Imer Kalo*
imerkalo@yahoo.comEndamê Sekreteriya Encûmana Nižtimanî ya kurdî li Sûriyê Hevalên partiya Demoqrat ya kurd li Sûriyê (Elpartî)
Xwîžk û birayên hêja û dela ji miletê herêma Kobaniyê
Rêz û silavên ji dil
Ji roja ku miletê kurd li Kurdistana Sûriyê biryara xwe stendî de, biryara hebûba xwe ya bi rûmet di rûpelên dîroka welatê Sûriyê de,
biryara tevlêbûna žoreža azadiyê li Sûriyê, di roja 26-10-2011an de, roja ku kongireyê nižtimanî yê kurdî li Sûriyê miletê kurd wek bežekî ji žoreža Sûriyê dît û xwedî li tevgerên ciwanên kurd yên çalakvan di žoreža azadiyê de li Sûriyê derket, ji wê roj û demê de, miletê me zanîbû ku wê žehîdên wek hevalê me yê nirxbilind, endamê polîtbîroya partiya Demoqrat ya kurd li Sûriyê (Elpartî), û endamê komîteya rêvebir û cîbicîkirinê ya ENKS, dilhez û wefadarê rêbaza Barzaniyê nemir žehîd Nesredîn Berhik (Bavê Elai), wê temen û buhayê daxwaz û mafên netewî yên miletê me yê kurd û azadiya miletê Sûriyê bi tev de bin.
Wek ku di dîroka me re derbas bûye, serpêhatinên tunekrina hebûn û mafên miletê me çê bûne, û bûyerên rež di mafê miletê kurd de qewimîne, di van rojan de jî dîsa hewldanên binpêkirina mafên miletê kurd yên netewî li kurdistana Sûriyê çê dibin, lê ku em jî wek miletekî neyî hižmend û bê hêz û vîn derkevin, û nikaribin yekîtiya helwesta xwe ya siyasî ava bikin, herweha rûmeta xwe û xwîna žehîdên miletê xwe yên wek žehîd Nesredîn Berhik (Bavê Elai) û žehîd Mižel Temo û tevahiya žehîdên kurd û žoreža Sûriyê biparêzin, wê demê emê bi rastî bê par û maf û hebûn ji vê žorežê û fersenda dîrokî ustûxwar û zelûl û destbož derkevin.
Ger ku em kurd wek miletekî bindest di rojên normal de çiqwas ne lihev bin, çiqwas li hev guhdarî nekin, çiqwas ji hev heznekin û nebin yek jî, lê di rojên tengasiyan de, di fersend û qonaxên dîrokî de, ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî û serkeftina doz û žoreža xwe, tenê rêç û hêz û çareya me hevgirtin û yekîtiye, belê ... nav û tovê netewa me yekin, maf û dîroka me yekin, xak û cuxrafiya me yekin, êž û birînên me yekin, ango em yek miletin û bêguman em kurdin, navê em sist û lawaz û bê encam dîroka miletê kurd û welatê Sûriyê binivisînin, qet çê nabe em doza miletê xwe perçe bikin, em siberoja nifžên xwe binpê bikin.
Tevî hewldanên wek yên rêjîma Beis, yên ji bo tunekirina nasnameya me ya netewî di siberoja Sûriya nû de, em wek ENKS, emê ji bo bidestxistina mafê çarenûsî ji miletê xwe yê kurd re, ji bo lêkirin û avakirina sûriya nû ya azad û demoqrat û hevpar ji hemî miletê Sûriyê re, emê bê westan kar û xebata xwe berdewam bikin û qet bêçare namînin û ranawestin.
Em dilpakî û dilêriya Bavê Elai ji bîr nakin û herbijî žehîdê miletê kurd Nesredîn Berhik
Tev hêviya bidestxistina mafên me yên netewî û serkeftina žoreža Sûriyê, bimînin di nava xêr û xwežiyê de
Spas û silav ji we hemiyan re
Kobanî: 2-4-2012
* Ev gotin di merasîma bîranîna çelrojiya žehîdbûna Nesredîn Berhik de li bajarê Kobanî hate pêžkêž kirin.