|
|
|
|
|
|
|
LAZGÎN DÊRÛNÎ
Çalakvan û hemî pêþeng Li paþ man em bûye dereng Bavêj milan rext û tiving Çare nîne bê þer û ceng
Keç û xortên kurda rabin Dem hatiye zû þiyarbin Dest bidin hev wek birabin Qels û nemerd ji mer nabin Nekin lav lav û xweziya Hêvî nekin ji partiya Ev þoreþ ya geleriye Bo rûmet û azadiye Rewþenbîr û yên nivîskar Mizgîn li we bûye bihar Derkevin ji wan riyên xwar Rola xwe rast bikin diyar Îro derfetek zêrîne Li me pîroz û mizgîne Mixabin em bê serîne Kar û xebat qelen xwîne Li vî xakî li vî warî Çima îro bendewarî? Divê em rajin vî barî Çi hêsan bê çi dijwarî Ger bivin em bi rûmet bin Ji xelkê em bê minet bin Divêm bi hêz û himet bin Bi pîlan û siyaset bin Heger ji min bawernekin Rûpelê dîrokê vekin Mînak û ezmûn gelekin dîse gazinda ji xwekin
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|