Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Žingal ū Fermana 74an

 


Konê Rež 

   Werin em pêlekê li dîroka Kurdên Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye sere wan mêze bikin, nexasim pižtî fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî: 1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî ku deranî; bi kužtin, talankirin û firotina Êzîdiyan.. Û wiha ta roja îro tožî 74 fermanên enfalkirinê bûne, ku a 03.08.2014an a dawî ye. Vêca her ku fermanek dijî wan rabûye, ji neçarî, ji ber mirin û xweparastinê, di berriya Mêrdînê re, berê xwe dane Çiyayê Žingalê, hêlîna azadî û serxwebûnê, keleha xwîniya… Û wiha gelek ji wan ežîr, bavik û berên Êzîdiyan xwe gîhandin çiyayê Žingalê, yên nikarîbûn li berriya Mêrdînê, di nav ežîrên Kurdên misilman de mane û xwe parastine..


(Lo lo Derwêžo! Min ê ti malê zehif û zor ji te navê.. bera kerîkî miya bê.. rebozekî hespa bê.. božekî deva bê.. konekî režî erebî, ser bîst û çar  stûna bê.. mêkutekî ji darê darbena bê.. Ez ê vî konî vegirim li quntara çiyayê Evdilezîzê, delavê Çilqîza, Kepezê Mila, raserî Wêranžarê.. Ez ê berê vî konî bidim siyê, li min heram bê, ti carî berê wî nadim tavê.. Min ê e`hdek ji rebê xwe re daye; Pižtî Derwêžê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban mehra mêra li min heram bê...)    
 Di baweriya min de, roja îro parastin û guhdana bi bi çiyayê Žingalê û geliyê Laliž, parastin û guhdana Kurdistanê ye. Danhev û komkirina qewlên pîroz, pêžxistin û dewilmendbûna zimanê Kurdî ye.. Eger her olek xwe bi pirtûkek pîroz pesin dide, bêguman qewlên pîroz di ola êzîdiyan de xwe pesin didin.. 
   Konê Rež, Qamižlo, 08.08.2014  


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark