Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêdevî û Bingehîn

 


Mislim Þêx Hesen *

Destpêka damezrandin û avakirina  pirojakê dibe  gelek pêdevî û bingehîn jê re werin amedekirin ta ku ew sazî  serkeftî bixebit e û karib e dûmke li gor erkê ku jê tête xwestin, vêca bizava siyasî ya kurd li Kurdistan Sûriyê jê tête xwestin dive qunaxa zor hestiyar de li gor asit û radeya berjewendiya gelê kurd be, da ku  karib e hin astengiyan li ser milê gelê kurd sivik bike di vê rewþa zor dijwar  ya ku Sûriyê bi tevahî deverên xwe tê re derbas dibe, û nemaze ew astengî û durbaçkirin ku li vê dema dawiyê li ser deverên kurdî li Sûriyê ji aliyê hêzin tundrew û tarî de,


gelek ziyan li  deverên kurdî kirin, û her wiha metirsiyên mezin li ser  Kurdistana Sûriyê peyde kirin,û ji hemî alav û bingehînin jiyanê bê par kirin  av,eliktirîk, derman û hemî tiþtên xwarinê hatin birîn ji aliyê rêxistina Daîþ ve.    
Lewra jî tevgera kurdî dive dema dijwar de dibe hev bipejirîn e û baþ lihevguhdarke û her wiha dibe di zûtirîn dem de lihevkirin û yekîtiya tevgera kurdî çêke û qeyîd û mercan li pêþiya hev çêneke, çimkî ew yekîtiya zor girîng e û rê  dibe we re hêsankirin û tu aloziyan çênekin ji bo danheva tevgera kurdî ya ku gelê kurd ji zûva  li benda wê gava pîroz e û ev erk li ser hemî aliyan e dibe alîkar û piþtgir bin ji wê pirojêr e, çimkî ku rojên tarî û dijwar li pêþeiya gelê kurd in, wê lomê jî dibe bizava kurdî erk û ûstubarî xwe bike ji bo gelê kurd li Sûriyê û bi taybet di vê qunaxa kambax û diwjwar de ta karib e rola xwe bilîze divê rewþa ku Sûriyê têde jiyan dike, û ew nakukiyên heyî dibe ji hole rake, ji ber ku rewþa herêmên  kurdî di mandê de wê kambaxtir bibe û bingehînin jiyanê roj bi roj lê kuta dibin, ji ber vê yekê ji hemî partiyên siyasî û nemaze ji herdu ençûmanên kurdî  li Sûriyê tête xwestin di zûtirîn dem de  ew rêkeftin û peymanên ku di nav bera wan de hatî îmzekirin dibe di warî piratîkêk in, da ku tevgera kurdî karib e di heyama heyî de mafên netewî û rewa yê gelê kurd li gor yasa û zagona navnetewî we re çespandin di Sûriyek Demoqrasî, perlemanî, pir partitî, ne neavendî .
Lê di virde dibe herdu ençman biryarek zor pêwîst bigirin divê demê de ta ku karib in berpirsiyarî li gelê kurd bikin,di pêþî de dibe dev ji Hewlêr û Qendîlê berdin û biryarên serbixwe wergirin li ser zemîna Kurdistana Sûriyê, çimkî ku ya tevgera kurdî gihand vê rewþa kambax û ji hevxistî ew bandûra hêzin kurdistanî li ser partiyên kurdî li Sûriyê bû, wê lomê jî dibe tevgera kurdî berjewendiya gelê kurd biparêz e û lihevkirinê di demek nêzde damezirîn e, ji bo wê yekê jî dibe ew kiryarên kirt û stimkariyê rêjîma Behs ku li dijî gelê kurd bi her hawî dikir ku kurda ji holê rake an windake di nav netewa Erebî de dibe hertim li ber cavên kesên partîzan û tevgera kurdî be û sûd jê wergire, û dest bi guftûgo bibe û bi þêwakî erênî ji dêvla þere ku li dijî hev dikirin, wê bersîva herî baþ û qenc be li dijî dagîrkerê Kurdistanê .

*  Endamê komîta siyasî ya Partiya Yekîtî ya Democrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark