Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: Kamîran Reþîd Berwarî destbirakê Min bû!

 


Konê Reþ

Malbata Xwedêjêrazî Kamîran Reþîd Berwarî!
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê!
Guhdarên Radyoya Dengê Duhokê!

Çendî bi min tal û dijwar bû dema ku min nûçeya koçkirina dawî a destbirakê xwe Kamîran Reþîd Berwarî bihîst. Ez di cihê xwe de cemidîm, hestê min rawestiya û pêre-pêre li naskirina xwe û wî vegeriyam.. Naskirina ku bingehê wê, zimanê Kurdî bû.. Hatinên wî yên bajarê Qamiþloka evinê bûn û çûn û hevdîtinên min û wî li bajarê Duhoka Dasiniyan.. Erê, ne ev tenê bûn, belê hezkirina me herduyan ji rêbaza Barzaniyê nemir re bû..


Û wiha sal derbas bûn, wî dengê Duhoka Dasiniyan bi tev xisletên Duhokiyan ve, ji erdnîgarî, dîrokî, rewþenbîrî û þan û hunera pêþmergeyên qehreman ve bilind kir.. Û her wiha dostaniya me berdewam kir..
Kamîran Reþîd Berwarî; kurdperwerekî resen bû. Ji xwe welat li ser piþta kurdên resen têne ava kirin.. Çendî roja îro, pêdiviya me bi kesên wek wî heye..
Belê geþbînim bi wî bingehê ku kak Kamîran Berwarî di rêka radyoya Dengê Duhokê, li ser revabaza Barzaniyê zindî daniye. Roja îro, ew bingeh dipiþkive, bi girsbûn mezin dibe û mîna dara Çinarê þax û paxên xwe bi rex her çar perçeyên Kurdistanê ve berdide..
Bêguman, koçkirina wî ne tenê xisarek mezine ji xelkên bajarê Duhokê re, belê xisarek mezine ji Kurmancîaxêfên Kurdistanê re. Çiko wî, rewþenbîrên her çar perçeyên Kurdistanê di bin sîbera Radyoya Dengê Duhokê de kom dikirin..
Belê roja îro bi saya tovê ku wî ji me re çandiye, wê hevalên wî, þagirtên wî karbin valabûnê dagirin û bi serketin rêbaza wî berdewam bikin..
Êdî nema zanim çi bibêjim?! Kes nikare li pêþ qederê bisekine.. Dunya wilo hatiye û wê wilo jî derbas bibe.. Ga dimire çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.. Her wê navê Kamîran Reþîd Berwarî di dilê me de be.
Ji Yezdanê jorî hêvî dikim ku cihê wî buhiþta rengîn be. Serê malbata wî sax be, serê rewþenbîriya Kurdî sax be û serê gelê Kurd sax be.
Konê Reþ
Qamiþlo, 22.06.2014  



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark