Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çenteyê Koçbûnê

 


Salar Salih  

Piþtî ku min karê xwe li saziya ciyolocya bidawî kir, ew saziya ku li taxa Hoþ Elba`ir dikeve,ez daketim bazarê li navenda bajarê Hesekê,li ser rêka serekî a ku di nîvê taxa Xiwêran de diçe ez bi metirsî dimeþiyam, çimkî ew pirtirîn tax e ji taxên Hesekê ku þerên çekdarî lê çêbûne, herweha gellek kesên sivîl li ser wê rêkê birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane, lê naçar min da ser wê rêkê jiber ku rêka din a ku di taxa Neþwa re diçe pir dûr e. 


Bazara cil û kelûpelên gundiyan li nîvê bajarê Hesekê dikeve û ji pirbûna mirovan merov bi zehmetî têde dimeþe, nemaze ew cada ku dikana bavê Hozan têde bû tevgerek pir çalak lê hebû, hevalê min bavê Hozan bazirganekî kevnare ye, çente û kincên gundiyan difroþe, herweha cilên pembo yên hundirî, piþtî ku silava min vegerand du kursiyên biçûk anîn û em li ser wan rûniþtin, wek adeta xwe çaydanek çayê ji çayxanê bo min xwest, û me pirsa rewþa hev kir, bavê Hozan digote min ku tevgera bazarê pir qels bûye , ne wekî dema berî þoreþê ye, tiþt buha bûne û nirxê lîra sûrî di asteke pir nizim de derbas dibe beramberî dolarê Emrîkî, di heman demê de jibîr nake ku diyardeya koçbûna miletê vî bajarî bandoreke neyinî li ser tevgera kirrîn û firotinê dike,  lê tenê tiþtê bi piranî tê firotin ew çente ne, min bi çavê xwe jî didît ku kesê tên dikanê tenê pirsa çenteyan dikin û tenê çente tên firotin, gellk kes hatin pirsa çenta dikirin ji wan mêr û jin û gênc, bavê Hozan jî bersiva wan dida û buhayê çenteyan ji wan re digot ( 1500,1000,800,500,300.... lîre Sûrî) her çenteyek buhayê wî yê taybet hebû, hineka dikrî û hinin dîtir nedikrîn û diçûn dikanên din bi merema ku çenteyekî erzantir bibînin ku buhayê wî guncaw be ligor rewþa aborî ya dijwar ku þîniyên vî bajarî tê re derbas dibin.
  Bavê Hozan ji wan kesan dipirsî liser sedemên koçbûnê, lê bersivên wan hema yek bûn, ne tenê jiber rewþa ewlehî ya netebût, disere rewþa aborî pir zehmet bûye û derfetên kar li pêþiya mirov kêm bûne û jiyan li vî bajarî pir dijwar bûye jiber nebûna karebê û telefonan û kêmbûna avê û nan û gazê, û buhabûna pêdiviyên jiyana rojane bêsînor, ev sedem tevde dihêlin ku çente tenê ji dikana bavê Hozan bên firotin, ew ji sipîdeyê ta êvarî nêzîkî neh deh çenteyan difroþe, bi pirbûna diyardeya koçbûnê rûwê mirovên vî bajarî roj bi roj tên guhertin û rûwin din dikevin þûna wan, ta radeyekê ku em hest dikin em bûne mirovin biyan li bajarê xwe. 
  Hesekê   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark