ji xwe bipirsin gelo ma bitenê bese ku em kul û derdên xwe ji hevre bêjin û ma wê çawa cîhan birewþa me zanibe bivî þêweyê ragihandinê.
Di dawî de ez rewþa rojmaneya Kurdî dûrî rewþa wî ya siyasî nabînim,ew guhertin û pêþketina ku em dixwazin girêdayî karê meyî siyasî ye û tucarî ew nikare xwe jibin bandora nerînên siyasî derxîne û ev yek ji bobelat û nexweþiyê medya kurdî ye,serdestiya hêzên siyasî û destdirêjiya wan dinav medya kurdî de û ma naxwe çima ev gazin û rexne li medya welatên serdestî me, eger em jî wek wan karê xwe diþopînin û dikin.
Silemanazer@hotmail.com