Ji ser çem ê nixumandî
Ramanên dîl kelbûn
Hêzên helwestên beniyan
Textê zordestan bê pê kirin
Gavên torîn bê lome
Bi což a yek dengên xwe
Potînrežan liber žîpneyê tavêjin
Režikên rojê
Hêzên devsor
Çilekên kedî
Har û bê ewle man
Lûleyên topan derizîn
Vepejiqandin a avjîna sîpeyan
Ji navçeyên welat ê dîl
Kilît ên kelha sitem ê hilwežandin
Text ê pêncî salî lerizî
Zor î serxwež ket meydanan
Gel ji bend ên pîstûriyê rizgar dibin
Sermest harbûn
Beratexwerên kelažan
Ji bêçareyê sewsî ketin
Seržûyên xwîn ê li paž xwe hižtin
Parçeyên bermayîyan li virin
Yên duhî yên îro yên herdem
Žînahiya xuzayê ji kelaž ên nûjenan dirije
Bê bextiya birînên sing û eniyê
Bi tund î me bi dilovaniya dayîkê ve dikêžînin
Teraf a bendewariyê bi sote
Mîxên žêlandin a bê dengiyê
Gihižtin alavên dawî
Bager a bagermiya bažor
Ji kopê çiyayê Žam a žirîn
Ji peravê heta daristanên çiyayên dêm
Ji sêhlak ê Beyaban ê û kinar ê çem ê Ferêt
Heta dežtên sinbilavis û hîviyên pira Bafêt
Xwestek nîžanên stêran
Asman ê rež xemilandin
Ji hev xistin režperdeyên li ber tavê
Tov ê hîviyên roniyê li baxan gežî tên e der
Bi lezgînî hev di kêžin
Boyer bi rewžendarî tên
Vaye civak ji žewat ê vedipeke
Ji êtûn a 50 salî di žemite
Ser kinar ê feražîn a ter di rûne
Serbilind î Dîrok va tê
Dengvedan e
Bi boyeran avis di be
Li wekheviya žihîn ê gazî dike.