Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Derdê kezebê da ser siwarê neqebê

 


 Mihemedê Seyid Husên

    Îro-roj şênewarên bajêr bêdeng rawestiyane, bi giştî li ser tapanan hoşyar û rahênan mane, bîneriya xwe bo hevgariyên dîrokê li ser yadiyên berbatê ta biderzî vedikin, rencewarekî bê tebate, bo niştecî goristan û bobelate, bi giştî warekî sawgirtiye, seraqet metirsîn pelemarî giyanê hemwelatiyan dibî, resenwarekî xweş yadîgare, kiloxên lawên bavan, hestiyên pijiyayî bi kefenê riziyayî li hindamê mane bêçare.


*  *  *
    Bûneweriya her mirovekî dîdariya kefteleftê dikî, mezelekî bê hempa ye, rajorî kêla nependî firişteyên asîmana li hawêrê dirêsin, ji nêv taristanê, ji nêv seqa tem û dîmarî, li hindama şikeftê kilîşeyên rûyê mirovan, girdikên zendên badayî, dîmenê keziyên zeriya tîtal, bêdengiya şevê bi zengilê mizgîniyan û şingeşinga şûrê rasteqînê nikder bûne.
*  *  *
   Gihame zemanekî ku ne bi saya derman be nikarim hêmen razêm, çarmedor nîgaşê kefteleftê li ser hemî rêyan dipelînim, dixuye bextreşiya mine ku pêgeheke aram di bin tîrêja rokê de nabînim, li dûv sawêrên keskesorê timî ji asoyên bê tixûb torfelaqî tême xwarê, qirikziwa bagerok bi gaziya min dileyizin, di beybaneyên bê dengiyan de hêsirên agirînî dibarînim, êmîşên kerrik yên ziqûm û zilindarî bi rondikên stewr re dadiqurtînim, derdê kezebê weke siwarê neqebê dikişînim.   
*  *  *
    Lê pir daxe ku mergê cejna serkeftinê, hêj di nava destaneyên soringî de, di bextê kevirê reş yê ka,iba evra de, li ser darbesta hezarên nemiran, wêrana bajarên kavilbûyî, milyonên mişext û penaberên ewarebûyî, bê jimar hezarên wenda, bi qasî wan dubare yên zindanbûyî, ji nû ve mîna bêdengiya civaka navdewletî, lavelav û kenê bizina qurbanê, li guranxaneya hersê mehên heram dikî.
*  *  *
   Nadim mandelê ku kurdim û ji rojhilata naverastim, hîç tu arîşe û sedeman nabînim ku hez ji welatê xwe bikim, ne jî tiştekî cîgire ku gilî û gazindan jê bikim, çiku revendiyê îro agir li daristanê gurtir kiriye, quretî û kelevajiyên rij û kelê tucar birînê derman nakin, herweku ne li wirê çêbûme, ne jî li wê deverê zarotiya xwe jiyame, raste ku derbirîna peyvê û awirvedana azad, li gel afirendyar ji mêj ve zindan bûne, hin caran hest dibim, ku bergumanî min ji hemî hêlekaran ve dirapêçî.
*  *  *
   Belengazim, vaye potikên min yên zîvarî tîşik-tîşikî têne xwarê, tev bûne pîne û tixarîs, peritîne xilmet û xavikîne, ji rengan hatine şûştin, mîna pelên payîzê daweşiyane, mîna rêvebriya ne bi serê xwe ya hîmrizî, ku li beybaneyên siyasetê, kayîna êmîşên yasayên zorzane bi devê tivingê dikî, ji berbanga damezraya rêxistina makpartiya yekem ve, tovê ku di nava zeviyên kaleşûv de çandine bi gezlêvan dipûrisînin, melevaniya sewteriyan li bejaya bêlanan dikin, herwiha perensîpa ez û nekesîdin rêbaz kirine, ji nêv genava gendeliya siyasetê awir li pêşerojê vedane, di yek çeperê de mîna rêgirên rêjîma noker, asteng û bendav li pêşiya siyasetmedarên dûrbîn, rewşenbîrên lezbîr û nemedar, terxannsên ekadîmîsyon yê pêşzan, û nifşên kêşenas lawên qûnaxê yên nûhatê rakirine.
*  *  *
   Îro baş hay bûme ku rûmet û azadî, payedarî û pêşiwarî birîn bûne, nemaze ku mêvanekî sîgiran herêm vegirtiye, bi çete û çolaxên xwe yên ziyankar û bedrewişt destelatdariya biryarê dikî, çeqûber stukra mafnasînê û rewayê xaçebir zîvirandiye, hemî yasayên mirovanî bi çewtebîrî helgavtiye, herêm li evînê teng kiriye, ji wilo bêtir nikarim tiştekî din ji  xwênerê xoşewîst re bibêjim, çiku mirov bi tena xwe tiştekî tewaw nakî, di tara moxilê re ji bilî çavên xwe nabînî, êca heye ku li deverê ji serjimara 2 milyonan tenha mirovê desthilatdar, tenah, kamîran û aram razê.

Komara Çîk……….12-7-2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark