Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Ziman.. kurte çîrok

 


 wehîd keleeþ

ve Silo hat civatê :
- bê deng bimînin , li wî guhdarbikin ka dê çi bêje ?
 
Silo nêzîkbû , û sola xwe  ji  lingê xwe danî , û silavkir û li ser dikê koçkê rûniþt , balgihek kir di hemêza xwe de , û dest bi axavtinê kir û got :
- gelî gundiya , kî ji we þevê dî dengûbas bihîstin ?
dibêjin hîn þer berdewame .


ji gundiyan tu kesî newêrî tevlî civata wî bibe , û tu kesî gotinek tenê jî li wî nevegerandin .
 
Silo dîsa gotina xwe berdewamkir :
- hûn dizanin hîn þer berdewame
yekî gotina wî vebirî û jê re got :
- mal ava tu rê nede tu kesî , û gotinên te tev qaçaxin .
bû leplepa devê Silo û lê vegerand :
- nexwa guh dibe vê cîrokê , þevê dî çêleka mala xelo za û golikekî du serî anî
 
hîn çîroka zana golikê bi dawî ne anî . yekî gotina wî qutkir û jê re got:
- min tirse tu bêjî ew golikê du ser , du zaravan dipeyivî , yek kurmancî û yê din soranî , bi xwedê te mejî di serê me de kiriye çeqilmast , mal neket qey tu çarekî ji vî zimanê dirêj re nabînî ?
li cem þêxekî yan li li cem melayekî , bi xwedê zimanê te bûye gazek bûye mîna zimanê çêleka mala xelo .
 
teqênî bi civatê ket , û dest bi ken kirin , û tinzê xwe kirin .
 
Silo sor bû ji kel rawestiya , ji leza tizbiyê xwe bi þûn xwe de jibîrkir , û sola xwe bi ser lingê xwe ve kir , û li wan vegerand :
- ez kurê çêleka zerbim heger ez li vê civata genî vegerim , tifû miletê bê þerm
 
Silo gihiþt mala xwe , û hîn kela wî mîna kela nîskê dikelkilî .
jina wî hat û pêþwazîkir , û jê re got :
tu  bi xêrhatî stûna mala min , çiye dîsa ? çi çêbûye ?
 
Silo serê xwe hejand , û jê re got :
ez stûna mala te me ?
ez stûna gova biziname , heger ez ne bê qudoþbam , zimanê min jî dê mîna zimanê mirovan ba , dê ne gazek ba , zimanê min bû ye mîna zimanê çêleka zer , bi xwedê ez êdî nikarim herim civatekê , hîn ez ne rûniþtîm , ev zimane , ji devê min tê der, û bê serî destpêdike , tiþta gerek û ne gerek , û tiþta werê gotin û ne yê gotin di bêje
keça camêra , bi xwedê tirsa min ne ji gundiyaye , ez ditirsim rojekê ev zimanê dirêj dijûna bike û gotinên qedexe bêjê , û yan devbavêje kesên navdar , dîsa bi xwedê ev ziman dê dawiya min bîne , yan dê ji rayê binî ve were hilkiþandin .
 
Silo bi dengekî gij ban jina xwe kir :
- keçê ka were
 
ka xêra xwe li zimanê min binêre , û bîne bîra xwe ka berê pîvana wî çiqasbû ? û dezîyekî bîne , û qasa bimîne , ji min re girêde , îro ez dê vî zimanî jêkim .
 
jina wî lerizî , û tirsê zimanê wê lalkir ji Silo re got :
- ji bo xwedê raweste , dê çibikî ?
tu caran min ne bihîstiye kesî zimanê xwe jêkirî !
 
Silo kopalê xwe bi wê werkir , û rûyê wî di xuhdanê de noqdibû jê re got : ezê vî barî ji ser sînga xwe deyim , vî zimanî ez hetikberkirime .
 
jina wî zimanê wî pîva , û bi serê wî re girt , û silo rahiþt kêreka tûj destê xwe bilindkir , tifa wî di  gewriya wî de ziwabû , û çavên wî sîsbûn destê wî lerizî .
ji niþkêve ji xew rabû , hindir tariye û dilê wî dike kut kut , destê xwe da devê xwe û gilîza xwe paqijkir, di wê tariyê de kenî , û keserek anî der .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark