Konê Reþ
1 - Bi hatina bîranîna 57 saliya damezirandina Alpartî di nav kurdên Rojava de û guhertina dîmografiya bajarê min Qamiþlo, çavên min bêtir li seydayê Cegerxwîn digerin.
2 - Cegerxwîn, 57 salan pîkol û berxwedan di ber ziman û hebûna kurdên Rojava de kir.. Rêxistinên me ji 57 salan ve di diyaloga; hêk ji mirîþkê ye an mirîþ ji hêkê ye?! Serî li wan hatiye gerandin..
3 – Piþtî 57 salan, Xwedêgiravî, ji berxwedana rêxistinên me, hê jî nikarin wek Cegerxwîn bervedêriyê di ber gelê xwe de bikin, hê jî çûkên xelkê li ser bênderên me þer dikin..
4 – Di sala 1957an de, Cegerxwîn sekretêrê Alpartî, yê ku doktor bû di felsefeyê de rexne dikir, piþtî 57 salan, doktorên me sekrekêrên rêxistinên me yên ku heyranên canê xwe ne, pesin û þabaþ dikin.. 5 – Cegerxwîn di zimanê erebî de melevan bû û tev nivîsên xwe bi zimanê kurdî nivîsîn, rêxistinên me, tev axaftina wan bi zimanê kurdî ye û ji 57 salan ve çapemeniya wan bi zimanê erebî ye?!.
6 – Cegerxwîn, 57 salan þerê þêx, axa û began kir, piþtî 57 salan, rêxistinên me di destê zarok û neviyên wan de ne.
Konê Reþ, Qamiþlo,
28.04.2014