Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çîroka Kurdî Ya Nûjen

 


Salar Salih

Gaveke balkêþ e ji bal Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya ku roja 6/6/2014 wek roja çîroka kurdî destnîþan kiriye û dê yekemîn mehrecana çîroka kurdî di wê rojê de destpêbike, ji çaxa ku min dest bi nivîsîna çîrokê kir pirsek giring min ji xwe dikir , çima çîroka kurdî tê paþguhkirin û çima mehrecanek taybet bi çîrokê nayê lidarxistin? Lê min bi xwe tu bersiv ji vê pirsê re nedidît, çimkî hertim dihate xuyanêkirin ku helbest ew ya bêtir tên nivîsandin û xwendin, û mehrecan ji bo helbestê dihatin lidarxistin ta radeyekê ku baweriyek li cem mirov çê dibe ku wêjeya kurdî tenê helbest e,û ev yek kêmasiyek mezin bû di derheqê wêjeya kurdî de, çimkî çîrokê jî cihê xwe ji mêj ve di wêjeya kurdî de girtiya di rengê çîroka klasîkî de an folklorî de mîna çîroka ( Rustemê Zal – Memê Alan ... ) û gellek çîrokên dî.


Ta nuha çîroka kurdî ya nûjen hîn nenas e ji xwêneran re, û dema tu dibêjî çîrok bala wan diçe ser wê çîroka klasîkî ya ku bi hevoka ( hebû tinebû rehma xwedê li dê û bavê min û webû....) destpêdke, carekê xwendekarekî pirsek ji min kir , tu çi dinivîsî? Min got ez çîrokê dinivîsim, lê min vegerand ango tu çîrokên klasîkî ji nû dinivîse, min gotê nexêr, dîsa got tu çîrokên zarokan dinivîsî, min jêre got : ezbenî ez çîroka kurdî ya nûjen dinivîsim, mîna çîroka Erebî ya nûjen, çîroka Fransî ya nûjen,ev yek jî jiber paþguhkirina çîroka kurdî ya nûjen ku kes xwedî lê dernediket.
Ji destpêkê ez çîroka kurdî ya nûjen dinivîsim, û ez bi vî cureyî ji wêjeya kurdî mijûl dibim, çîroka kurdî ya nûjen roj bi roj pêþdikeve û xwe dide naskirin bi xwêneran, û behreyên balkêþ di warê nivîsîna çîroka kurdî ya nûjen de derdikevin, tenê ezê li vir çend navên ku min ji wan re xwendîye binivîsim û di asteke bilind de dinivîsin, wek: Xalid Umer , Imran Yûsiv , Xoþman Qado , Ebas Mûsa.
 nifþekî nû ji nivîskarên çîroka kurdî ya nûjen xwedî behreyên mezin derdikeve, lê ev nifþ bi pêwîstî guhdanê û navtêdanê ye, da ku karibin cihê xweyî siruþtî li rex helbestê di wêjeya kurdî de bigrin û vê wêjeyî dewlemend bikin.
Li dûmahîkê, cardî ez gava Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya bilind dinirxînim, û dê roja 6/6/2014 roja çîroka kurdî bibe dîrokeke nû ji çîroka kurdî ya nûjen re, û yekemîn mehrecana çîroka kurdî dê karibe çîroka kurdî ya nûjen ronî bike, û bide pêþkêþkirin ji xwêner û rexnevanan re,û herweha ji dezgehên ragihandinê re.
Hesekê   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark