Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi birojeya kurdistanī isteratīcīk de (16) Destpźka diyarbūna hižyarī ū dewleta netewī

 


Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Diyalêktîka hižyariyê û dewletê:
Rastiyên heyînî û civakî tižtek e, û xewnên yutopiya tižtekî din in, divê milet dîrokên xwe li gor rastiyan, ne li gor xewnan, çêkin, her çiqas ew rastiyan tehl bin, û ew xewnan žêrîn bin jî. Heye mirovek tevayê temenê xwe li pey xewnan têper bike, tevî ku ev yeka ji bo wî û ji bo civaka wî ya biçûk (malbat) û civaka wî ya mezin (milet) û civaka wî ya mezintir (mirovahî) ziyandar e jî, eve biryara wî ye. Lê miletek bi tevayî bižimite ber dava yuotpiyayê, dem, cefa, dirav û derûna xwe tê de pari pari bike, ev yeka xižm û bêtara gewre ye.


Me berê gotibû, û dîsan jî dubare dikin, ku zagonin hene li ser surûžtê destlatdar in (wek nimûne: Zagona kêžanê, zagona sedemê, zagona rêjeyê û hwd). Fîzîkzanê elmanî Albert Einstein (1879-1955 z) ji bo vê yekê dibêje: „Ez nikanim bawer bikim, ku Xweda li gel gulobalê nerdê dilîze“(1). Em jî wek mirovahî pareke surûžtê ne, zagon li ser me jî destlatdar in; zagona (mayîn ji yê hêzdar re ye), berzitirîn û giringtirînên wan e. Hižyriya netewî û dewleta netewî di çarçewa pêwîstiyên, ku ez zagon diva kirine, de diyar bûn.
Ageha mirov, ku ew bi ser (gel/milet) ve ye, gewherê (hižyariya netewî) ye, ango hižyariya netewî zanîna, ku li ser hêmanên êkologî û êthnî û çandî û dîrokî radibe ye, û ev hižyarî di vînê û helwest û tevdîr û berhemên, ku ji bo pêžvebirina civaka netewî hevpar in, de diyar dibe. Dewlet jî destilata bilind e, ya ku têkiliyên civakê (netew, milet) organîze dike, zagonan datîne û dixe piratîkê, xebitandina tundeweriyê di dest xwe de dihêle, û ji bo nebûna žerên navxweyî û pêkanîna ažîtiyê û bexteweriyê û parastina civakê li hember gefûgurên derveyî bikar tîne(2).
Hižyariya netewî bi mirovaniyê re di serdemên kevirî de pêk nehat, ew berhemeke, ku hino hino bi ser hev de pêk tê, û di heman demê de jî ne tižtekî bê nirx e, ku bi hêsanî dest jê were berdan, belê ew pêwîstiyeke heyînî ye, ji ber ku mîkanîzmeke bervedêrî ye, ku komel ji bo xweyîtiya xwe li hember tunekirinê dixebitîne, ew ji bo serkeftinê di cenga (mayîn ji yê hêzdar re) çeka giyanî û zanistî ye, ger ev çek nebe, milet/gel dê bi tunekirinê re rû bi rû bibe; çi ev tunekirin fîzîkî (cînosayd) be,  û çi jî hesteyî (helandin, pižaftina nasnameyê) be.
Her weha dewleta netewî jî di serdemên kevirî de ava nebû, ew jî berhemeke, ku hino hino tê ser hev û gur dibe, hewcedariya serkeftinê di cenga (mayîn ji yê hêzdar re) bi wê heye, û bi qasî ku dewleta netewî keça hižyariya netewî ye, ewqas jî ew wê hižyariyê perwerde dike, ber bi pêž ve dibe, û li hember dagerînê û perçebûnê diparêze, û hižyariya netewî, ji her hêlên çandî, aborî, polîtîkî û civakî ve, bi dewleta neterwî tê sazûmankirin, û bi destlata, ku heye nûnertiya vîna teva ya milet dike, tê guhertin, wê hîngê dewlet yekeke demikratîk e, û heye jî serdarek bi tenha destlatê bixe destên xwe, dewlet wê hînge dibe (otoqratîk), û heye serdarek/ olperestek destlatê bixe destên xwe, wê hîngê dewlet dibe (tiyoqratîk), û heye jî kêmhateke entilcênsiyayê destlatê bistîne, dewlet wê hînê (olîgaržî) ye(3).

Destpêkên diyarbûna hižyarî û dewleta netewî:
Têkiliya diyalêktîk di navbera hižyariya netewî û dewleta netewî de rastiyeke zanistî û dîrokî ye, dupatkirina wê têkiliyê ne hewcedarê gelek têorîkirina felsefî ye, ji bo wê yekê tenê mirove dikare bi hûrbînî li diyarbûna civakên mirovaniyê û ber bi pêžveçûna wan, û guhertina wan bi neteweyan, û diyarbûna dewletên netewî, û rola wan dewletan di pêžvebirina hižyariya netewî û di žûngirtina wê de, bi armanca pêkanîna hevgirêdan û hevtewawiya netewî, û bidestxistina serkeftinê di cenga (mayîn ji yê hêzdar re) ye, binere.

Di serdema kevirî ya kevin (palaeolithic) de:
ji (2 melyon heya 12000 sal b.z), mirov bi awayê malbatan di daristan û žikeftan de dijyan, reh û berhemên dara û nîçîrê dixwarin. Wê hîngê ne hižyariya netewî û ne jî dewleta netewî hebûn, hesta hižyarî ew bû, ku mirov endamekî (dewleta malbatê) ye, û ev awayê dewletê mîkanîzma bervedêriya xweyîtî bû li hember gefûgurên surûžtê û malbatên din(4).

Di serdema kevirî ya navîn (Mezolithic) de:
ji (12000 heya 8000 sal b.z), jêdera xwarina mirov hîn jî reh û berhemên daran û nîçîran bû, lê mirov li dawiya vê serdemê, ji bo ku di cîgehên servekirî de bijîn, ji žikeftan derketin û ber bi kûrahiya daristanan û dežtên dagerîn yên kêlek çiyayan de çûn, û heye ku mirovan li dawiya vê serdemê hin lawir kedî kiribin, û di hin awayên sade yên zeviyê de xebitîbin, û xanîne sade ji xwe re avakiribin. Heya vê serdemê jî ne hižyariya netewî û ne jî dewleta netewî hebûn, mirov tenê endametiya malbatê dizanî, û ji bo bervedêriya xweyîtî li hember gefûgurên derveyî, xwe dispart (dewleta malbatê)(5).

Di serdema kevirî nû (Neolitic) de:
ji (8000-6000 b.z), mirovan di vê serdemê de kedîkirina lawiran û hunerên zeviyê ber bi pêžv birin, û yekemîn žoreža aborî di dîrokê de pêk anîn, û ji pergala (civandina xwarinê) ber bi ya (çêkirina xwarinê) de guhestin, kampên konan û gundên biçûk ava kirin, nîrên jiyanê hinekê baž bûn, û rêjeya zayandinê bilind bû.
Awayê ežîrê yê destpêkê jî bi avakirina konan/gundan re diyar bû, pêre jî awayê destpêka destlatê (dewleta ežîrê) diyar bû. Bi hebûna hin malbatên, ku ji bavpîrekî peyda bûne, di kampekê/gundekî de, berjewendî û daxwaz hem curbecur û hem jî dijber bûn,û hewcedariya bi destlateke bilind, ku civakê bi rê ve bibe, berjewendiyan li hev bîne, û têkiliyên nižteciyên gund û yên gundên derdorê raxîne (organîze bie), derket holê. Heya vê demê jî ne hižyariya netewî û ne jî dewleta netewî hebûn, tenê endametiya (dewleta ežîrê) li hember gefûgurên derveyî, mîkanîzma bervedêriya xweyîtî bû(6).

Di serdema kevirî madenî de:
Ji (6000 – 4000 b.z), û ya di pey re (wek serdema nivîsînê) de, mirov li kêlek keviran maden jî ji bo çêkirina alavên malê û zeviyê bi kar anîn, berhema zeviyê ber bi pêž ve çû, û bêtirî hewceya zevîvanan bû, û li hêla din destpêkên pisporiya kar diyar bûn, ku hin kes bû zevîvan  û hin jî bûn  çêkerên alavên malê û zeviyê, û di vê heyamê  de danustandinên bazirganiyê bi awayê guhestinê pêk hatin, zayandina mirovan bêtir bû, û hewceya sûdwergirtina dežtên kêlek çeman, nemaze di pergalên kêmbaranan de, diyar bû(7).
Bajar li gel hawîrbûna mirovan li dežtên, ku bûn navenda destlatê û berhemê, diyar bûn, û komelek gundewaran pê re hate bestandin, vê carê jî awayekî nû yê civakê, ku endamên wê tekekesên ežîr û êlên yek rehî (yek netewê) nin, diyar bû, û li hemberê jî awayekî nû yê (hižyariya komel) peyda bû. Navendiya hižyariya ežîrtî / êlîtî nikarî bû bi rewža civakî ya nû re li hev bihata, û ji bo berjewendiyên civaka, ku ji ežîr / êlên curbecur pêk tê, ziyandar bû, pêre jî pêkhatina awayekî hižyariya hevdudanî bû pêwîstiya berz, ev awayê hižyariyê di kûrahiya xwe de, ji hêlekê de hevbestiyê malbatê, û ji hêla din de hevbestiyê ežîrê / êlê ye, û di heman demê de ew û awayê jîyîna hevbež di hundir (civaka netew) de, û li ser erdnîgariyekê li hev du dibanin.
Gava (civaka netewê) pêk hat, (hižyariya netewî) jî bi awayê destpêkî jixweberê pêk hat, û (dewleta netewê) diyar bû, û civakeke ji (civaka ežîrê / êlê) mezintir û curetir e, bercest kir. Civaknasîna polîtîkî ev civaka nû bi navê (gel, netew, milet) da naskirin. Delametên (dewleta netewê) ji her warên civakî, aborî cengewarî û çandî ve curbecur bûn, û qeral jî, di rêvebiriya civakê de, žûna serokê ežîrê / êlê wergirt, pêžî qeralan civatên žêwrê ji xwe alîkar digirtin, pažê qeralê – xweda, û di pey re qeralê nîvxweda û qeralê ku xweda ew žandî diyar bûn.
Ez bawer im, ku em hin nimûneyan li ber çava raxin, dê dîmen sayîtir û zelaltir bibe, lê bila ev yeka jî para xeleka, ku wê were be. 
  Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.

Jêder û çavkanî:
(1)   Fernand Braudel: Qewaid luxet El-Hedarat, rû 413.
(2)   Lecnetun mîn El-Bahîsîn: Fî El-Qewmiyye El-Erebiyye, rû 31-32. Ismaîl Ebdilfettah Ebdilkafî: El-Meysoetu El-Muyesseretu Lîlmustelehat El-Siyasiyye, 205, 208, 230.
(3)   William Durant: Qîssetu El-Hedare, 7/509-510.
(4)   Donald Johanson û Blak Edgar: Mîn merhet losî îla merhelet El-Luxe, rû 94. Fadil Ebdilwahêd û Amir Sulêman: Adat we teqalîd El-Žuûb El-Qedîme, rû 10.
(5)   James Millaart: Eqdem El-Hedarat fî El-Žerq El-Edna, rû 17. Jean Bottero û hinekên din: El-Žerq El-Edna, El-Hedarat El-Mubekkîre, rû 32. Fadil Ebdilwahêd û Amir Sulêman: Adat we teqalîd El-Žuûb El-Qedîme, rû 11.
(6)   James Millaaet: Jêdera navborî, rû 26. Fadil Ebdilwahêd û Amir Sulêman: Jêdera navborî, rû 11-12.
(7)   Fadil Ebdilwahêd û Amir Sulêman: Jêdera navborî, rû 12-13.
  

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark