Diyarî bo siyasî û rewþenbîrên Kurd. Ev helbest bi awakî galtebêj hatiye hûnandin, bi hêvî me hûn, herdû alî, dilê xwe negirin. Beyar Umer
I
Yaho, yaho, ev kî ne?!! Yek saxlem e, sê kurmî ne. Do bêbext in, çar kovî ne, Partîzanên kurdewarî ne.
Yaho, yaho, ev kî ne? Yazde partiyên kurdî ne, Partiyên kurdê Sûrî ne, Ne yazde ne, sed serî ne.
Yaho yaho ev kî ne? Hemîd û hekîm du partî ne. Hemê û Alî du Yekîtî ne, Ev çar hizbê dermalî ne.
Ezzo û Tahiro ber derî ne, Hawara xwe birin Nisredîne. Nesir dibê esil Salih e, Raya wî jî rast û esih e.
Yek ji derve dibê ev þerm e? Gedo dikenê dibê nerme nerme, Xudê razî, nabê sergerm e, Havîn e dinya germ e.
Ya dî jî em gelek jimar in, Hin serbar in hin binbar in, Lê ne xem e, em her bêkar in, Karê înê dîsa çend zar in.
Karê me civata niþtîmanî ye, Gelek zehmet û bargiranî ye, Xelkê jî pê ve mijûl bikin, Wan çavkor û sergêj bixin.
Hilalo jî bûye hizbek, Hizba wî jî nabê gundek. Kes bi çapka wî napîvê, Þensê me ne zêr e ne zîv e.
II Li van partiya van serbîra, Êrîþ berdane rewþenbîra, Bê þerm in, û bê tevdîr in, Bêkêr in, ne ku bê xêr in. Em ji hev re xweþmêr in, Ji xelkê re qelsemêr in.
Yekî ji wan xwe da navî, Go: Bes e êdî bêbavî, Ev çi pênûsên zêdegavî. Yê dî go: Heval, çi bela va ye? Derdê me qey ne bes e, Jixwe eyin dora va ye,
Qurqura Siyamend û Kalo ye, Yek jê guriyê nûza ye, Yê dî jî guriyê qeda ye. Em dikin nakin, nayên raye.
Namekê ji wan re binvîsin, Dema van peyva bibhîzin, Wê`j tirsa bi xwe de bimîzin, Nema êdî bi dûvê xwe dilîzin.
Ma wella van em tar û mar kirin, Bêqîmet û bê rûmet kirin, Hevalên me jî li me harkirin, Milet bi me bêbawer kirin,
Ev çi pênûsên bêfedî ne! Ma hûn nizanin em gundî ne, Em ne zarên þaristanî ne, Em qebûl nakin rexnê birîna,
Ji pêþya me rakin van stirî ne, Ne hemû jî xirabî ne, Bi van rexnê nexweþ, Nik xelkê em bûn rûreþ. Belav bikin beyana hawbeþ, Peymana roviyên telaqreþ.
III Birahîmek çû, me go: Mala Xudê ava ye, Ma çi xêr e! xudêhiþtî, Birahîmê dî jî ha va ye, Herdû jî li wan xweþ naye. Tew Deham sîrek naçê Bi xwedê ji me qebûl nakê Zavê wî jî wek dîkê sor e Xalis jî kelgerm e, bêpor e Hewas jî çilo forta didê Hew zanê xwe bi kûve bidê
Pênûs tûj e, zendê xwe badin Em ticarî ser hev nadin Ji berê de halê me wa ye Eþîrtî û dubendî, bê mifa ye Lewre barê me hê paþ maye Mafê Kurda tim wunda ye
Ta rewþenbîr û siyasî wa bin Em ticarî gokê bi dest naxin Milet jî bindest û binbar bin Tenê bêjin em partîbaz in. Ta em wilo bibin hezar kerî, Kurdîtî jî wilo naçê serî. ---------
|